3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken derket tûra Rojhilata Navîn

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, dest bi tûra Rojhilata Navîn kir û heta sibê li herêmê be.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, derket tûra Rojhilata Navîn. Li gorî nûçeyeke ku Dengê Amerîka (VOA) derbas kiriye, wê Blinken destpêkê serdana Misrê bike. Wê îro Blinken bi Serokkomarê Misrê Fattah El-Sisi û Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Shoukry re hevdîtin bike.

Dîplomatê payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf, der barê serdana Blinken de agahî dan û diyar kir ku wê Blinken hem bi reyedarên hikumetan hem jî bi kesên derveyî hikûmetan re hevdîtinan bike.

Blinkeng piştî Misrê wê derbasî Îsraîl bibe û li Îsraîl û Şerîya Rojava hevdîtinan bike. Tê payîn ku di van hevdîtinan de êrîşên Îsraîl û Filistînê yên li dijî hev bên axaftin.

Her wiha wê di hevdîtina Blinken a Îsraîlê de wê şerê Ûkrayna û bernameya nukleerê ya Îranê jî bê nirxandin.

Piştî hevdîtinên xwe yên Îsraîlê wê Blinken derbasî Şerîaya Rojava bibe û bi Serokê Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtin bike. Her wiha wê Blinken bi nûnerên rêxistinên sivîl re jî bicive.