6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata li Lubnanê: Divê ji bo azadiya Ocalan yekitiyek hebe

Beşdarên komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ diyar kirin ku di doza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de kêmasiyên her kesî hene û bal kişandin ser girîngiya yekitiya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.

Îro li paytexta Lubnanê Beyrûtê, ji bo nîqaşkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina wan, ‘Komxebata Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ tê lidarxistin.

Komxebatê bi sirûda nîştimanî ya Lubnanê dest pê kir, piştre der barê şer, alozî, şoreş, zordarî û gendeliya li Rojhilata Navîn de dîmenek hat nîşandan.

Piştre sekreterê giştî û damezirînerê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê Alfred Riachi axaftina destpêkê kir. Riachi got: “Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were, divê demokrasî pêk were.”

Alfred Riachi wiha domand: “Em formeke kollektîf û wekhev di navbera hemû beşên civakê de pêşkêş dikin. Em ne cudaxwaz in û parçebûnê naxwazin, em azadîxwaz in. Em azad ji dayik bûn, azad dijîn û em ê azad bimirin.”

Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaeddîn Şaban jî axivî û daxwaza yekitiya herêma Rojhilata Navîn kir û têkildarî baweriya bi Amerîkayê hişyarî da.

Şaban anî ziman ku di doza Ocalan de her kesî kêmasî kiriye û got: “Çawa ku me azadiya Nelson Mandela pêk anî, divê her kes ji bo azadiya Ocalan a fîzîkî jî bibe yek.”

Piştî axaftinan, rûniştina yekemîn a bi sernavê “Aloziya global, sedem û encamên wê, bandorên aloziyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, bandora aloziyê li Lubnanê, rêbazên çareseriyê, doza rêveberiyê li Rojhilata Navîn” dest pê kir.

Rûniştin ji aliyê Zeyd El Eyûbî ve tê birêvebirin û tê de Yûsif Selame, Reşa Îtanî, Kemîl Şemûn, Êlî Ebû Ewn û Foza Yûsif diaxivin.