spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penaber û penaberî

Penaber beriya penaberiyê yan mamoste, bijîşk, bav, dê, heval, berxê ber dilê dayika xwe, keç an jî kurê bavê xwe bû. Lê niha ew tenê penaber e.

Em di sed sala 21’emîn de ne ango serdema netew-dewletan dijîn. Di vê sedsalê de herî zêde pergala netew-dewletê dibe sedema penaberiyê. Lê mixabin mirov her çiqas ji ber netew-dewletekî baz bidin jî dîsa xwe diavêjin bextê netew-dewleteke din. Werhesil ji ber ku mirov ji netew-dewletekî koçî netew-dewleteke din dikin, zor û zehmetî kêmtir nabin. Dibe ku ji piçekî zêdetir jiyan li vir ewletir be, helbet li gorî jiyana berê. Lê xetere, zor û zehmetî jî ne kêmî jiyana berê ne. Li ser meselê mirovên di vê serdemê de dijîn jixwe di bin kontrola netew-dewletan de ne ango bi gotina Weber di ‘qefesa hesin’ de ne. Heke bi awayekî din bê gotin, mirovên vê serdemê ji heralî ve hatine dorpêçkirin, asêkirin û sînorkirin. Nexasim heke ev kes penaber be, jixwe kontroleke seranser heq dike! di çavên netew-dewletan de. Netew-dewlet wek ‘toqa şeytên!’ hevsarekî dixe stûyê penaber û serê hevsar jî li qanûnên xwe dialîne. Heke bi awayekî din bê gotin, xwediyê dewêr dema dewarê xwe ditewilîne, tewla dewêr çiqas dirêj be, dewar ewqasî dikare biçêre ango li gorî dirêjiya kendîla bi lingên xwe ve dikare li dora xwe bigere. Bêguman netew-dewleta penaber lê jî nahêle ku penaber xwe ji vî hevsarî an jî tewlê azad bike da ku penaber li nav rê û rêgezên wê de terbiye bibe.

Heke penaber hewl bide ku xwe ji vê tewlê rizgar bike, qanûn û zextên vegerê li penaber misalet dibin. Lewra netew-dewleta nû ya penaber lê ye bi ku ve bixwaze hevsarê penaber dikişkişîne. Di eslê xwe de her dewlet dixwaze mirovan bêîrade bike, lê îradeya penaberan bi her awayî ji wan hatiye standin. Tevî ku beriya penaberiyê penaber xwedî gelek tiştan bê jî, li penaberiyê her tişt berovajî dibe. Li penaberiyê hiş disekine, ziman lal dibe, guh ker dibin û ling bi gavên tirsonek dimeşin. Sînorkirina penaberan di asta herî jor de ye. Wekî zarokan têkilî bi penaberan re tê danîn ango ‘tu dikarî vê bike, tu nikarî vê bike’ an jî bi kurt û kurmancî ‘vê bike, vê neke’ ji vê zêdetir penaber dijî, besê wî/ê ye. Li vî welatî her tişt nû ye, lewra yên beriya penaber (ku ew bi xwe jî penaber in) li vî welatî, her tiştî zanin û divê penaber guhdarî wan bike.

Li vî welatê nû, her tişt li gorî rê û rêgezên vî welatî ne ku ew jî ji bo terbiyekirina penaberan e. Ew çi bixwazin, divê penaber wê bikin. Wek mînak bêyî ku bibêjin penaber, dikarin ‘mala penaber’ (di rastiya xwe de ne mala penaber e, ew jî wan dîsa bêyî jê bipirsin lê bicihkirine) biguherînin. Bixwazin odeyekê didin penaber, bixwazin jî xaniyekî didin penaber, ev yek jî ne li gorî xwesteke penaber e. Heke bixwazin di 3 mehan de heqê mayînê didin penaber. Heke nexwazin jî di 20 salan de heqê mayînê nadin penaber û helbet dikarin penaber paşve jî rêkin. Di van hemû tiştan de divê bêhna penaber fireh be. Ji ber ku bêhna qanûnên netew-dewletan jî fireh e. Jixwe Hegel belesebep negotiye dewlet, nûnerê Xwedê yê ser rûyê erdê ye. Bêhna netew-dewletê bi qasî ya Xwedê fireh e, di rêkûpêkkirina penaber de.

Penaber şermok e, lê piştî demekî şûna şermê tirs û acizî digirin. Penaber ji jiyana nû ditirse û ji mirovên nû aciz dibe. Ditirse ji ber ku her tişt ji dest hatiye standin. Weke Marx gotiye “tişteke ku karker winda bike nîne jibilî zîncîrê xwe” tişteke ku penaber winda bike jî nîne. Ji ber ku her tişt li paş xwe hiştiye û hatiye vir û li vir dixwaze bi cih bibe. Penaber ew kes e ku ji xeynî cilên li ser bedena xwe tiştek bi xwe re neaniye. Penaber li penaberiyê ne sifir e jî. Penaber li penaberiyê di bin sifirê de dest bi jiyanê dike. Ji ber ku her tişt li paş maye. Dê û bav, xal û xaltî, met û mam, xwarzî û birazî, xanî û erebe, kolan û bajar, pirtûk û lênûsk, hebe pisîk û kûçik jî, çi bê bîra xwîner ew jî mane. Bi kurt û kurmancî penaber bîra xwe li paş xwe hiştiye, şiltazî ye di deryayeke nenas de. Ji ber vê yekê ye, penaber ne weke pitikeka ku nû ji malzaroka diya xwe derketî ye jî. Pitika nû çêbûyî pêwîstî tenê şîrê diya xwe heye dayika ku şîr bidiyê jî heye. Lê xwelîserê/a penaber bi şîr têr nabe. Ji ber ku ne pitik e û dayika ku şîr bidiyê jî nîne. Penaber beriya penaberiyê xwedî pirtûk û lênûsk bû lê niha ew nînin. Penaber berê xwedî bîr bû lê niha bîra xwe nîne, hebe jî li penaberiyê kar nake. Penaber berê xwedî pisîk bû lê niha ew jî nîne. Penaber ji ber ku xwedî gelek tiştan bû lê niha tiştek ji wan tiştan nemaye, zanîn û agahiyên penaber li penaberiyê pere nakin, penaber nabe weke pitikeke ku nû ji dayik bûyî jî. Ji ber van hemû sedeman penaber ditirse, ji jiyanê. Ji avakirinên nû ditirse an jî ji nediyarbûnên nû. Ji bo penaber, penaberî destpêkên nûne ango ji bo penaber her tişt destpêk e. Her destpêka ku penaber dest pê dike di heman demê de nediyarbûna encamên nû ye. Nediyarbûna dahatûyê tirsa herî mezin e ji bo penaber. Penaber tenê benda destpêkên nû disekine. Mecbûr e ku bisekine jî. Ji ber ku mecbûrê avakirina jiyaneke nû ye. Penaber diyalektîka di navbera destpêk û encaman de herî zêde li penaberiyê fêm dike. Ji ber ku êdî dizane ku destpêk nebe encam jî nîne, encam nebe destpêkên nû jî nîne. Têkiliya penaber di vê jiyana nû de bi mirovan re pir kêm dibe. Têkiliyên heyî jî qels in. Penaber dixwaze gelek tiştan bêje bi kesên li hember xwe re, lê ziman nagere. Dixwaze bîra xwe ji kesên li hemberî xwe re bêje, lê ziman têrê nake. Dixwaze bêje ez heme an jî ez hebûm lê lal dibe û dikeve erdê. Dixwaze bêje bîra min tijî ye, lê ez dikarim bi zimanê xwe bêjim. Wê demê jî kesê/a/ên li pêşber bi çavên şewat penaber dimeyzêne. Dilê xwe bi penaber dişewîtînin, ev yek penaber pirtir diêşîne. Hinek kes dema penaber dibînin aciz dibin. Ev tişt carinan di çavên wan de diyar dibe. Carinan xwe bi gotinên wan de dide diyarkirin. Carinan di rehma wan de diyar dibe.

Penaberî wek li ser eniya penaber hatibe nivîsandin li her derî derdikeve pêşiya penaber. Bi nîşaneyên cuda penaber bi xwe dihese. Her kêlî ji penaber dibêje ku tu penaber î, her gav di bîra penaber de penaberî heye. Cihê bîra berê ya ku bi zanîn û nasînê tijî, bi penaberiyê tê dagirtin. Êdî penaber xwe bi xwe re dibêje penaber. Piştî nasnameyên berê êdî penaber xwedî etîketekî tenê ye. Ew jî penaberî ye. Heta demekî jî ev etîket weke şûna hemû nasnameyên penaber digirin. Bela xwe jê venakin. Penaber beriya penaberiyê yan mamoste, bijîşk, endezyar, bav, dê, heval, berxê ber dilê dayika xwe, keç an jî kurê bavê xwe bû. Lê niha tenê ew penaber e. Tenê penaber. Ne tişteke din.

Lewra penaberî xwelîserî ye…