6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin herî zêde li Amed, Dîlok û Rihayê hatin kuştin

ÎHD'ê û Komeleya Jinan a Starê bîlançoya kuştina jinan û tundiya li ser jinan aşkere kir. Herî zêde li Amed, Riha û Dîlokê jin hatine kuştin.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Komeleya Jinan a Starê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê rapora tundiyê ya di navbera 1’ê Mijdara 2022’an û 1’ê Mijdara 2023’an de eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku li Kurdistanê herî zêde li Amed, Dîlok û Rihayê jin hatine kuştin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li avahiya komeleyê, rapora di navbera 1’ê Mijdara 2022’an û 1’ê Mijdara 2023’an de pêk hatine eşkere kir. Cîgira Seroka Şaxa ÎHD’ê Suzan Mehmetoglû Aksoy rapor xwend. Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Jiyan Ormanli beşa nirxandinê parve kir. Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Amedê Esra Saçakli jî bilanço parve kir.

37 jin bi tundiya malbatê hatin kuştin

Li herêmê herî kêm 34 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 7 jin bi guman kuştî hatine dîtin. Herî kêm 37 jin ji ber tundiya di nav malê de jiyana xwe ji dest dane. 7 jin birîndar bûne. Jinek bi êrişa zayendî rû bi rû maye. Li herêmê bi tundiya civakî herî kêm 8 jinan jiyana xwe ji dest dane, 6 jin jî birîndar bûne. Li herêma Başûrê Rojhilat herî kêm 7 kuştî hatine dîtin. Herî kêm 45 jin ji ber tundiya mêr a di nava malbatê de û di nava civakê de jiyana xwe ji dest dane. 34 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Herî zêde li Amed, Dîlok û Rihayê jinan jiyana xwe ji dest dane. Mirinên bi guman ên jinan herî zêde li Colemêrg, Wan û Rihayê çêbûye.”