4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pişaftinê bi komirê ji holê hiltîne

Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn û zimanê wan nayê naskirin. Ne bi zimanê kurdî perwerde tê dayîn ne jî weke zimanê fermî tê qebûlkirin. Ji ber vê polîtîkayê zext li xebatên zimanê kurdî tê kirin û pişaftin li kurdan tê ferzkirin.

Her çiqas li dijî vê polîtîkayê xebatên kurdî bên kirin jî di asteke têrker pêşî li vê polîtîkayê nayê girtin. Ji ber perwerde û xizmetên bi tirkî roj bi roj zarokên kurdan ji zimanê xwe dûr dikevin û tên pişaftin.

Siyasetmedarê kurd û nivîskar Mahmût Alinak ku demeke dirêj e li dijî polîtîkayên pişaftinê banga çalakiyên bêîtîatiya sivîl li partî û rewşenbîrên kurdan dikir, li mala xwe ya li gundê Mewregê yê Dîgora Qersê dest perwerdehiya zimanê kurdî kir. Piştî ku Alinak dîmen û wêneyê vê xebata xwe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve k me xwe gihandê û derbarê mijarê de pê re axivîn.

Xeraca xwe kir fêrgeh

Alinak, diyar kir ku di 19’ê tîrmehê de xeraca mala xwe kir fêrgeh û dest bi perwerdehiya zarokên gund kiriye û wiha got: “Ez li gundê xwe Mewregê dijîm. Min xeraca mala xwe kire dibistan. Dîwarê xeracê depê me ye. Xerac bûye pol, dû,war bûye dep û komir jî bûye pênûsa me. Em ê di pêşerojê de depekî ji dar çêbikin. Ji ber ku me nû destpê kiriye niha gelek kêmasiyên me hene.”

Ji bo hejmara zarokan jî Alinak, da zanîn ku ji ber demsaliya çandiniyê ye zarok diçine karên çinînê û niha tenê perwerdehiyê dide 8 zarokên gund û ev tişt got: “Hejmara me niha kêm e. Wê di pêş de hejmara me zêde bibe. Ji ber ku dewlet li dijî xebatên bi vî rengî ye min qet alîkarî ji dewletê nexwest. Heke dewletê derfet bida min min ê li dibistana dewletê vê xebatê bikira.”

Di berdewamê de Alinak, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê kurdî qedexe ye û derbarê armanca xebata xwe de ev tişt anîn ziman: “Ev xebata me serkêşiya bêîtîatiya sivîl e. Sed sal in kurd ji dewletê dixwazin ku zimanê wan azad be. Lê dewlet çawa ku beriya 100 salan miletê kurd red û înkar dikir zimanê wî jî înkar dike. Qedexeya li ser kurdî didome. Bi armanca ku ev qedexe rabe em çalakiya bêîtîatiya sivîl dikin.”

Alinak, got ku xebata wî ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê jî pêwîste û wiha pêde çû: “Heke ev xebat bê berbelavkirin ez wisa bawer dikim ku wê di nav çend mehan de qeli ser perwerdehiya kurdî rabe. Dewlet qedexe dike em jî gazinan dikin û dibêjin mafê me bide me. Di siyaseta dinyayê de tiştek wiha tuneye; maf nayên dayîn. Divê mirov mafên xwe bike pratîkê ku dewlet neçar bimîne mafê te bide te.”

Ziman tunebe…

Derbarê xwedîderketina xebata xwe de jî Alinak, ev nirxandin kir: “Ez dixwazim her kuçe, kolan, mal, bajar bibe dibistanek. Heke siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan dil bikin em dikarin li her kuçe, kolan, mal, gund û bajarî dibistanên bi vî rengî ava bikin. Heke medyaya demokrat û medyaya kurdan û siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan xwedî lê derkevin wê ev xebat here serî. Wê dewlet neçar bimîne ku mafê kurdan bide wan.”

Ziman hebûna gel e

Alinak, bi lêv kir dewlet dikare xebata wî asteng bike lê qet jê xem nîne û bedêla wê jî daye ber çavê xwe û li gorî şertan ew ê biryara berdewamkirina çalakiya xwe bide û ev bang kir: “Ji miletê kurd, rewşenbîr, dost, xwişk û birayên xwe dixwazim ku em li zimanê xwe xwedî derkevin. Heke zimanê me ji de Pişaftinê bi komirê ji holê hiltînest biçe em ê gelek tengasiyan bikişînin. Ziman hebûna gel e ziman tunebe mirov jî tuneye.”