28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komplo qiyameta li Kurdistanê ye

Em di serdemek balkêş a diyalektîkê de ne. Mirovanî biyaniyên diyalektîka serdema xwe ne. Navê vê jî kirine destinî-kader!... Kesên ku vê rewşê weke destinî binav dikin, dixwazin komên xelkê  bixapînin. Ev siyasetek qirêj e.

Komploya 15ê Sibatê, kompleksa tirsê ye û tirs jî her dem dibe sedema qiyamet û kerasetên mezin.  Lewma min got komplo, qiyameta li Kurdistanê ye.  Ev rast e û dubare  dikim, komplo, encama  tirsa ji fikrên Abdullah Ocalan e.

Rêber Ocalan çi kir ku hêzên hegemon, ketin nava tirsê û cîhan rakirin ser piyan? Ocalan hişmendiyên cîhanê teva, dîroka 5 hezar sal a mirovaniyê li bêjingê xist û tezek avête holê. Ev tez, li dijî birîna zeletanî ku bi faşîzmeke veşartî mirovaniyê tune dikê ye.

Ji bo vê jî “Tevgereke Intelîjansiya”  ava kir û dest bi têkoşînê kir.

Faşîzma eşkere û veşartî, ji serdema Nemrûd, Fravun, Sezaran, Mogol û Îttîhad û Terakî, heta îro xwînê dimîze. Hîtler û Musolînî derketin holê, Ewropa  ew mahkum kirin. Lê faşîzma li Rojhilata Navîn û Efrîqa, hate parastin û hê jî tê xwedîkirin.

Pêşengê faşîzma li Rojhilata Navîn, ji destpêka Îttîhat û Terakkî û heta îro Ewropa ye. Destpêk jî, Peymana Sykes-Pîcot e!.. Ev peyman  avakirina netewe-dewletên li Rojhilata Navîn e. Her netewe-dewleta li Rojhilata Navîn, bûye ejderhayek û agir dibarîne. Lê ejderhayê herî har, dirrinde, êrîşkar, kujer û barbar dewleta Îttîhad û Terakî, binavê (sehwen Komar)Tirkiye ye.

Hêzên ku faşîzma  dewşîrmeyên Îttîhad û Terakkî  xwedî dikin jî Ewropa ye.

Ev rastî, bi çend gotinan nayê ziman. Lê bi kurtî û çend sernavan rêz bikin. Ewropa  sucdar e. Li hemberî ku Dadgeha Italya penaberiya Ocalan qebûl kir jî, desthilatdariya Italya, YE, Parlamentoya Ewropa, Konseya Ewropa li vê biryarê xwedî derneketin, hîna jî dernakevin. Ev binpêkirina  kanunên xwe  û peyrewa NY  ye.

Ewropa,  bi qedexeya PKKe û gotina terorê, Kurd weke potansiyala suc îlan kirine.  Ev jî bûye strana “weytî jarê” ya li ser demokrasî û şaristaniya Ewropa!…

Pirs; Gelo têkoşîna lîderekî demokrat-şoreşger-mafnas ku ji bo mafên gelê xwe, di kesayeta gelê xwe de ji bo hemû gelên bindest, bi taybetî gelên li Kurdistanê têkoşînê dike, ji lîderê dewletekê ku nijadperestiyê, cihêkariyê, teşqele, şantaj û qirkirinan dike û vê jî wek siyasetê nîşan dide ne baştir e?

Bersiv; lîderê demokrat û şoreşger rêwîtiya ber bi demokrasî, aramî, jiyana hevreyî û aştiyê dike!.. Lîderê nijadperest jî, rêwitiya ber bi qirkirin, cihêkarî, şer, wêranî, talan, birçîbûn û koletiyê dike. Ev tîpê lîderan,  jîgoloyê hêzên komploger e.

Em dibêjin, el-heq û dewam dikin; Ne Tevgera Azadiya Kurd-PKKe terorîst e, ne Abdullah Ocalan û ne nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd terorîst in. Teva li hemberî dewletek haydud  (ev gotina rêxisinên îstîxbaratên Ewropa ye), li hemberî dewletek çete û hevkarên komên çete, ji bo mafên demokratîk têdikoşin.

Teva jî, bi tewanbariya “cihêkarî û parçekirina dewletê” têne darizandin û cezakirin. Di darbeyên eskerî de jî dadgehên  taybet, têne avakirin, bi ferman û fetwayên generalên reîsê darbeyan, Kurd, çepgir, sosyalîst, demokrat, rojnamevan, parêzer  têne cezakirin û dardekirin.

Darbeyên leşkerî, diktatoriyên faşîst in, balkêş e ku di vê cûreya faşîzmê de, di çarçoveya “desturname” yan de meşrû têne binavkirin. Û cîhan jî qebûl dike  Elmanya di sala 1944an de, êşknce û komkujî weke sucê mirovaniyê qebûl kir. Lê faşîzma dewşîrmeyên Turk-i Turan  rû bi rû hatina rastiyên dîrokî re  red dike. Hêzên ku faşîzma li Elmanya û Îtalya mahkum kirin, faşîzma li Kurdistanê diparêzin.

Herkes, bi taybetî Ewropa ku xwe veke vijdanê şiyar û parestvanê demokrasî û şarîstaniyê dibîne, mafê gelê Kurd, herî kêm, “self determînasyon” ê ji nedîtîve tê.  Rast e, dîrok, erdnîgarî mirovan cûda derdixe holê, lê li her welatî, di her mercî de demokrasî, edalate û mafên mirovan, di ferhenga de yek e.

Divê Ewropa ji îlîzyona berjendiyan şiyar bibe û xwe  ji tirsa şantajên lîderê jigolîst  rizgar bike. Em li dîrokê vegerin; Ewropa, di serdema parçekirina Împeretoriya Osmanî de, li ser  erdnîgariya Kurdistanê çar dewletên tempon avakirin. Ev reşandina tovên ‘kîn’ê” bû.  Kurd mecbûr bûn, dîrokê siyaseta cîhanê, li ser  maseya emeliyatê  deynin û di wateya otopsiyan de dest  berxwedanan  bikin.

Encam jî dojehî bû. Parlamentoya Tirkiyeyê jî piştî avakirinê bi 4 salan bû holka dojehên li Kurdistanê. Kurdan jî, kanûn û raporên “mecburî îskan”,  red kirin û  dest bi berxwedanan  kirin. Îttîhad û Terakî jî “şûr” weke riya çareseriyê dît û qirkirin domandin.

Piştî pencîh salî û 28 berxwedanên bixwîn û wêranî; Abdullah Ocalan bî zanista  ku  sînoran nasnake, bi felsefeyek gerdunî derkete holê. Li hemberî aqlê dewleta otoriter, aqlê gelê demokratîk û civakên sosyal avête holê.

Rastî ev e!.. Aqlê dewleta otorîter, kujer e, hemû baweriyan entegreyî nijada serdest dike; demokrasî, edalet, wekhevî, nasname, ziman, baweriyên cûda, kulturên cûda  tune dike. Qerebalixên assosyal  ava  dike. Li  welatekî assosyal ku demokrasî, edalet, maf, hiquq lê nebe, dîktatorî heye û dîktatorî jî bêyî kiryarên faşîzan nikare li ser piyan bimîne.

Ocalan, aqlê dewleta otorîter, zaaf û wesfên red û înkarê, mahkum kir. Di çarçoveyek zanistî de, got, ‘Aqlê gelan, demokrasiya rasteqîn, civakên sosyal tez û bîrdoza min  e’ û li dijî teza aqlê dewleta otorîter û qerebalixên assosyal derket. Tevgerek Intelîjansiya ava kir û dest bi berxwedanê kir.

Ocalan, di sînorên dewletan de “federasyon-konfederalîzm” pêşniyaz kir û  bi agirbestan li riyên çareseriyê geriya. Lê  hêzên global û netewe-dewletan komploya korsanî ya 15ê  Sibatê kirin pratîkê û bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, qiyameta li Kurdistanê dane dest pê kirin.

Dîlgirtina Rêber Ocalan, înkar û tunekirina gelê Kurd e. Vegera  serdema Sykes-Pîcot û mahkumkirina gelê Kurd e. Vegera li serdema çete, dagirkerî, wêranî, talan û komkujiyên bi navê “sêva sor” e.

Komploya 15ê Sibatê, korsanî bû, li dijî kanunên gerdunî, Peymana Mafên Mirovan û peyrewa NY bû. Kiryarek bi vî rengî, tenê di sîstemên  faşîst de, bi desteka rêxistinên otorîter  dikare  çêdibe. Tu behane, tu sedem vê komployê  meşrû nakin.

Dubare dibêjim, Komploya 15ê Sibatê bû qiyameta  li Kurdistanê!..

Gelo, bi komploya 15ê Sibatê, li Kurdistan û Rojhilata Navîn, li cîhanê şer bi dawî bûn?  NA!… Bêhtir gûr û geş bûn.

Ya balkêş ew e ku, hêzên global bi komploya 15ê Sibatê û dîlgirtina  Rêber Ocalan xwestin peymana  Sykes-Pîcot  biparêzin. Lê xwe dixapînin. Ne Kurdan, ne PKK, ne Ocalan, lê dewletên ku bi destê hêzên emperyal, weke dewletên  tempon hatin avakirin; Tirkiyê û Îran peymana Sykes-Pîcot  tune dikin û aqlê faşîst, gelan qirdikin.

Bi taybetî Tirkiyê, piştî ku hêzên emperyal, Rêber Ocalan radestî wan kirin, gewî bû, di serxwe ve çû, bitir bû, di êrîşên li dijî gelê Kurd de sînor nasnekirin, çekên kimyewî jî di nav de, gelek sucên mirovaniyê kirin û dike; li hemberî Ewropa  jî  dest bi lîstik gef û şantajan kir. Li hemberî Emerîka û NATO jî, bi Rusya re flort kir, çekên konvansiyonal kirrîn û hwd..

Tirkiyeyê, bi dagirkirina xaka Iraq û Suriye jî  peymana Sykes-Pîcot  tune kir. Îranê jî, di yek xetê de, ji Iraqê,  heta bi Suriye û Lubnanê  500 baragehên eskerî avakirine. Ev jî tê wateya  tunekirina peymana Sykes-Pîcot.

Xala sêyemîn dewletbûn jî, nabe xwedî  mafên qirkirina gelan.

Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan ji bo van mafan hatin avakirin. Komîteya Venedîk, ji bo desturnameyên demokratîk werin amadekirin hate avakirin.  Xwedê giravî NATO, ji bo parastina demokrasî û mafên gelan hate avakirin- (! – ?)

Maat-teessûf, dewlet-netewe bûne çavkaniyên kiryarên gelekî xerab. Yekîtiya Ewropa ku îddîa dike hemû riyên cîhanê digihine avaniya li Schumanê, xwe wekî “navenda şaristaniyê, şefkat, dilsozî û parastina nirxên mirovaniyê” dibîne, teşbîh giran  be jî, maat-teessuf  bûye “dîwan-î eskerî.”

Em bi du mînakên kolan û civakî dewam bikin: Komploya 15ê Sibatê, bi fikrê selefkariya Hecî Pepe hate kirin. Van hêzan,  çakûç hem li nal xistin, hem li bizmar xistin. Di encamê de bê sînor mirov hatin kuştin, gund û bajar  hatin wêrankirin. Ev wêranî û tunekirin dewam dike.

Hecî Pepe Midyadî bû, pirr dewlemend bû,  selefa selefê distand,  hemû esnaf, karmed û gelek gundî dibin selefa wî de dinalîn. Wekî “Bazirganê Venedîk” kar dikir. digot, eger pereyên min nedin, ez ê heta bi derpiyê jin û keçên wan ji wan bistînim.

Lê hêzên komploger, li gel şelandina heta bi derpiyên mirovan, cane wan jî distînin.

Nalbent Heydo jî, li anîşka rastê ya çaryana Midyadê dewarên stur (hesp, bergîl û mehîn) nal dikirin. Digot, eger ez çakûç hem li nal, hem li bizmar bidim, wê sima heywan parçe bibe û seqet bibe. Ev jî gunehkariyek mezin e.  Ez nikarim vî barê giran hilgirim. Lê Hêzên komploger, bê perwa çakûç li nal jî, li bizmar jî dixin:

Vêce,  Komploya 15ê Sibatê, selefkariya Hecî Pepe û şer-îyeta  keyfî ye û kiryarek canawarî ye. Her canawerê ku agir ji devê xwe bibarîne zebaniyê li devê dergehê dojehê ye. Lewma  dibêjim komploya 15ê Sibatê  qiyameta li Kurdistanê ye.