6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cenevreyê ciwanên kurd konferansekê li dar dixin

Tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên girtiyên siyasî yên li cîhanê, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê li Zanîngeha Cenevreyê di konferansekê de bêne nirxandin

Konferans li ser tecrîdê û binpêkirina mafên girtiyên siyasî dê di 24’ê Sibatê roja Şemiyê de li Zanîngeha Cenevreyê were lidarxistin. Konferans ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurd a Zanîngeha Cenevreyê (ADEK) û Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê bê lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê, MAF-DAD û Tevgera Dostiya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP) jî piştgiriyê didin konferansê.

Axaftina destpêkê ya konferansê wê ji aliyê parêzer Olîvîer Peter û nûnerê ADEK’ê ve bê kikirin. Konferans wê ji 3 rûniştinan pêk were. Di beşa destpêkê ya konferansê de wê bi sernavê “Sedemên avakirina girtîgehan û wateya wan ji bo mehkûmên siyasî, ji bo muxalîfan avakirina girtîgehan û li tevahiya cîhanê mehkûmên siyasî” wê pêşkêşiyek bê kirin. Di vê beşê de wê endamê berê yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê Dr. Jean Pîerre Restelllînî, ji parêzerên Baroya Brukselê Jean Fermon biaxivin. Moderatoriya vê beşê jî wê ji aliyê Seroka berê ya parlamenta kantonê û Cenevreyê Elîsabeth Decrey Warner ve bê kirin.

Di rûniştina duyemîn de jî wê bi sernavê “Dîroka girtîgehên Tirkiyeyê, kiryarên li dijî mehkûmên siyasî û rewşa heyî ya li Tirkiyeyê” wê pêşkêşî bê kirin. Hevseroka ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn, endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Zelal Aydogan û siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş weke qiseker wê beşdar bibin.

Di beşa dawî ya konfeansê de jî wê yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Alîkarê Serokê Komîteya Piştevaniyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Jean Zîegler û bi navê MAF-DAD’ê jî Mahmût Şakar weke qiseker tevlî bibin.

Di konferansê de wê bi zimanên Fransî, Îngilîzî û Kurdî werger bê kirin.