5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nazim 30 sal in li ku ye?

Di salên 1990’î de bi dehan rojnameger hatin qetilkirin. Rojnameger Nazim Babaoglu jî hat windakirin. 30 sal borî hêj tu agahî ji aqûbeta Babaoglu tune ye.

Nazim Babaoglu di sala 1974’an de li nafçeya Siwêrega Rihayê ji dayîk bûye. Di sala 1991’ê de piştî ku dibistana Amadeyî ya Riha ya Ticaretê temam kir, di 19’ saliya xwe de di buroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir. Nazim Babaoglu weke rojnamevan di sala 1992’ande dest bi xebatê kir, di heman demê de rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Di sala 1992’an de li dijî xebatkarên rojamaneyê ji ber nûçeyên ku çêdikirin gefên mirinê dihat xwarin. Li Tirkiyeyê buroyên rojnameyan hatin gulebarankirin û rojnameger li kolanan hatin qetilkirin û demek gelek tarî hat jiyîn. Di wê pêvajoyê de di roja 18’ê Sibata 1993’an de şefê rojnameya Ozgur Gundem ya Buroya Rihayê û endamê saziya rêveberiyê ya şûbeya Riha ya Weqfa Mafê Mirovan di encama êrîşa bi çek de hatibûn qetilkirin.

Xebatkarên Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê li herêmê der barê sûcê hêzên paramîlîter û cerdevanan de nûçe weşandibûn. Yek ji wan nûçeyan jî der barê çar kesên ji eşîra Bucak ku li Siwêregê bi ser mala mamosteyek erkdar de girtin û êrîşa zayendî li hemberî mamosta û xwişka wê pêkanîn de hatibû weşandin. Piştî ku ev nûçe hat weşandin li derdora rojnameyê kesên gumanbar digeriyan, xebatkarên rojnameyê, buroya rojnameyê ya li qata heftan şibakên xwe hesin kiribûn. Xebatkarên rojnameyê der barê ewlehiya canê xwe de serî li saziyên fermî dan lê belê serlêdanên wan bêbersiv man û tu tedbîr negirtin.”

Sibeha 12’ê Adara 1994’an xebatkarê rojnameyeke herêmî ya Siwêregê û nûnerê Ajansa Anadolu (AA) Murat Yogunlu bi telefonê li Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê digere. Murat Yogunlu ji rayedarên rojnameyê re dibêje ku der barê cerdevanên li Siwêregê de nûçeyek pir girîng heye û divê teqez nûçegihan bişînin. Nazim Babaoglu ji bo şopandina nûçeyê diçe Çapxaneya Îrfan a Sîweregê û bi Murat Yogunlu re hevdîtinê dike. Li gorî gotinên şahidan Nazim Babaoglu dema diçe cihê karê xwe yê bi navê Çapxaneya Îrfan ji aliyê cerdevanên Eşîra Bucak ve bi darê zorê tê derxistin, li wesayîdekê siwar dikin û dibin mala Sedat Bucak. Ji 12’ê Adara 1994’an û vir ve tu agahî ji Nazim Babaoglu nayê girtin.

Li gorî şahidan di binê mala Sedat Bucak de cihek weke hucreyan heye û gelek kes li vê derê tên girtin. Hinek kesên ku di mala Sedat Bucak de dihatin girtin û hatin berdan, Nazim Babaoglu li wê derê dîtibûn û dengê wan bihîstibûn çi jê pirs kirine û çi gotine. Di rojên ku Nazim Babaoglu hat girtin de li Rihayê Huseyîn Taşkaya û du kesên din ji aliyê cerdevanan ve hatibûn windakirin. Azîz Taşkaya dema ku ji bo birayê xwe yê winda Huseyîn Taşkaya bibîne çûbû mala Sedat Bucak li wê derê Nazim dibîne û piştî çend rojan dema ku wêneyên wî di rojnameyê de dibîne nas dike û dibêje ku Nazim dîtiye û dema pirs dikirin, digotin kî ye digotin ev ciwan rojnameger e. Yên ku di heman malê de hatin girtin û piştî lêpirsînê dihatin berdan dihatin rojnameya Ozgur Gundemê tiştên ku dizanibûn digotin.

Şahidên ku dîtine Nazim Babaoglu nêzî 20 rojan di destên Bucakan de bi saxî maye û bi wesayîdek wî li Rihayê gerandine û lêpirsîn hatiye kirin. Li ser van agahiyan bavê Nazim Îbrahîm Babaoglu doz vekir û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, gef lê hat xwarin. Ew jî ji bo zarokên xwe ên din biparêze îfadeya ‘Ez nizanim kê kurê min revandiye’ dide. Bi vî awayî dosyaya lêpirsînê hat girtin. Bav û dayika Nazim Babaoglu jî piştî windabûna Nazim bi Sedat Bucak re hevdîtin dikin. Piştî hevdîtinê bi qasî mehekê, li kêleka çemê Firatê cenazeyek tê dîtin. Polîsên ku bi îdiaya Nazim Babaoglu ye destûr nedan malbata ku xwest biçe cihê bûyerê û lêkolînê bike, bêyî nasname diyar be li goristana bêkesan defin dikin. Her çend car caran şahidên der barê Nazim de digihîştin malbatê jî ev şahid naxwazin îfadeyê bidin saziyên fermî.

Hevalên xebatê yên Nazim, malbata wî û Muhsîn Melîk ê ku wê demê serokê bajarê Riha yê DEP’ê bû hemû hewldanên wan bêbersiv man. Piştî windakirina Nazim 83 rojan di encama sûîqesta kontregerîlayan de li navenda bajarê Rihayê serokê bajarê Rihayê yê DEP’ê Muhsîn Melîk hat qetilkirin. Doza lêpirsînê ya der barê Nazim Babaoglu de di sala 2014’an de rastî demboriyê hatibû. Hemû serlêdanên malbatê li ruxmê şahidan jî di doza Nazim de tu pêşketin çênebû. Malbata ku bi riya qanûna hindirîn tu encam bi dest nexist, dozê bir AÎHM’ê. Doza Nazim Babaoglu hê jî li AÎHM’ê di qonaxa biryardayînê de ye.

30 sal borîn, lê aqûbeta Nazim nehatiye ronîkirin.