spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Şengalê ji bo hevdîtinê li Bexdayê bû

Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rêveberiya Xweser a Şengal li ser êrişên li ser Şengalê û vegera şengaliyan bi Wekîlê Giştî yê Wezareta Koç û Koçberan Dr. Kerîm El Nûrî re li Bexdayê hevdîtin pêk anîn.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’e erîşî Şengalê kir û di encamê de  bi hezaran êzidî hatin qêtil kirin û bi hezaran ji koç kir. 350 hezar şengaliyen ku canê xwe ji destê DAIŞ’ê xilas kirin  berê xwe da riyên koçberiyê.  Şêngal bi deste şervanên PKK, YPG,YPJ û hezên êzidiyan YBŞ’ê di 11 mijdarê de hatin rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê nezîkê 170 hezar şengalî vegeriyan ser axa xwe. Êzidiyen derveyî Şengalê mane jî zedetir başurê Kurdistanê li kampan diman. Nezikê 60 hezar êzidî li kampen di bin himaya PDK’ê de diman.  Şengala ku bi sistema Reveberiya Xwaser a Demokratîk tê meşandin her ku diçe xwe bi hez dike.

Hevpeymana 9 cotmehê hat nîqaşkirin

Tevgera Azadiya Jinen Êzidi (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser û saziyen wê ji bo vegera gel ketin nav hewildanan. TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê ya ji bo êzidiyan ji koçberiye xilas bikin li Şengal û li derveyî Şengalê kar û xebatan dimeşînin, bi şandeya ku ji Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Suham Dexîl, Hevseroka Rêveberiya Xweser Riham Hesen, Endama TAJÊ  Emşe Şengalî pêk tê, bi Wekîlê Giştî yê Wezareta Koç û Koçberan Dr. Kerîm El-Nûrî re duh li Iraqê hevdîtinê pêk anîn.

Di hevdîtinê de rewşa koçberên di kampên başûrê Kurdistanê de, rewşa malbatên ku vegeriyane Şengalê, siyaseta PDK’ê ya li ser koçberan, bandora hevpeymana 9’ê Cotmehê ya li ser vegera koçberan, bandora êrişên dewleta tirk ên hewayî, rewşa jin û zarokan, taybet zarokên êtîm her wiha rola Rêveberiya Xweser a li Şengalê ji bo alîkariya koçberên ku vegeriyane, hate nîqaşkirin.