28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya plankirî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Roja 20’ê tîrmehê piştî nîvro gundê Perexê yê navçeya Zaxoya Dihokê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat topbarankirin. Artêşa tirk 4 guleyên topê li nava geştiyarên li herêmê xistin. Di encama vê êrîşa hovane de 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dan.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 8 kes zarok in, ku temenê wan di bin 18 salî de ye. Her wiha yek ji wan jî pitikek 1 salî ye. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Gundê Perexê bi ser bajarokê Derkarê yê Zaxoyê ve ye. Ev der nêzî sînorê bakurê Kurdistanê ye û cihekî geştiyariyê an go seyranê ye. Her wiha di bin kontrola PDK’ê de ye û ji derveyî hêzên PDK’ê tu hêzên leşkerî li vê qadê nînin.

Di çarçoveya êrişên dagirkeriyê de dewleta tirk a dagirker ji 2017’an û vir ve li başûrê Kurdistanê gelek êrîşên bixwîn pêk anîn. Herî dawî di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna ket nava tevgera dagirkeriyê. Di nava van 3 mehên borî de 2 hezar û 623 caran gund, bajarok, çiyayên başûrê Kurdistanê bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Hezar û 978 caran bi helîkopteran û bi hezaran carî ji qereqolên li ser sînor herêmên hate bombekirin. Li gorî daneyan ji tebaxa 2015’an û vir ve di êrîşên dewlata tirk de 138 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Bi dehan gund hatine valakirin, xweza hatiye talankirin û wêrankirin.

Artêşa tirk a dagirker di van êrîşan de gelek caran bi armanca valakirina qadê gundên herêmê kir hedef. Di vê çarçoveyê de 26’ê gulanê artêşa dagirker bi balefirên bêmirov gundê Zîweser ê Bamernê bombebaran kirin. Di encama êrîşê de du zarokên temenê wan di navbera 6 û 13 salî de jiyana xwe ji dest dan û yek jê birîndar bû. Wek her car rêveberiya PDK’ê û hikûmeta Kazimî li dijî vê êrîşa li ser sivîlan bêdeng man û vî sûcê dewleta dagirker ji nedîtinê ve hatin.

Dewleta tirk a ku ji van hevkarên xwe hêz digire êrîşên li dijî herêmê zêde kir. Komkujiya li gundê Perexê mînaka vê ya herî ber bi çav e. Ev êrîşa li dijî geştiyarên ereb pek hatî di demek kurt de li tevahiya cîhanê deng veda. Li Iraqê partî û aliyên siyasî ev êrîş bi tundî şermezar kirin û banga bersiv dayinê li hikûmeta Kazimî kirin. Ji ber ku ev ne êrîşek ji rêzê bû nerazîbûnên li dijî wê jî di wê astê de girîng û bi wate bûn. Lê wek her carê hikûmeta Kazimî û rêveberiya PDK’ê ya bi dewleta tirk re di nava xiyanetek qirêj de ne, hewl dan ku pêşî li bertekên gel bigirin û vê êrîşî jî ji rêzê nîşan bidin.

Lê wisa diyare ku êrîşa li dijî gundê Perexê pêk hatî wê bandorek mezin li vê hevkariyê bike. Cara ewile ku ji Bexdayê li dijî êrîşên dewleta tirk nerazîbûnên tund hene. Piştî komkujiya li Zaxoyê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate weşadin. Di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê tê xwestin bi awayeke fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişe. Bêguman ev helwesta Konseya Ewlekariyê li ser nerazîbûna gel a li dijî êrîşan hat. Bi taybetî li heremên Bexda, Necef û başûre Iraqê li dijî êrîşên dagirkeriyê di astek bilind de nerazîbûn heye. Bi hezaran kes daketin qadan, bi ser balyozxaneya tirk a Bexdayê û saziyên wê ve girtin. Ala tirkî hate şewitandin û bang li hikûmeta Kazimî kirin ku li dijî vê êrîşê bê helwest nemîne.

Lê hikûmeta Kazimî ya bi peymana 9’ê cotmeha 2020’an ve bi hevkariya PDK’ê û dewleta tirk a dagirker ve hatiye girêdan nikare li dijî van êrîşên qirkirinê îradeyek xurt deyne holê. Dewleta tirk a li herêmê di nava êrîşan de ye ji ber ku bi van hêzan re di nava hevkariyê de ye û bi destûra wan êrîşan pêk tîne zêde guh nade nerazîbûnên wan jî. Lê ji ber helwesta gel a mafdar Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê bi bêdilî be jî daxuyaniyek da û hewl da ku xwe ji vê êrîşê bişo. Li şûna ji malbatên qurbaniyan lêborînê bixwaze û wek her car sûcê davêje ser Tevgera Azadiyê. Lê rastî êdî vekirî li ber çavan e. Lewma daxuyaniya ku ji aliyê dewleta tirk ve hatî dayîn ji aliyê tu kesî cidî nehat girtin.

Divê bê zanîn ku dewleta tirk a dagirker li herêmê bi stratejiya komkujiya li dijî kurdan radibe. Di çarçoveya vê stratejiyê de ne li başûrê Kurdistanê tenê, li çar aliyên Kurdistanê li dijî gel komkujiyan pêk tîne. Li başûrê Kurdistanê mîna serhildana Şeladizê û Bamernê gelê li dijî van êrîşên qirkirinê xwedî helwest e û qebûl nake. Lê, partiyên ku bi dewleta tirk re di nava hevkariyê de ne li pêşiya nerazîbûna gel dibin asteng.

Aliyên siyasî yên li dijî van êrîşan bêdeng dimînin ji bo êrîşên nû jî rê nîşan didin. Di vê çarçoveyê de divê bê zanîn ku êrîşa li Perexê pêk hatî bi qasî dewleta tirk sûcdar e, ewqasî jî rêveberiya PDK’ê û Hikûmeta Kazimî jî şirîkê vî sûcî ne.