spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka dengbêjiya Mistefayê Botî

Dengbêj Mistefayê Botî der barê serhêhatiya dengbêjiya xwe de ji rojnameya me re nirxandin kir. Botî diyar kir ku berê li dîwana dawetan dengbêjan stran digotin.

Dengbêj û dengbêjî di civaka kurd de xwedî rist û misyoneke dîrokî ye. Lewre qewimîn, bûyer û geşedanên ku di dîrokê de qewimîne bi saya dengbêjiyê heta roja me ya îro hatiye. Dengbêj, dîroka jiyayî bi stranên xwe radigihînin. Dengbêj Mistefayê Botî jî vê kevneşopiyê didomîne. Dengbêj Botî ku li Navenda Çandê ya Dîcleyê ya Amedê dengbêjiyê dike der barê dengbêjiya xwe û kurte jiyana xwe de ji me re axivî.

Dengbêj Mistefayê Botî diyar kir ku ew bi eslê xwe ji herêma Besta ya Şirnexê ye lê pêşiya wan li gundê Torikmemîra yê navçeya Dihê ya Sêrtê bi cih bûne û wiha kala jiyana xwe kir: “Ez di sala 1955’an de li Torikmemîra ji dayik bûm. Me jî wekî hemû gundiyan debara xwe bi pez û cotkariyê dikir. Ez hêj zarok bûm bavê min ji ber nexweşiyê rihmet kir. Piştî mirina bavê min, ji ber ku kekê min mele bû, di 9 saliya min de hemû kar û barê malê ket ser milê min. Min pez dibir çolê û li berê stran distirîm. Du pismamê min ê dengbêj hebûn min dengbêjiyê ji wan girt. Min cara yekem strana ‘Were dotmam’ stiriyam. Dîsa rojeke ku min şivantî dikir û ev staran distiriyam, nebêje jinek jî li min guhdar dike. Carekî min dît jinik gazî min kir û got; ‘Kurê min siheta te xweş be dengê te pir xweş e’. Wê rojê ez li xwe werqilîm û baweriya min bi min çêbû.”

Bi domdarî dengbêj Botî wiha got: “Berê di dawetên gundan de zilaman dîwan çêdikirin. Nedihiştin kesên temenê wan di binê 15 salî de be li dîwanê rûnên. Di dîwanê de dengbêj distiriyan. Min pir meraq dikir ku ez jî herim li dîwanê rûnêm lê ji ber temenê min biçûk bû, li derva min li wan guhdar dikir. Stranê li wir distiriyan min jiber dikir. Weke ku Karapetê Xaço digot, ‘strana ku li xweşa min here di bêrîka min de ye’ ya min jî wisa bû.”

 Cara yekem dengê xwe qeyd dike 

Dengêj Botî, nasîna xwe ya teyîbê jî tîne ziman û diyar kir ku rojekê diçe teyîbekê distîne û dengê xwe tê de qeyd dike.

Lê piştî ku dengbêj Botî diçe leşkeriyê diya wî her roj li dengê wî guhdar dike. Birayê wî yê ku meleyê gunde teyîb û kastên wî difiroşe nahêle ku diya wî lê guhdar bike. Dengbêj Botî dema ku ji leşkeriyê vedigere dibîne ku biryayê wî teyîba wî firotiye. Ev yek bandoreke mezin li ser dike û ji hêrsa re biryar dide ku êdî nestirê.  Piştî ku dizewice li nexweşxaneyekê dest bi kar dike û wî tayînî bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê dikin. Piştî çend sala tayîna wî tê Amedê.

Çûna Mala Dengbêjan

Botî anî ziman ku ew di sala 2007’an de çûye Komeleya Hunerê ya Dîcle û Firatê ku tembûra xwe çêbike û li vir li tembûrê dixe. Dengbêj Botî wiha axaftina xwe domand: “Dema ku ez çûm komelê mamoste Hîlmî Akyol li wir bû. Ji min re got dengbêjiyê bike. Ez jî li wir mam û min careke din dest bi dengbêjiyê kir. Di sala 2007’an de şaredariyê Amedê Mala Dengbêjan vekir. Hema bêje ku kî çû wê derê got ‘ez dengbêj im’. Ji ber wê yekê mamoste Hîlmî, pêşbirk li dar xist. Şertê wan jî her dengbêjek dikaribe 50 stranî bistirê bû. Di encamê de min di nav çar rojan de 117 stran stiriyam. Yê berpirsyar got; ‘Wele min eciband, yê te bes e’. Wê demê dengê me hemû arşîvkirin. Navê me li ser lewhê nivîsandin. Ji kesên ku navê wan li ser lewhê hatibûn nivîsandin tenê li ber yê min digot berhemên wî bi xwe hene. Ew ji bo min tiştekî pir bi qîmet bû.”

 Pêvajoya qeyûman

Di berdewamiya axaftina xwe de dengbêj Botî behsa tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan jî kir û da zanîn ku piştî qeyûm hatiye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û wî ji dev çûyîna Mala Dengbêjan kiriye û wiha axivî: “Êdî min nikaribû zilma wan qebûl bikira û ji wir derketim. Di sala 2016’an de min pirtûkek ku ji stranên min pêk dihat derxist. Niha jî nêzî 150 stranên min hene ku ez amadekariya pirtûkeke din dikim.  Strana ku herî zêde li ser min tesîr dike û ez nikarim bêjim strana ‘Di welatê xwe de nenasim’. Ya ku herî zêde jê hez dikim jî starnên ‘Xwezî ez jî koçerek bûma’, ‘Zozanê ji bo te xweş zozan e’ û ‘Lo dilo’  ye. Min strana ‘Lo dilo’ li ser kekê xwe yê mele ku ji ber nexweşînê rihmet kir derxist.”

Wê dengbêjî bi dawî nebe

Dengbêj Botî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Evdalê Zeynê ji kurê xwe Temo re dibêje; ‘Ji ber xizaniyê mirin ji bavê te re çêtire’. Ez jî ji ber ku di aliyê aborî de ketim tengasiyê min dest bi xebatê kir. Ger ku ez nexebitiyama, li welatê serhedê hemû bigeriyama. Li wan herêma pir zêde nirx didin dengbêjan. Mixabin li Amed û Botanê ne wisa ye. Gelek mijarê ku em bikin stran hene. Stranê min li ser welat, evîn, çiya deşt û zozanan e. Siyaset û çîroka jiyana me di nav stranê me de ne. Heta zimanê me bigere, dengê me derê em ê li ser    Kurdistanê bistirin. Dengbêjî tu carî naqede.”