7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongra Star li hemû gund û bajaran zilaman perwerde dikin

Berdevka Kongra-Star a Kantona Hesekê Rmaa Mahmûd anî ziman ku bi minasebeta 25’ê mijdarê Kongra Star li hemû gund û bajaran zilaman perwerde dike.

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li Diijî Tundiya li Ser Jinan li gelek navendan jin dadikevin qadan û çalakiyan li dar dixin. Ji kuştina jinan bi dawî bibe, tecawiza li dijî jinan, tundî, zext, binpekirina mafên jinan bi dawî bibe, jin li qadan daxwazên xwe tînin ziman û bang li rayedaran dikin ku êdî zagonên ku mafê jinê diparêze saz bikin. Li Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştî Şoreşa Rojava jinan di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin kirin. Niha jin hem xwe perwerde dikin û hem jî zilaman perwerde dikin.

Berdevka Kongra-Star a Kantona Hesekê Rmaa Mahmûd têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li Dijî  Tundiya li ser Jinê û bandora Şoreşa Rojava li ser Jinê nirxandin kir.

‘Berê jin xwedî qedr û qîmet bû’

Rmaa Mahmud, anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewil li ser pêvajoya civaka xwezayî kir û wiha got: “Dema em qala tundiya li ser jinê dikin, em daîmî li civaka xwezayî digerin. Jin di civaka xwezayî de xwedavend bû. Wekhev bû. Xwedî qedr û qimet bû. Rêvebera civakê bû. Dayikê ji her alî de civaka gund bi rêve dibir û pêşengî dikir. Hem zarokên xwe û hem hemû derdora xwe hem bi rêve dibir, hem diparast û hem jî xwedî dikir. Jin di her alî de zanist bû. Jin wekî mucîze dîtin. Her tim rêya rast da pêşiya civakê û xwest civak xwe bi rêve bibe. Lê şamanê temen mezin ciwan li dora xwe bi rêxistin kir û xwest rêveberî û pêşengiya jinê ji destê wê bigere. Şikandina yekem wê demê dest pê kir. Piştî zilam zanîna jinê fêr bû, hemû zanîn û hêj ji destê wê girt û desteser kir. Hemû bûn yek û rêveberiya jinê ji destê wê girtin. Lê her tim têkoşîna jinan berdewam kir.”

‘Rêber Apo têkoşîna jinê ronî kir’

Rmaa destnîşan kir ku yê ku ev têkoşîn û keda jinê dît û mezin kir dîsa Rêber Apo bû û wiha axivî: “Rêber Apo heqîqeta têkoşîna jina xwezayî ronî kir. Rastiya jina têkoşer derxist holê. Zordestî û hîleyên li dijî jinê hatine kirin derxist holê. Dema Rêber Apo li mafê jinê û azadiya jinê xwedî derket.”

‘Di nava civakê û cîhanê de jin pir hat şikandin’

Rmaa bibîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdehiya zilaman heye  û wiha lê zêde kir: “Li hemû gund û bajaran perwerdehiya zilaman heye. Pergala Kongreya Star, Mijara tundiya li dijî jinê û dîroka jinê wekî perwerde tê dayîn. Zilam li ser man 3 mijaran tên perwerdekirin. Tenê hevalên zilam tev li vê perwerdtehiyê dibin. Dê li hemû gund û bajaran civînên berfireh bên li dar xistin. Sînevîzyonên li ser dîroka jinê dê bêne temaşekirin. Li ser zor û zahmetiyên ku jinê dîtine û têkoşîna jinê dê bên nîşandan. Têkoşîna jinan a li dijî Cebetul Nusra, DAIŞ û têkoşîna jinê ya di nava partiyê de dê wekî sînevîzyon bê nîşandan. Têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilat bi Şoreşa Rojava re pêş ket. Di nava zor û zahmetiyan û di nava êrişan de jin bûn xwedî vîn û hêz. Di nava şehîd û birîndaran de jinê xwe bi hêz kir. Bi sekn û rêxistinbûna xwe li dora azadiyê xwe xurt kir. Jinê di nava şoreşê de hemû rêxistinên xwe ava kir.”

‘Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê’  

Rmaa Mahmud, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje li cîhanê bi hezaran şoreş pêk hatin û wiha berdewam kir: “Lê di hemûyan de jin bûn qurban. Lê Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Jin bi vê şoreşê bû xwedî hêz, vîn û çand. Dema jin li çanda xwe xwedî derkeve tu kes û hêz nikare wê çandê tune bike. Di çarçoveya vê mijdarê de jinên ku ji ber feraseta mêr şaşî kirine û ketine zindanan, dê serdana wan jinan bê kirin. Kongra Star û Kongra Edaletê dê serdana jinên girtî bike. Hîlala Zêrîn jî ji bo jinan hin çalakî çêkiriye. Jin hem di civaka xwezayî de û he jî di şoreşa rojava de çawa pêş ketiye. Dîsa li gelek bajaran dest bi şano kirine.”

‘Jinan bi şoreşê re xwe bi rêxistin kirin’

Berdevka Kongra Star Rmaa Mahmud, daxuyand ku di destpêka Şoreşa Rojava de jinan xwe bi rêxistin kir û wiha lê zêde kir: “Kongra Star hat avakirin. Mala Jinê hat avakirin. Piştre YPJ, Asayiş, Hêza Cewherî, Desteya Jinê, hemû rêxistinên jinê hatin avakirin. Di hemû saziyan de jî nûnertiya jinê hat avakirin. Pergaha Hevserokatiyê hat pêşxistin. Ev modelek nû ye. Jin bi vê pergalê êdî dikare gundê xwe, tax, navçe û bajarê xwe bi rêve bibe. Îro em dibînin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji derve êrîşek pir mezin li dijî nan pêk tê. Hem jin jinê bi rêxistin dike. Hem jî jin ji bo hişmendiya zilam a mêrantiyê bê guhertin têdikoşe.  Ya girîng jin di nava saziya xwe de çawa karibe hişmendiya zilam biguhere. Ev hemû li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Lê êrîşên li ser jinê pêk tên didomin.  Li dijî jina siyasetmedar, jina pêşeng, jina dîplomat û jina leşkerî êrîş pêk tên. Pergala serdest naxwaze jina pêşeng pêş bikeve.”

Rmaa bernameyên çalakiyan jî parve kir û ev agahî da: “Di vê mijdarê de bernameya çalakiyên 25’ê mijdarê hatin aşkerekirin. Di 14’ê mijdarê de çalakiyan dest pê kir. Di navbera 14-22’ê mijdarê de semînerên li dijî tundiyê hatin lidarxistin. Di nava sazî, komîn, li gund û taxan semînerên li dijî tundiyê hatin lidarxistin. Di 23’ê mijdarê de bi tevlêbûna nûnerên hemû rêxistinên jinan mahwer pêk hat. Di vê mahwerê tê li ser xebat û têkoşîna jinan niqaş hat kirin. Her yek dê xebatên xwe bêjin. Di 25’ê mijdarê de dê li hemû kantonên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê meşên girseyî bên lidarxistin. Dê zilam jî tev li van meşan bibin. Her wiha dê dîsa semîner bên li dar xistin. Perwerde tenê zilam beşdar dibin. Lê civîn her kes beşdar dibe.  Jinê tu carî serê xwe danenî. Ji ber ku bi fikr, felsefe û bingehek pir xurt xwe bi rêxistin kir. Rêber Apo 50 salan li ser xebitî da ku bingeha jinê xurt bike. Jin çawa dikare li ber xwe bide. Hev bigirin. Yekîtiyê pêş bixin. Rêber Apo dibêje ‘Eger jin bi xwe xwe neparêzin, ne dewlet û ne pergalên serdestan jinê naparêze. Di feraseta dewletan de tim jin dibe qurban. Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinê xwe parastiye ji sedî 75 jin azad bûye. Îro li ser hemû erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê û hemû nirxên kurdan êrîş hene. Lê îro jin bi vîn û sekna xwe li dijî hemû êrîşên qirêj têdikoşe. Çiqas êrîş pêş bikevin û jin bên qetilkirin jî ya girîng em karibin bibin xwedî vîn û hêza yekgirtî ku li dijî van êrîşan têbikoşin.”

Berdevka Kongra Star Rmaa Mahmud herî dawî bal kişand ser tundiya li dijî jinan û wiha got: “Di êrîşan de dîrok xwe dubare dike. Îro dîsa li dijî jinan êriş hene. Lê berxwedana jinê û sekna jinê ji ya berê xurttir e. Îro bingeha jinê pir xurt e û têkoşîna wê jî ew qas xurt e.

Piştî têkoşîna azadiyê û Şoreşa Azadiyê de jina di nava edet û zihniyeta eşîran de xwe bi rêxistin kir. Di destpêka Şoreşa Rojava de jinê di milê leşkerî siyasî, civakî û aborî de di her milî de xwe bi rêxistin kir.  Kesî bawer nedikir jin xwe bi rêxistin bike û bibe xwedî hêz. Lê di şerê Kobanê de YPJ hat avakirin. Jinên ketin nava şer ne bi çekê, bi vîna xwe şer kir. Ji bo azadiya bi hezaran salan ji dayik û dapîra wê hatibû stendin şer kir. Bi eşqa azadiyê şer kir. Jin li vir dîsa bû xwedavend. Bû şoreşa jinê. Lê ev şoreş li ser fikr û felsefeyekê hat avakirin. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo ev felsefeya têkoşînê pêş ket. Îro di hemû qadan de jin xwedî hêz e. Jin hemû saziyan bi rêve dibe. Lê zihniyeta desthilatdar dîsa dixwaze vîna jinê bişkîne û di malê de bike kole. “