18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hem mişext kirin û hem îşkence kirin

Girtiyê siyasî Îsmaîl Tuzun ku 20 sal in girtî ye û herî dawî li girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê girtî bû, mişextî Girtîgeha Kirşehîrê kirin.

Di serdema desthilayatiya AKP/MHP’ê de tundiya li girtîgehan a li ser giriyên siyasî deretiya asta herî jor. Zext û tundiya li ser girtiyê siyasî ranawest e û sînoran nas nake.  Li aliyekî tundî li girtiyan tê kirin li aliyê din jî bi mişextiyan malbatên wan mexdûr dikin. Roj nîne ku em agahiyên nexêr ji girtîgehan nebihîzin. Di 8’ê adarê de girtiyê bi navê Îsmaîl Tuzun ê ku 20 sal e girtî ye ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê mişextî Girtîgeha Ewlehiya Bilind Kirşehîrê kirin. Di vê pêvajiya mişextiniyê de Tuzun rastî gelek tundî û binpêkirina mafan hat. Tuzun, serborî û serpêhatiyên xwe bi rêya malbata xwe ji rojnameya me re ragihand.

Malbata Tuzun, destnîşan kir ku Îsmaîl Tuzun bi telefonê li wan geriya ye û ev tişt parve kiriye; “Roja înê (8’ê Adara 2024) ji nişka ve hatin qowişê û ji min re gotin tu diçe sirgunê. Nehiştin ez xwe ama de bikim û alav û amûrên xwe kom bikim. Min anîn Girtîgehe Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê. Li vê derê xwesitin li ser min lêgerîna tazî bikin. Min ev yek qebûl nekir. Min avêjtin erdê û bi amadebûna Sergardiyan û Midûrê Girtîgehê li min dan, tundî û îşkence li min kirin.  Piştî îşkenceyê min avêjtin hucreye yek kesî. Ji ber derba gartiyanan laşê min diêşe lê min derman jî nakin. Her wiha destûr nedan ku ez agahiya mijexinê bidim malbatê.”

Malbatê destnîşan kir ku Tuzun girtiyê nexweş e û di lîsta ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de ye û xwest demildest dawî li vê tundiyê bînîn û bê dermankirin.