17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komplogeran winda kir û paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû

Komploya hêzên navnetewî yên di nav NATO’yê de ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anîn bi ser neket. Di pêvajoya 24 salan de paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, 24 sal berê di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Pêvajoya komployê ku gelê kurd weke “Roja Reş” penase dikin çawa pêş ket û armanca wê çi bû?

Piştî ku Yekitiya Sovyetan têk çû şert û merc li gorî bloka emperyalist a Rojava guherîn. Hêzên kapîtalîst ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşengtî dikir û dewletên di nav NATO’yê de jî pê re bûn, bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) xwestin herêmê dîsa dîzayn bikin, hewl dan bi êrişa li dijî Navenda Bazirganiyê re vê plana êrişa xwe rewa nîşan bidin. Di vê planê de Spanya û Tirkiye wek hevserok hatibûn hilbijartin. Derheqê planê de yekemîn car Şêwirmenda Ewlehiyê ya Neteweyî ya Serokê DYA’yê George W. Bush, Condoleezza Rice bi ser navê “Transforming Middle East” di 7’ê tebaxa 2003’yan de gotarek parve kir û bi vê yekê re hemû cîhan ji vê planê haydar bû. Plan, li Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji hêla Rice bi xwe ve hat birêvebirin.

Di çarçoveya planê de li gelek welatên weke Efxanistan, Irak, Misir, Tûnûs, Libya û Sûriyeyê li du hev mudaxile hatin kirin. Rola “baregeha lojîstik” jî dan Tirkiyeyê. Piştî mudaxaleyên ji ber sedemên cuda hatin kirin, çavkaniyên enerjiyê yên welatan ji şîrketên rojava re hatin pêşkeşkirin. Lê belê bi tesfiyekirina hêzên şoreşger û azadîparêz ên li herêmê û serokên wan re pêkhatina planê pêkan bû. Di vê çarçoveyê de îmha û tesfiyekirina Ocalan hate hedefkirin; komplo ji aliyê hêzên ku li pişt wê Amerîka, Ingilistan û Îsraîlê ve hate destpêkirin.

Li ser sînorê Sûriyeyê gef li wan hat xwarin

Di sala 1998’an de dema Serokkomar Suleyman Demîrel û Serokwezîr jî Bulent Ecevît bû, ji bo Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin, zext li Serokkomarê Sûriyeyê Hafiz Esad hate kirin. Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê demê Atîlla Ateş ku ji ekolê leşkerî ya alman tê ku demekê li Bonnê ataşeya leşkerî ya Tirkiyeyê bû, di 16’ê îlona 1998’an de bi rengekî kes li bendê ne bû bi yekîneyên leşkerî yên li ser sînorê Sûriyeyê re derket kontrolê. Ateş di serdana xwe ya li Fermandariya Hidût a li navçeya Reyhanli ya Hatayê bi gotinên “Miletê tirk di vê mijarê de êdî hatiye dawiya niyeta baş. Êdî sebra me nema” li ser Ocalan gef li Sûriyeyê xwar.

Piştî gefên Ateş, Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel jî gefa mudaxaleya leşkerî li Sûriyeyê kir. Demîrel di vekirina parlamentoyê ya 1’ê cotmehê de bi gotinên “Di rastiyê de Sûriye polîtîkayeke vekirî ya dijminatiya li Tirkiyeyê dişopîne. Bi awayekî çalak piştevaniya PKK’ê didomîne. Ez careke din ji cîhanê re radighînim ku li dijî Sûriyeya ku tevî hemû hişyariyên me yên aştiyane jî dev ji helwesta xwe ya dijminane bernedaye sebra me li ber xelasbûnê ye” gefa şer li Sûriyeyê xwar.

Rola NATO’yê

Dema ku gefên Ateş û Demîrel ên “şer” berdewam dikirin, ji welatên rojava jî têkildarî “mafdarbûna fikarên ewlehiya rewa yên Tirkiyeyê” li du hev daxuyaniyên piştevaniyê hatin. Tirkiye ya ku ji aliyê hevalbendên xwe yên NATO’yê ve hat destekkirin, ji bo aloziyan zêde bike derbasî qonaxa duyemîn bû û mayîna Ocalan a li Sûriyeyê weke “sedema şer” ragihand. Tirkiyeyê piştî vê îlanê gelek leşker birin ser xeta sînor. Di encama zexta hêzên navneteweyî de, Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û derbasî Yewnanistanê bû. Lê belê Yewnanistanê mayîna Ocalan a li welêt qebûl nekir .

NATO’yê ne tenê teşe da êrişa tirkan a li ser Sûriyeyê, her wiha şêwaza pêvajoya komployê domand. Ocalan pişt re ji aliyê Yewnanistan a gazî wî kirî ve nehat xwestin. Savvas Kalenderîdîs ê ji Daîreya Îstîxbarata Neteweyî ya Yewnanistanê, ku bi rêveçûna pêvajoya li dijî Ocalan re wezîfedar bû, wê ev rewş piştre wî bixwe vegota.

Kalenderîdîs, di hevpeyvîna ku di 21’ê gulana 2013’an de bi rojnamevanê kurd Noraldin Waisy re kiribû de, têkildarî rola NATO’yê ya di pêvajoyê de hin delîl dianîn ziman. Kalenderîdîs diyar kir ku şefê îstîxbaratê ku nexwest navê wî li balafirgehê bide ji Ocalan re gotiye “Yewnanistan weke endameke NATO’yê nikare wî li welatê xwe bihewîne” û îşaret kir ku pêvajo ji aliyê NATO’yê ve hatiye birêvebirin.

Amerîka: Radestî Tirkiyeyê bikin

Ocalan ê li ser helwesta Yewnanistanê bi vexwendina baskê jêrîn ê Parlamentoya Rûsyayê Dûmayê çû Moskovê, ji aliyê personelên ewlekariyê yên rûs û cîgirê berê yê Serokê Meclisa Dûmayê Vladîmîr Jîrînovskî ve hat pêşwazîkirin. ‘Penaberiya siyasî’ ya ji aliyê Ocalan ve ji Rûsyayê hat xwestin, nehat qebûlkirin. Piştî ku Rûsyayê Ocalan qebûl nekir, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser kirîna gaza rûs ‘Projeya Mavî Akimê’ hate îmzekirin. Li ser Rûsyayê zextên xwe zêdekirin, Ocalan di 12’ê mijdarê de berê xwe da Îtalyayê. Di serî de Serokwezîrê Îtalyayê yê ji Partiya Demokrat a Çep Massîmo D’Alama bi hewldana hevparê xwe yê rêveberiyê Partiya Komunîst re helwesteke erênî nîşan da. Lê belê di demeke kin de eşkere bû ku hebûna hikûmeteke çep a li Îtalyayê ku welatekî NATO’yê ye, wê nikaribe ji polîtîkayên bingehîn ên NATO’yê serbixwe tevbigere û wê nikaribe xwe li zextan rabigire.

Serokê dewleta Amerîkayê ku welatê damezrîner ê NATO’yê ye, Bill Clînton di 24’ê mijdara 1998’an de bi telefonê Serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D’Alema geriya û bi gotina “Ji şaşitiyeke dîrokî vegere” gef lê xwar. D’Alema êdî nekarî xwe li zextên DYA’yê rabigire.

Di vê pêvajoyê de DYA û hevalbendên wê yên NATO’yê ji bo ku Ocalan biçe welatên cîhanê yên sêyem ên “qeydên wan ên îdarî ne paqij” , “cihê ku qanûn lê nebin” û ew jî di bin kontrola DYA’yê û hevalbendên wê yên NATO’yê de bin, gav diavêtin.

Kalenderîdîs di heman hevpeyvîna xwe ya bi Waisy re qala vê rewşê jî kir. Kalendrîdîs armanca zexta DYA’yê ya li ser Îtalyayê wiha rave kir: “Heyeteke bilind a Amerîkayê serdana Îtalyayê kir û hewl da Ocalan qaneh bike ku wî bişîne welatekî ku bêhiqûqî lê serdest e. Ocalan dikarîbû bi hêsanî ji wir bihata revandin.”

Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema di 15’ê gulana 2013’an de di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya Hurriyetê re gotibû “Tirkiye nota li ser notayê dişandin lê em li çareyan digeriyan. Serokê DYA yê wê demê Bîll Clînton ket dewrê. Telefonî min kir û got ‘Ocalan terorîst e. Wî radestî Tirkiyeyê bikin.’”

Rûsya, Kirgizistan, Yewnanistan

Piştî 66 rojan, Ocalan di 16’ê çileya 1999’an de bi balafireke ku ji aliyê Serokwezaretiya Îtalyayê ve hat tehsîskirin, careke din şandin Rûsyayê. Rojek piştî ku hat Rûsyayê ji Ocalan re hate ragihandin ku Serokwezîrê Rûsyayê Prîmakov gotiye: “Hikûmeta me nahêle tu li vir bimîne. Hûn neçar in di nava sê rojan de Rûsyayê bê hincet bihêlin, lê em ê cihê hûn diçinê diyar bikin.”

Ocalan, beriya serdana Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Madeleine Albright a Moskowayê di 20’ê çileyê de bi darê zorê li balafira kargoyê hate siwarkirin û revandin paytextê Kirgizistanê Bîşkekê. Ocalan 8 rojan li mala gund a li vir hate ragirtin û têkiliya wî bi cîhanê re hate qutkirin. Ocalan di 29’ê çileyê de paş ve anîn Atînayê. Li wir Ocalan birin mala nivîskar Vula Damyanaku. Serokê Daîreya Veşartî ya Yewnanistanê Haralambos Stavrakakîs ku haya wî ji hatina Ocalan a Yewnanistanê hebû lê haya wî jê tinebû ku li ku dimîne, ji wekîlê xwe Savvas Kalenterîdîs xwest ku cihê wî tespît bike. Polîsan avêtin ser mala Amîral Antonîs Naksakîs ê teqawît bûyî û têkiliya wî bi Ocalan re nêz e.

Wezîrê Karên Derve Teodoros Pangalos Paksakis bi rêya hevdîtina xwe ya 30’ê çileyê ya bi Amîralê teqawîtbûyî Naksakîs re ji Ocalan re got, “Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinekê bikin. Di aliyê hiqûqî de wê kirariyên pêwîst bên kirin. Wê nêzîkatiyeke cudatir nebe. Di vî warî de em dixwazin rewşa we bi awayekî şênber nîqaş bikin. Ez ê bi xwe beşdarî vê civînê bibim.”

Ocalan ê bi Naksakîs re çû cihê hevdîtinê, hêvî dikir ku bi Wezîrê Karên Derve Pangalos re hevdîtinê bike lê belê bi wezîfedarên îstîxbaratê Stavrakakîs û Kalenderîdîs re hevdîtin kirin. Li vê derê Stavrakakîs li vê derê bi gotinên “Em heta saet 4’ê sibehê dem didin we. Naxwe tişta em dizanin em ê bi zorê bikin” gef li Ocalan xwarin.

Plana Yewnanistanê

Li hemberî helwesta neyînî ya hikûmeta Yewnanistanê, Ocalan pêşniyar kir ku biçe Hollandayê. Lê belê Stavrakakîs pêşniyar qebûl nekir û anî ziman ku li gorî Peymana Schengenê Hollanda dikare Ocalan ji nû ve radestî Yewnanistanê bike. Li ser vê yekê, lêgerîna li welatekî sêyemîn ê li derveyî Peymana Şengenê hat destpêkirin û biryara Belarûsê hat dayîn. Li gorî planê wê Ocalan destpêkê bibin Mînskê û piştre jî bi balafireke duyemîn bibin Hollandayê û bi vî rengî pêşî li radestkirina wî ya ji bo Yewnanistanê bihata girtin. Yewnanistan girêdayî planê nema. Balafira ku Ocalan bibe Hollandayê ku 7 saetan li Balafirgeha Mînskê li bendê ma nehat. Piştî ku balafir nehat hewl hat dayîn Ocalan ji balafira yewnan bînên xwarê. Dema Ocalan li dijî vê yekê li ber xwe da, saet li dora 04.00’an bi heman balafirê vegeriya Atînayê. Ocalan li vir dîsa ji aliyê endamê NATO’yê Stavrakakîs ve hate pêşwazîkirin. Di heman şevê de Ocalan bi lez û bez birin girava Korfûyê ku baregehên leşkerî yên Amerîka û Ingilistanê lê ne û daxwaza wî ya çûna Sirbîstanê jî û xwesteka wî ya vegera herêmê jî hate redkirin.

Peymana petrolê

Dema 31’ê çileyê de li Balafirgeha Mînskê ev yek pêk dihat, piştre derket holê ku di civîna Forûma Aboriyê ya Cîhanê ya di 30’ê çileyê de li Davosê pêk hat de, Ocalan bûye mijara muzakereyên Serokwezîrê Rûsyayê Pîromakov û şîrketên petrolê yên DYA’yî. Di vê peymanê de ku wê weke “Peymana Davosê” derbasî dîrokê bibe, biryar hat dayîn ku petrola Kazakistanê bi rêya Rûsyayê û petrola Azerbaycanê jî bi rêya Tirkiyeyê were belavkirin. Li gorî vê peymanê, Tirkiye wê pêşî li belavkirina petrola Kazakistanê ji aliyê Rûsyayê ve bi rêya Tengava Çanakkale û Stenbolê negirta. Di berdêla vê de jî Rûsan wê destûr bida xeta boriya Bakû-Ceyhanê û serlêdana penaberiyê ya Ocalan qebûl nekiribûna.

Amerîka: Derxîin tev li tiştekî din nebin

Di sibeha 1’ê sibatê de Pangalos bi rêya Sefîrê Bilind ê DYA’yê yê li Atînayê Nîcolas Bûrns agahî da DYA’yê û diyar kir ku Ocalan li Yewnanistanê ye. Bûrns li ser vê yekê ji Pangalos re ev ferman da: “Temam hûn wî ji Yewnanistanê derxînin, tev li tiştekî din nebin.” Di êvara heman rojê de, wezîfedarê îstîxbaratê Kalenderîdîs, ku dema Ocalan li navenda îstîxbaratê ya li Korfûyê dihat ragirtin hat cem Ocalan, ev peyama ku hemû dewletan li ser li hev kir ji Ocalan re ragihand: “Em bi ser ketin! Ez bi Pangalos ra axivîm, ew ji te lêborînê dixwaze. Ji ber ku nebaşî tevgeriya, xemgîn im. Me çareseriyek dît, em dê te bibin welatekî Efrîqayê. Hûn ê di bin temînata hikûmeta Yewnanistanê de bi awayekî dem kî li vir bimînin, di vê demê de pasaporta we dê bê amadekirin û dê we bibin Komara Başûrê Efrîqayê.”

Gumanên Ocalan ên li ser pêşniyarê hewl da bi gotina “Hûn ê li Sefaretxaneya me ya li Efrîqayê bimînin. Ev der erdên yewnan in, mûxafezeya wan heye. Ji bilî me tu hêz nikare dest lê werde û hûn ê li wir bi rengekî ewle bimînin. Ewlehiya we dê pêk were” ji navê rakirin.

Kenya

Kalenderîdîs ku di vê hevdîtinê de qet qala Kenyaya bi Ocalan re nekir, anî ziman ku ev hedef ji bo Efrîqeya Başûr rawestgeheke navberê ye. Bi refekata Kalenderîdîs Ocalan ji Girava Korfûyê hat wergirtin û ji bo balafira Efrîqayê derket rê. Wesayîta ku Ocalan bir balafirgehê 7 caran li ser rê sekinî û ajokarê wesayîtê sed metre beriya balafirgehê hat guhertin. Wesayîta ku bi ajokarê nû re diçû, li baskê balafirê xist. Ji ber vê yekê Ocalan birin balafireke din a Swîsreyê ku li balafirgeheke leşkerî ya veşartî dihat ragirtin û ji vir ber bi Kenyayê ve hate revandin.

Plana qeza û ‘qezenckirina demê’

Ocalan wê piştre bigota ku balafira ku jê re hatibû gotin wê wî bibin Efrîqayê heman balafir e ku ew anîbûn Tirkiyeyê û ji ber qezayê ji bo wext qezenc bikin ew birin Kenyayê. Ocalan pişt re wiha qala tiştên wê rojê hatibûn serê wî dikir: “Dihat gotin ev balafir ji aliyê Pangalos ve hatiye amadekirin. Remzên wê jê kiribûn. Pişt re derket holê. Hêj ez li Korfu bûm hikûmeta Simitis, Amerîka û Tirkiye li hev kirine û plansaziya min bibin Tirkiyê kirine. Pişt re bi hêcetên qezayê ji bo demê qezenc bikin Kenyayê xistin dewrê.”

Ocalan roja 2’yê sibata 1999’an berdestî sibê gihîşt Balafirgeha Naîrobî ya Kenyayê. Ev balafira Ocalan biribû Kenyayê jî ji aliyê Gladioyaya NATO an jî ji aliyê CIA ve hatibû amadekirin û ji Swîsreyê hatibû. Li Balafirgeha Nairobi Sefîrê Yewnanistan yê Kenyayê George Kostoulas, Ocalan pêşwazî kir. Kostoulas ku cara ewil bû bi Ocalan re rûbirû mabû wiha gotibû: “20 sal in ez li NATO’yê li ser yekîneya ku te lêkolîn dikim disekinim. Ez li esmanan li te digeriyam min te li erdê dît.” Van gotinên Kostoulas hemû plansaziya tesfiyeyê ya NATO’yê radixist ber çavan ku komplo organîze kiriye.

Civînên koordînasyonê yên hemwaxt

Dema ku Ocalan li Kenyayê bû, di 3’yê sibata 1999’an de di navbera Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathourîma û Sefîrê Yewnanistanê George Kostoulas de hevdîtineke veşarî hatibû kirin. Dema ku vê hevdîtinê dihat kirin, li Enqereyê jî di navbera heyeteke di bin serokatiya Şefê Îstixbarata Îsraîlê David Ivry û rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) û Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê de civînek pêk hat. Di 4’ê sibatê de bi tevlibûna CIA’yê ev civîn berdewam kirin.

Di 4’ê sibata 1999’an de li Wezareta Karên Derve ya Kenyayê, di navbera Sekretera Daîmî Kathoûrîma û sefîr Kostoûlas de hevdîtineke din jî pêk hat. Di êvara heman rojê de endamekî CIA’yê, li mala wî bi Musteşarê MÎT’ê Şenkal Atasagun re hat gel hev. Rayedarê CIA’yê, bi fermana Serokê Amerîkayê Clînton, ji bo girtinê Ocalan operasyonê pêşniyarê MÎT’ê kir. Tirkiyeyê ev pêşniyar qebûl kir û piştre serokwezîrê demê Bulent Ecevît jî ev daxuyanî da: “Di 4’ê sibatê de agahiya ku Ocalan dikare ji Efrîqayê bê girtin ji me re hat. Li ser vê ev mekanîzma ket dewrê.” Di vê navberê de her cûre zext li Ocalan dihat kirin ku mala Sefîrê Yewnanistanê yê Kenyayê terk bike, wî jî ji bo ku dernekeve li ber xwe dida.

Ocalan, wan rojan wiha vegotibû: “Bi taybetî di navbera 4-15’ê sibatê de zext li min dihat kirin ku derkevim derve; di navberekê de hat xwestin ku li mala keşekî Kenyayê bi cih bibim. Di bin ewlehî û berpirsyariya Yewnanistanê de. Lê min ev daxwaz red kir. Careke din jî hat xwestin ku li mala Wezîrê Tenduristiyê yê Kenyayê ku dihat gotin yewnanî ye bi cih bibim. Min vê daxwazê jî ki ber ewlehiyê qebûl nekir. Ji vir jî diyar dibe ku di rastiyê de îmhaya min hatiye plankirin. Ji ber ku ev nebû Îmrali ket dewrê.”

Plana kuştina Ocalan

Di vê navberê de amadekariyên balafira ku Ocalan pê radestî Tirkiyeyê bê kirin dihatin kirin. Balafira ku amadekariyên wê temam bûn, di 10’ê sibata 1999’an de ji Stenbolê çû Balefirgeha Entebbeyê ya Ûgandayê. Piştre derket holê ku ev balafira bi tîpa Falcon 900B ku ji aliyê şîrketa Dassaûlt a Fransayê ve hatiye çêkirin a Karsaz Cavît Çağlar e. Taybetmendiya vê balafirê ew bû ku bênavbera dikaribû 7 saetan bifire.

Di 13’ê sibatê de Musteşarê Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Theodoros Pangalos, Vasîlîs Papaîoannoû, li sefîr Kostous geriya û fermana Pangalos a bi zorê derxistina Ocalan a ji sefaretxaneyê jê re ragihand. Li gel hemû zordariyan jî Ocalan ji mala sefaretxaneyê derneket. Ev plan jî bi berxwedana Ocalan vala derket. Lê Atîna, vê carê biryar girt ku ji bo derxistina Ocalan a ji seferatê komeke ji 4 kesan pêk dihat ji Yewnanistanê bişîne seferatxaneyê. Weke ku Ocalan jî beriya niha anîbû ziman, bi vê planê dihat xwestin ku Ocalan ji seferatxaneyê bê derxistin û bê îmhakirin. Piştre ev plan, ji aliyê kesên ku Ocalan li Îmraliyê pêşwazî kiribûn ve bi van gotinan “Heke polîsên yewnan te ji sefaretê derbixistana, me amadekarî kiribû, me yê te bikuşta” hatibû zelalkirin.

Tiştên di 14’ê Sibatê de qewimîn

Şeva ku 14’ê sibatê bi 15’ê Sibatê 1999’an ve girê didda, remzên rasteqîn ên li ser balafira ku wê Ocalan bibira hatin jêbirin û li şûna wan remzên Malezyayê û ala wê pê ve hatin zeliqandin. Serê sibeha 15’ê Sibata 1999’an Şefê Protokolê yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê hat avahiya sefaretxaneyê û sefîr George Kostoûlas bir cem Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathoûrîma. Piştî civîna ku li vir pêk hat Kostoûlas, di saetên êvarê de Savvas Kalenterîdîs jî girt cem xwe û vegeriya malê. Kontoûlas, diyar kir ku dema ku daye Ocalan 15’ê Sibatê ye û divê ji mala seferatxaneyê derkeve. Xwestina dema rojekê ya Ocalan jî bi van gotinan qebûl nekir: “Bi şev çi bibe nikarim teqez bikim.”

Piştî vê hevdîtinê bi çend saetan, 5 wesayîtên bi plaqa Hikûmeta Kenyayê û 3 cîpên bi tîpa Land Rover ku polîs di wan de, li ber derê mala sefîr Kostoûlas ku Ocalan lê ye, bi cih bûn. Şefê Îstixbarata Kenyayê Noan Arap Ta ku bi wesayîtan hatibû, destpêkê bi sefîr Kontoûlas re hevdîtinek pêk anî û piştre bi Ocalan re jî hevdîtinek kir. Ocalan, diyar kir ku heke garantiya hikûmetê tune be wê dernekeve. Noan Arap Ta jî got, ‘balafir amade ye demek zûtir derkevin. Şev nêz dibe, bi şev çi bibe nikarim teqez bikim.’ Li ser israra Ocalan, Noan Arap Ta hinek din jî pêş de çû ev tişt ji Ocalan re got: “Heke hûn dernekevin wê bi şev ji bo we ne baş be, em naxwazin li welatê xwe xwînê birijînin.” Ji ber ku Ocalan nedixwest li cihê ku lê derkeve, sefîr Kostoûlas û îstixbaratkar Kalenterîdîs ketin dewrê. Kalenterîdîs, li ser navê hikûmeta Yewnanistanê garantî da Ocalan. Dayîna garantiyê ya li ser navê Hikûmeta Yewnanistanê ya Kalenterîdîs, bandor li Ocalan kir ku ji mala sefaretxaneyê derkeve.

Li hewşa mala Sefîr Kostoûlas, li gel hemû îtîraz û nîqaşan jî polisên Kenyayê, li ber çavê sefîr Kostoûlas û îstixbaratkar Kalenterîdîs Ocalan bi zorê li wesayîta xwe siwar dikin. Koma ku wê Ocalan bibe Tirkiyeyê ew koma ku li paytexta Ûgandayê Kampalayê li Otela Entebbe Lake Vîctorîayê bi cih bûbû û li benda agahiya ku ji Kenyayê bihata bû. Ocalan ji mala sefîrê Kostoûlas ku bi awayekî fermî xaka Yewnanistanê tê hesibandin hat revandin û anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Îmraliyê.

Radestkirina Ocalan a ji bo Tirkiyeyê, ji aliyê Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît ve di 16’ê sibatê de hat ragihandin. Ecevît di axaftineke xwe ya pişt re de matmayîna xwe ya têkildarî radestkirina Ocalan a li Tirkiyeyê bi van gotinan anîbû ziman: “Min hêj fêm nekiriye ku Amerîkayê çima Apo daye me.”

Paradîgmaya Ocalan

Pêvajoya komployê ya bi armanca tesfiyekirina Ocalan û PKK’ê, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi rengekî cuda dewam kir. Di nava şert û mercên tecrîda giran de Ocalan li dijî sîstema kapîtalîst paradîgmaya “demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê” derxist pêş. Ocalan bi fikrên xwe yên ku li ser îdeala civakeke bêdewlet hatine avakirin, bû serokekî ku çavê cîhanê lê zivirîn. Fikir û sekna Ocalan a li Îmraliyê tiştên bi komployê dihatin hedefgirtin zêdetir vala derxist. Pirsgirêka kurd, ji pirsgirêkeke ku di navbera “Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê” de bû derket karaktereke navneteweyî bi dest xist. Ji bo kesên ji sîstema kapîtalîst ne razîne, neteweyên bindest, femînîst û sosyalîstan, paradîgmaya Ocalan bûye navendeke gerdûnî ya balkêşiyê. Kurdên ku bi fikrên Ocalan tevdigerin, li erdnîgariyên ku tê de dijîn destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Ajansa Mezopotamya