4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi tîpên nû tecrîda hundir pêş dixin

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrdînê Lokman Emen anî ziman ku li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin û Lijneyên Çavdêriyê tecrîda li hundirê girtîgehan pêş dixin.

Hevserokê Komelaya Hiqûqnasên Azadiyê ya Şaxa Mêrdînê Parêzer Lokman Emen li ser binpêkirina mafên girtiyan û polîtîkayên hikûmetê nirxandinên girîng kir. Prz. Emen ewil bal kişand ser binpêkirina mafan ên girtiyên siyasî û wiha got: “Li girtîgehan binpêkirin her ku diçe zêde dibe. Gelek mafên bingehîn tên binpêkirin. Mafê yekemîn mafê jiyanê ye. Dewlet rasterast ji hemû mafê girtî berpirsiyar e. Girtiyek bi çi awayî jiyana xwe ji dest bide jî, rasterast dewlet berpirsiyar e. Eger girtiyek xwe bikuje jî dîsa ev girtî teşwîqî xwekuştinê hatiye kirin û dewlet berpirsiyarê vê yekê ye. Dewlet bi rêjeyek zêde mafê jiyanê binpê dike. Hem dadgehên hundir û hem jî dadgeha mafên mirovan gelek caran aşkera kiriye ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin.”

Tecrîda hundir pêş dixin

Hevserokê OHD’ê Lokman Emen anî ziman ku mafekî din ê girtiyan mafê azadiyê ye û wiha axivî: “Di aliyê ramanê û xweîfadekirinê de jî kesê li girtîgehê ev mafê wî/ê yê azadiyê lazim e bê niqaşkirin. Kesên li girtîgehê derketina wan a derve jî di çarçoveya azadiyê de ye. Eger girtiyekî/a înfaza xwe dagirtibe û divê bê derketin, lê ku dîsa nayê berdan, ev binpêkirina mafê azadiyê ye. Bi taybetî di salên dawî de înfazên girtiyan tên şewitandin û Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê berdana girtiyan red dike. Girtî li ser biryara Lijneya Çavdêriyê nayên berdan. Bi awayekî aşkera mafê azadiyê ya girtiyan binpê dikin. Niha li hemû girtîgehan helwesta Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî ya girtîgehan a der barê girtiyan de binpêkirina mafan a herî mezin e. Bi vê yekê tecrîda hundir dest pê dike. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve. Girtîgehên tîpên nû yên wekî S, Y, K, li van girtîgehan girtî di menzelên yek kesî de bi tena serê xwe tên girtin. Ev girtîgeh bi awayekî sistematîk tên avakirin. An jî dîsa cezayê dîsîplîn û cezayê hucreyê mafê azadiya girtiyan a hundirê girtîgehê ye. Mafê girtî heye ku bi girtiyekî din de têkilî dîne. Lê vê yekê asteng dikin û tecrîda di nava tecrîdê de pêş dixin.”

Girtiyên siyasî zêde ceza dikin

Prz. Lokman Emen li ser mafê wekheviyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Divê şewitandina înfazê di çarçoveya mafê wekheviyê de be. Zagona înfazê ya dewletê girtiyên siyasî û girtiyên edlî ji hev cuda dike. Ji bo girtiyên siyasî ji 3/4 ceza dixe meriyetê û ji bo girtiyên edlî ji 2/3 ceza dixe meriyetê. Ev li dijî Destûra Bingehîn e. Her çend girtiyên siyasî ji 3/4’yê ceza li girtîgehê derbas dikin jî li aliyê din Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî dîsa girtî bernade û vê mafê wekheviyê binpê dike. Hem zêde ceza dike û hem jî tevî cezayê zêde dîsa serbest bernadin û mafê wekheviyê binpê dikin. Mafê kurdî jî binpê dike. Li ser kurdî sansur heye. Ev binpêkirina mafan e. Girtiyên ne tirk bin û nikaribin bi zimanê xwe parastin bikin û ragihandinê pêş bixin, nikaribin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin ev binpêkirina mafan e. Nedayîna nameyên kurdî, qedexekirina pirtûkên kurdî ev hemû binpêkirina mafên zimanê zikmakî û mafê wekheviyê ye.”

Xwebûnê nadin girtiyan

Emen da zanîn ku mafê ragihandinê jî tê binpêkirin û wiha lê zêde kir: “Rojnameyên Evrensel, Yenî Yaşam û Xwebûn bi tu awayî nadin girtiyan. Ev bi serê xwe binpêkirina mafê ragihandinê ye. Ev jî binpêkirina mafê wekheviyê ye. Ji ber hin girtiyên xwedî fikrên cuda digêjin rojnameyên xwe. Lê girtiyên siyasî nikarin ji rojnameyên xwe sûdê bigirin. Bi vî avawî mafê wekheviyê tê binpêkirin.”

Mafê tenduristiyê binpê dikin

Ji bo mafê tenduristiyê jî, girtî bi tu awayî nikarin di şert û mercên tenduristî bijîn. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, şertên mîmarî binpêkirina mafên girtiyan ên tenduristiyê ye. Hem serbest bernadin û hem jî li hundirê devê wan dinerin û mafê wan ê tenduristiyê binpê dikin. Dîsa di aliyê xwarinê de jî mafê wan binpê dikin. Ji ber xwarin pir xerab e bi awayekî tenduristî nikarin xwe xwedî bikin. Mafê xwedîkirinê tê binpêkirin. Mafê ava paqij tê binpêkirin.  Saziya Tipa Edlî bi temamî bêalîbûna xwe winda kiriye û biryarên siyasî dide. Girtiyên pir nexweş û nikarin bi serê xwe bijî jî dîsa rapora ‘Dikare li girtîgehê bimîne’ dide girtiyan. Dîsa hin caran li gel rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne jî dîsa girtyan serbest bernadin. Ev binpêkirina mafê girtî yê tenduristiyê ye. Ev binpêkirinek pir giran e û  heta binpêkirina mafê jiyanê jî derbas dike. Dema li hundirê devê girtiyan bigerin û wan bi kelepçe muayîne bikin, ev hem binpêkirina mafan e, hem jî îşkence bi xwe ye. Eger êrîş li dijî beden, ruh û rûmetê be ev îşkence ye. Van kiryaran li dijî girtiyan bi zanebûn û bi awayekî pergalî pêş dixin. Ev êrîşên li dijî rûmeta girtiyan in.

Mafê hevdîtinê yên girtiyan tê binpêkirin. Eger girtî dûrî malbatê be û nikaribin bi malbatê re bi hêsanî têkiliyê dînin û ragihandinê bikin mafê wan ê hevdîtinê tê binpêkirin. Mafê wan ê sporê tê binpêkirin. Hem pir pir kêm kirine, li hin cihan jî piştî pandemiyê bi temamî ji destê wan hatine girtin. Mafê wan ê civakî ji destê girtiyan hatiye girtin. Piştî pandemiyê gelek mafên wan ên spor, candî û civakî an bi temamî rakirine an jîr bi sînor kirine û mafê wan binpê dikin.

Sirgûn rêbaza îşkenceyê ye

Lokman Emen li ser polîtîkaya mişextiyê jî rawestiya û wiha got: “Mişextkirin bi serê xwe rêbazeke cezakirinê ye. Mişextkirin polîtîkayeke taybet a cezakirinê ye. Carekê ceza kirine û avêtine girtîgehê. Bi bi mişextkirinê girtî dubare ceza dikin. Li gel girtî malbatê jî ceza dikin. Vê yekê jî bi zanebûn dikin. Armanc hem kes û hem jî malbatê dubare ceza bikin. Mîmariyên tîpên S, K, Y, bi temamî bi polîtîkaya tecrîdê hatin avakirin. Di salên 2000’î de Tîpên F avakirin û bi Tîpa F pergala tecrîdê xistin meriyetê. Ji wê demê em hatin îro. Bi van mîmariyan armanc dikin ku girtiyan dîl bigirin, vina wan bişkînin û teslîm bigirin. Em wekî saziyên hiqûqî dikarin xebatên xwe bi sê sernavan bînin ziman. Xebata yekemîn, em serlêdanan digirin. Kes hem li dijî rêveberiyên girtîgehan û hem jî li dijî biryarên dadgehan mafê wan heye serlêdan bikin û îtîraz bikin. Karê me ewe ku em serlêdanên wan bikin û dozê wan bişopînin.

Xebata duyemîn jî van binpêkirinan bikin rapor û di dîrokê de bi cih bikin. Ji bo pêşerojê bikin arşîv û hafiza. Hefteya borî wekî OHD’a Mêrdînê me Girtigeha Tîpa L a Espiye û Tîpa T a Bafrayê ziyaret kirin. Me serdar kirin rapor û bi raya giştî re jî parve kir. Milê xebatê yê din jî piştî me kirin rapor em bi raya giştî re parve bikin û li dijî van binpêkirina mafan helwestek cemaweriyê ava bikin.  Di vê çarçeveyê de em daxuyaniyan didin, panel û semîneran didin û çalakiyên cuda pêk tînin.”