3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qizilû: Jinên kurd hêz didin hemû jinan

Mehnaz Qizilû diyar kir ku jinên kurd li Îranê xwedî piştgiriyeke girîng in û wiha got: “Tişta dikare pesnê tevgera jinên Kurdistanê bide, hebûna bihêz a jinên xwedî maf û lêpirser e ku xwedî piştevaniya kûr a hemû gelên Îranê ye. Em di tevgera Jin, Jiyan Azadî de bûne şahidê tevlêkirina jinan. Şoreşa jinan dewlemendî, enerjî û kelecanek rêxistinî daye hemû jinan.”

Li hemû cihanê li dijî jinan bi rêya hişmendiya mêrperest bi sedan salane tune hesibandineke berfireh tê meşandin. Lê vê tunehesibandina li dijî jinan bi avabûna netewdewletan gihîştiye asta herî jor. Jin jî ji dîroka destpêka hişmendiya tunehesibandinê ve bi rêbazên cûr bi cûr li ber xwe didin.

Em di çerçoveya têkoşîna jinan de der barê jinên li Îranê bi rojnameger Mehnaz Qizilû re axivîn. Rojnameger Mehnaz Qizilû di destpêka axaftina xwe de got ku jin bi hebûna xwe li hemû cihanê di bin dagirkeriya hişmendiya mêrperest de ne û ev tişt anî ziman: “Eger em rêziknameyên mafên mirovan û belgenameya 2030’an a UNESCO’ê weke pîvan bigirin dest, dê wêneyek gelek nebaş li ser binpêkirina mafên jinan ên li Îranê derkeve pêşberê me. Desthilatdariya komara îslamî ya Îranê bi berhevkirina qanûn û rêzikên nivîskî û nenivîsandî ku gelek caran di bin bandora qanûnên şerîetê yên paşverû de ne, astengên dijwar li pêşiya beşdariya jinan a siyasî, aborî û civakî çêkiriye. Aliyên cuda yên binyadaxwaz û reformxwaz an û aliyeke din, li ser bingeha bernameyeke sîstematîk ku li ser lihevkirina di siyaseta xwe de hewl dane jinan di malê de bihêlin û îzole bikin. Mînakên wê di sîstema kotaya perwerdeyê de qanûnên dij-femînîst ên rêxistina kar û barên îdarî de hiqûqên medenî de tê dîtin. Qanûna malbatê wek nebûna mafê hevberdanê (telaq), mafê xwedîkirina zarokan, mafê ger û mafê karkirinê di nava xwe de dihewîne. Lê di çarçoveya zewacê de jinan weke kole û objeyeke zayendî dibîne. Jin di her warî de ji malxê malê ango zilamê malê îtaetê bike û bi taybetî jî teslîmiyeta zayendî ya ji zilam re bike cih digire. Bi vî awayî mafên mirovî û bingehîn ên jinan ji aliyê pergala hiqûqî ya komara îslamî ya Îranê û ji aliyê hiqûqî ve hatiye binpêkirin. Gotina na ya jinan ji aliyê hiqûqî ve encamên giran ji bo wê derdixe holê.”

Zordariya hikûmeta Îranê

Mehnaz Qizilû diyar kir ku rejîma Îranê her tin li pêşiya jinan astengiyê derdixe û bal kişand ser rewşa jinan a di siyasetê de û wiha got: “Di warê beşdariya siyasî de heta niha tu jinek ji aliyê Encûmena Parêzvanan ve ji bo hilbijartinên serokomariyê yan jî ji aliyê Meclisa Pisporan ve nehatiye pesendkirin û tu carî nekariye astengiya diyarkirina qaîdeyên Encûmena Parêzvanan derbas bike. Tişta ku hikûmetê her tim hewl daye bi zordarî û serkût kirinê bi taybetî li ser jinan ferz bike, bi realiteya civakê re neguncav e, bi awayekî ku civak her çiqas dînamîktir û baweriyên çandî û pêkhateyên civakî nûjen û însanîtir bûne jî bi rêbaz û siyaseta îdeolojîk a hikûmetê re mesafeyek kûr çêbûye. Wêneyê giştî yê rewşa jinan, têkoşîna jiyanê ye û di heman demê de tevgera Jin, Jiyan, Azadî sembola serkeftina berxwedan û têkoşîna jiyaneke asayî û mirovî ye. Xuya ye ku ev yek bi hêzên dînamîk û çalak ber bi pêşketinê ve diçe.”

Destkeftiyên şoreşê

Qizilû diyar kir ku Şoreşa Jin Jiyan Azadî rejîma Îranê ktengav kiriye û gotk ku jin bi vê serhildanê tirs xistine dilê rejîma Îranê. Qizilû şoreşa jinan rejîma Îranê xistiye nava qeyraneke kûr û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger bi başî bala xwe bidin rewşa kaos û şerê li cîhanê, siya destwerdana hikûmeta komara îslamî di piraniya wan de dibînin. Hikûmeta Îranê, mayîn û berdewamiya xwe bi taybetî di rewşa niha de, di afirandina qeyran û şerxwaziyê li navçe û cîhanê de dibîne. Helw dide tevgera azadîxwaz a gelê Îranê ji holê rake û têk bibe. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê, hikûmeta komara îslamî xistiye nava qeyraneke siyasî ya cidî. Neçar bûye ku jiyana xwe ya rojane di krîzên cîhanê de ku sedema wan e ew bi xwe ye, bi nêzîkbûna ber bi mirinê (hilweşînê) berdewam bike.

Îran pêşengiya nakokiyan dike

Di berdewamiya axaftina xwe de Qizilû li ser planên Îranê rawestiya û wiha pêde çû: “Nêzîkatiya piştgiriyê ya hikûmetê ji komên çekdar ku bi wekalet şer dikin, ku weke “Eniya Berxwedanê” bi nav dike, weke Hamas, Ketaiba Hizbullah, Heşd el-Şaabî, Hizbulaha Lubnanî, komên milîsên Şîe yên iraqî, milîsên alîgirên Esed li Sûriyeyê, Hûsiyên li Sena, Ensarullah a Yemenê û komên din ên hevçeper ku di rastiyê de komara îslamî rolê pêşengiya di çêkirina nakokiyan de dibîne. Vê yekê jî yan hizûra di fraksiyoneke parlamentoya Iraqê de yan jî hevkariyên leşkerî yên cur bi cur, ji wan şandina firokeyên bêfirokevan ji bo Rûsyayê, bi zelalî nîşan dide ku hikûmeta serdest a li Îranê, xwediyê wê hêzê nîne ku bikare li ser rewşa heyî der bikeve û bi vî awayî neçare piştevaniya tevliheviyen cîhanî ku bi xwe avakerê wan e didomîne.”

Hevgirtina jinan

Rojnameger Mehnaz Qizilû ji bo hevgirtina jinên li Îranê jî ev tişt anî ziman: “Rewşa jinên gelên îranî rewşek piralî ye û mirov dikare weke objektîvbûna întersekşunalîtî (cudakariya çend qatî) bi nav bike. Tevliheviya pêkhateya cudakariyê hemû tebeqeyên civakî, tevî nasnameyên etnîkî dihewîne û bi sedema tevliheviya çandî û nasnameyê ji ber koçberiyên di nava Îranê de, bandora beramber li ser ezmûna jiyîn diyar dibe. Tevî ku sîstema bavsalar an jî mêrane di civaka Îranê de xwedî rehên kevneşopî û dîrokî ye û tevî ku komara îslamî di van çil û pênc salan de bi bingeh û koka xwe ya dij-femînîst hewl daye ku tevna xwe xurt bike. Lê di heman demê de dînamîzma tekoşîna jinan ji bo pêşvebirina tevgera wekheviyê gaveke girîng hebûye. Her wiha torên civakî bi rêya înternetê platformek bûye ku veguhere ezmûnên serkeftî yên tevgerên jinan li seranserê cîhanê hêsan kiriye û hişmendiyê tevgerên kolektîv afirandiye”

Hêza jinan

Qizilû got ku helwesta tevgera jinên Îranê di têkoşîna siyasî û civakî ya Îranê de roleke hegemonîk û nîqaşker diafirîne û wiha domand: “Ji ber ku geşbûna tevgera jinan têgeheke nû ya çalakiya jinan di tevgerên siyasî û civakî de afirandiye. Û her wiha wateyeke nû ya têkoşîna siyasî li derveyî çarçoveya rêxistinên siyasî yên kevneşop çêkiriye ku li ser bingehê rêxistinbûna afirîner û nûjen ava bûye.”
Rojnameger Mehnaz Qizilû bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tişta dikare pesnê tevgera jinên Kurdistanê bide, hebûna bihêz a jinên xwedî maf û lêpirser e ku xwedî piştevaniya kûr a hemû gelên Îranê ye. Em di tevgera Jin, Jiyan Azadî de bûne şahidê tevlêkirina jinan. Şoreşa jinan dewlemendî, enerjî û kelecanek rêxistinî daye hemû jinan. Jin jî hevgirtin û fêmkirina cihêrengiyan weke xelekên zincîrekê bi bandor pêşve diçe. Hêza jinan bandor li seranserê Îranê kiriye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê