28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujî û serhildan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Welatên ku li hemberî komkujî û sûcên rejîma Baasê yên li dijî gelê kurd pêk tanî bêdeg man, li hemberî êrîşên li dijî Quweytê reaksiyon nîşan da û kirin sedema şer. Li hemberî komkujiya Helebceyê deng nekirin, lê li dijî dagirkirina Quweytê şer îlan kirin

Seddam Huseyîn Mecîd di 16’ê tîrmeha 1979’an de bû pêncemîn Serokkomarê Iraqê û heta 9’ê nîsana 2003’yan li ser desthilatê ma. Di dema desthilata Seddam Huseyîn de bi taybetî di salên 1980’an de zêdetirî 200 hezar kurd hatin qetilkirin. Ev yek ji komkujiyên herî mezin ên ku di dîrokê de bi serê kurdan hatin bû.

Komkujiya Helebçeyê

Di adara 1988’an de bi demsala biharê re gulên Newrozê bi hemû xeml û bedewiya xwe ve hêdî hêdî dibişkivîn. Ji deşta Silêmanî heya qundatarên çiyayê Hindirîn bêhna nêrgiz û beybûnan belav dibû. Ev xweşiya mîna bihuştê di roja 16’ê adarê de veguherî ewrên reş û tarî û di ser bajarê Helebçeyê de girtin. Bafirên rejîma Baasê yên dîktatoriya Seddam Huseyîn li ser ezmanên Helebçeyê digeriyan û li dû xwe duxanek spî dihiştin. Bi vê duxanê re li şûna bêhna nêrgiz û beybûnên biharê, behna sêva li ser bajarê Helebçeyê barî. Her zindiyê ev bêhn kişand nava xwe ji di cîh de mir. Ev roj di dîroka Kurdistanê de bû yek ji komkujiyên herî mezin.

36 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbasbûn, lê ew roja reş û tarî hîn jî di hiş, mejî û dilê kurdan de weke birîneke kûr û kewandî maye. Di 16’ê adara 1988’an li derdora saet 11’an xêrnexwazan mîna baranek dijwar jehra xwe li ser bajarê Helebçeyê kîmyasal barandin. Tam 3 saetan her dilopek bû mirinek û li ser xelkê herêmê barî. Di nava çend saetan de li Helebçe û dora wê bi hezaran zarok, dayik, bav, xwişk û bira hatin qetilkirin. Kolan, tax û riyên bajêr bi laşên mirovan tije bibûn. Hawar û nale nala dayikan deng veda bû li bajêr. Li gorî daneyên fermî di vê komkujiyê de nêzî 5 hezar welatî hatin qetil kirin. Tenê ne mirov, hemû zindiyên ku li Helebçeyê bûn hatin qetilkirin. Bi 10 hezaran kes birîndar bûn û ji ber bandora kîmyasalê seqet man. Şopên jiyanê yeko yek hatin jê birin.

Kesên ku xwe ji ewrên reş û tarî rizgarkiribûn jî, ber bi çiyayan ve hilkişiyan. Ji şikeftên çiyayên ku jixwe re kiribûn stargeh, bi dileke kele girî mij û morana li Helebçeyê temaşe dikirin. Tiştek ji destê wan nedihat. Wê rojê, baran dibariya ku baran nebûna ji 75 hezar mirovî wê kesek bi saxî rizgar nebûna. Kesên ku xwe rizgar kirin, tî û birçî berê xwe dan sînorên bi mayîn û têlên rêsayî. Ji ber tirsa ji çekên kîmyewî bi hezaran kurd çûn Bakur û rojhilatê Kurdistanê.

Di demeke kin de trajediya Helebçeyê di raya giştî de deng veda. Lê belê dewletên rojavayî li hemberî vê Hîroşîmaya Kurdistanê bê reaksiyon û bê deng man. Ji ber di rojên ku fermana komkujiyê hat dayîn de navbera Seddam û wan gelek baş bû. Lewma dewletên ku bi awayekî eşkere destekê didan Iraqê, jenosîd û qirra Kurdan ji nedîtî ve hatin. Yên ku çekên kîmyewî firotin Iraqê jî ew bi xwe bûn. Dewleta tirk jî, yek jî şirîk û hevparê vê fermanê bû. Çekên kîmyewî ku ji aliyê dewletên Ewropa ve hatibûn şandin, di ser Tirkiyeyê re derbasî Iraqê bibûn. Hîn jî şopên reş û tarî yên wan rojan li ser Helebçeyê ne. Ti welatekî misliman ev komkujiya ku li hemberî gelê Kurd hatibû pêkanîn nexist rojeva xwe.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji ber bombeyên kîmyewî li Helebçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994`an de nexweşiya pençeşêrê  ji sedî 800 zêde dibû. Her wiha ji ber bombeyên kîmyewî nexweşiyên jinan 4 qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan re rû bi rû man. Lê çiqas sal û zeman derbas bûn jî ev jenosîd hê jî ji aliyê gelek welatên navneteweyî yên têkildar re weke jenosîd nehatiye qebûlkirin û piştî 36 salan hê jî birîna Helebçe nehatiye dermankirin.

Serhildana gel

Welatên ku dengê xwe ji komkujî û sûcên rejîma Baasê yên li dijî gelê kurd pêk tanî bêdeng dima li himberî êrîşên li dijî Kuwetê reaksyon nîşan da. Di sala 1991’an de piştî komkujiya Helebçe rejîma Seddam Huseyîn xwest têkeve welatê herî biçûk ên kendavê. Ev êrîş bû despêka şerê Iraqê ku hêzên navneteweyî ên mîna Amarîka û Îngîlîstan jî mudaxilî şer bûn. Bi vî şerî re xelkê başûrê Kurdistanê 5’ê adara 1991’an yekem car li navçeya Ranyayê li dijî rejîma Baasê serî hilda. Ev serhildana gel, piştre jî derbasî tevayî navçe û bajarên din ên başûrê Kurdistanê bû.

Di 20’ê adara heman salê de bi rizgarkirina bajarê Kerkûkê serhildana gel bi serketinê encam bû. Piştî raperîna gel bi çend rojan ango 28’ê adarê rejîma Baas carek din êrîşî gel kir. Kerkûk hate dagirkirin û piştre jî berê xwe da bajar û navçeyên din ên başûrê Kurdistanê. Bi vê êrîşê re li dijî gel komkujî pêk hatin lewma xelk neçar ma ku koçberî Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bikin. Ji ber hovîtiya rejîma Baasê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî, herêma xeta 36’mîn a û pêve, ji artêşa Iraqê re hate qedexekirin. Hêzên Başûr ên dema raperînê li derve bûn jî, vegeriyan û bûn desthilatdarên herêmê. PDK’ê aliyê Hewlêr û Duhok, YNK’ê jî Silêmanî û derdora wê bi cîh bûn û rêvebiriya van herêma xistin destê xwe.

Bi hevkariya PDK’ê didomin

33 salên hikûmraniya Kurdî ji aliyê gelê Herêma Kurdistanê ve wek ezmuneke binkeftî û berevajiyê cewhera serhildanê tê dîtin. Hejarî, bêkarî, cûdakarî, koçberî, binkeftina îdarî, bêdadî, astengkirina raman û azadiyan sedemên vê binkeftinê ne. Yek ji armancên sereke yên serhildana li dijî rejima Baasê azadiya xakê û mirovan bû. Lê wekî tê dîtin piştî 33 salan jî beşeke mezin xaka Başûr di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Îro li şûna Seddam Huseyîn, dewleta tirk a dagirker bi dehan baregeh li nav xaka başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê ava kirine. Lê tevî berdêlên mezin ên gelê Başûr jî desthilata PDK’ê, destkeftiyên gel pêşkeşî dagirkeran dike. Bi hevkarî û rênîşandana PDK’ê dagirkeriya dewleta tirk hema bêje belavî tevahî herêmê bûye. Ji ber vê dagirkeriyê îro êdî welatiyên Başûr nikarin serbest biçin gund û warên xwe, jiyana wan di bin xeteriyê de ye. Gelê Başûr ku bi hêviya têkbirina Seddam û jiyaneke nû serî hilda, îro bi hevkariya PDK’ê ketiye bin destê Seddam ê duyem Erdogan!

Bi hevkariya deshilata PDK’ê xaka başûrê Kurdistanê ya bi xwîna heh-hezaran kesî hatiye avdan îro pêşkeşî dagirkeriya dewleta tirk tê kirin. Bi deste artêşa tirk a dagirker û qirker xelkê herêmê tê şehîd xistin. Çiyayê Kurdistanê bi çekên kîmyewî û qedexekirî tên bombekirin. Xweza tên talankirin û hemû dewlemendiyên herêmê tên desteser kirin. Îro PDK û malbata Barzanî ev deskeftiyên ku bi berdêlên mezin ên xelkê başûrê Kurdistanê hatine avakirin dikin qurbana berjewendiyên xwe yên malbatî û hizbî. Êş û azarên xelkê herêmê jiyane ji nedîtî ve tên. Ev jî aşkera dike ku îro xiyaneta herî mezin PDK li serhildana gelê Başûr kiriye.