5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîra yekem Mariya Kovrigîna

Pirî caran her desthilatdariyê li gorî xwe jin pênase kirin. Bi munasebeta 8’ê Adarê dixwazim behsa jineka rûs bikim.

Her çendî wekhevî hat îlankirin jî di hikûmeta Yekitiya Sovyetê de jin kêm bûn. Pirî caran her desthilatdariyê li gorî xwe jin pênase kirin. Bi munasebeta 8’ê Adarê dixwazim behsa jineka rûs bikim. Ji beşek civakê ya herî jêr hat û mohra xwe li dîrokê xist. Kovrigîna Mariya Dmitriyêvna yekem “wezîra bi fîstan” a ku Serokatiya Lênerîna Tenduristiyê ya Sovyetê kir.

Dibêjin ku biyografiya wê ji bo karmendên partiyekê pîvanek bû. Bêguman, her çend ne hêsan bû ku biyografiyek wisa “bijî” jî heger hûn li paşverû binerin, wisa ye. Mariya di 1910’an de li parêzgehek dûr ji dayik bû. Gundê Troitskoye, Katai volost, navçeya Kamyshlovsky, bajarê Permê. Di malbateke gundî de ew zaroka heftemîn bû. Malbat û xizmên Kovrigîna ji dil şoreş qebûl kiribûn. Ew nedewlemend bûn. Metirsiya tunekirinê li ser malbatê tune bû. Xwişk û birayê mezin di çandiniya dewletê de dixebitîn. Birayekî din jî partiyeke Sor bû û li herêmê desteyên şoreşgerî organîze dikir. Ji ber zaroka heftemîn a malbatê bû dor ne hat wê ku xwendina xwe temam bike. Weke ew jî diyar dike li gor wê demê tenê dibistana seretayî xwend. Ji ber malbat di nav refên şoreşê de bûn Mariya jî cihê xwe di hemû desteyên şoreşgerî û civakî de girt.

Di 1950’an de, Kovrigîna berê Wezîra Tenduristiyê yê RSFSR* bû, di 1954’an de – a Yekitiya Sovyetê bû. 5 salan di vê pozîsyonê de xebitî. Lê di vê demê de wê karîbû ku bigihîje guhertinên girîng.

Serkeftina wê ya ewil destûrdayîna  fermî ya kurtajê ye. Îstatîstîkên wê demê nîşan didin ku ji sedî 90’ê rêjeya kurtajên nepenî, hemî betalkirina ducaniyê bû. Vê ev statîkên ku tenê ji emeliyatên kurtajê yên li nexweşxaneyê aşkera bûn, pêk tê li ber çavan girt. Di 1940’an de, 2002 jin bi awayekî fermî hat aşkerakirin ku ji ber kurtajê mirine. Lê, ev dîsa, statîstîkên hikûmetê ne û hemû daneyan li ber çavan nagire.  Di yek ji civînan de Kovrigîna got: “Tevî ku welidandina zarokan fonksiyonek giştî ya jinê ye, lê dîsa jî ew meseleya wê ya kesane ye. Tu nikarî jinekê bikî mexlûqekî ku divê zayîn bike û çêbike!” Di mijdara 1955’an de qedexe hat rakirin.

Divê bê gotin ku tevî qanûnîbûnê, kurtaj di civaka Sovyetê de dîsa jî wekî şerm û bêexlaqî dihat hesibandin. Bijîşkan li ser xetereyên qutkirina ducaniyê ji bo tenduristiya jinê hişyarî dan. Ev nêrînek e ku dijberên kurtajê îro jî diyar dikin. Perwerdehiya zayendî ya li dibistanan bi paragrafek di pirtûkek biyolojiyê de sînordar bû, û pêşîlêgirtina ducaniyê kêm bû. Ji ber vê yekê, jinan berdewam kir ku rêbazên “gelêrî ango civakî” bikar bînin. Kurtajên veşartî dîsa berdewam kirin.

Di heman demê de, bi saya Mariya Dmitrievna, alîkariya darayî ji bo dayikên bi tenê hate damezrandin, betlaneya dayikbûnê ji 77 rojan derxistin 112 rojan. Di dema şer de ku parastina dayik û zarokatiyê qet ne di rêza yekem de bû, di vî warî de serkeftinên xwe yên yekem bi dest xist. Mînak bi biryarnameya di sala 1944’an de alîkariya dewletê ya ji bo dayikan zêde bû û wezîr ev bûyer wiha bi bîr xist: “Min û xebatkarên xwe ji bo komîsyona zayînê, rewşa tenduristiya zarok û jinan, malzemeyên referansê yên pêwîst berhev kirin û her roj bi van pirsgirêkan re jiyîn û bi wan re “nexweş” bûn. Yek ji endamên komisyonê  rojname girt û weha got: “Mariya Dmitrievna, fermana me derket!” Çi kêfxweşiyek mezin bû ji bo me ku em xwe di nav bûyerek dîrokî ya weha girîng de hîs bikin.”

Qadeke din a şer a ji bo Kovrigîna pirsgirêka qirêjiya jîngehê bû li wan herêmên ku ceribandinên nukleerî lê hatin kirin. Jixwe, di destpêkê de, ne afirînerên çekên atomî û ne jî bijîşkan dizanibû ku encamên teqînan çi encaman derxîne. Gel rastî hişyariyê nehat, tedbîrên pêşîlêgirtinê tune bûn. Kovrigîna bal kişand ser zêdebûna nexweşiyên penceşêrê yên li herêmên ku nêzî cihên testê ne. Wezîr israr kir ku seferan bişînin wir, asta radyasyonê bipîvin, û dûre veguheztina ceribandinan ji deverên niştecîh bi dest xist.

*RSFSR- Komara Sosyalîst a Federatîf a Sovyetê ya Rûsyayê