6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca tundiyê û cureyên wê

Tundî êrîşa li dijî yekparebûna laş, mal, milk û nirxên pîroz ên kesek an jî komekê ye. Em di  hemû qadên jiyanê de rastî tundiya takekesî an jî civakî tên. Ev tundî bingeha xwe ji hişmendiya mêrperest a ku hewl dide xwe li ser civak û jiyanê serwer bike, digire.

Tundî êrîşa li dijî yekparebûna laş, mal, milk û nirxên pîroz ên kesek an jî komekî ye. Em di  hemû qadên jiyanê de rastî tundiya takekesî an jî civakî tên. Ev tundî bingeha xwe ji hişmendiya mêrperest a ku hewl dide xwe li ser civak û jiyanê serwer bike, digire.

Hişmendiya serdestiya zilam bûye çavkaniya hemû qeyranên mirovahiyê û cureyên qirkirinê yên ku li ser jin, xweza, civak û gelan tên meşandin. Her çi qas berxwedan û têkoşîna azadiya jinan li hemberî vî hovitiyê kêm nebûbe jî, nakokiya navbera zilamê serdest û jina bindest bandor li hemû qad û keliyên jiyana me dike. Di destpêka sedsala 21’emîn de tundiya hişmendiya mêrperest, tecawizkar û dagirker qirkirinên li ser ax, civak, beden, ruh û nasnameya jinan wekî amûrên sereke yên şerê cihanê yê 3’yemîn bikartînin.

Bandora hişmendiya mêrperest

Hişmendiya mêrperest tenê gef li jiyana jinan naxwe.  Zêdebûyîna bûyerên xwekuştina jin û mêran a ku her roj dibe mijara nîqaşan encama vê hişmendiyê ye. Ev hişmendî di nav civakê de qeyraneke kûr a mirovahî daye avakirin. Jinên xwediyê hişmendiya wekhev û azad bi hezaran sal in li dijî tundiya mêran hewl didin ku jiyaneke hevpar ava bikin.

Xweşkên Mîrabel ku di nav pergala mêrperest de jiyana ku hişmendiya mêrperest li ser wan ferz dike qebûl nakin, li dijî dîktatoriya Komara Domînîk û dîktarorê wê Trujillo dest bi têkoşînê dikin. Di encama têkoşîna xwe de bi gotinên ‘Du pirsgirêkên me yên bingehîn hene, yek ji wan dêr û ya din jî xweşkên Mîrabel in’ ên Trujillo dibin hedefa mêran.  Roja piştî vê axaftinê di 25’ê mijdarê de xweşkên Mîrabel bi awayekî hovane tên kuştin.

Ji wê rojê û vir ve 25’ê Mijdarê li welatên Amerîkaya Latîn wek Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan” tê pêşwazîkir. Jinên kurd jî wek gelek jinên têkoşer ji bo tundiya lis er jinan pêk tê ji holê rabikin têkoşîneke berfireh didin meşandin û ji sala 1999’an vir ve vê rojê cudatir pêşwazî dikin.

Cureyên tundiyê

Jin di gelek qadên jiyanê de bi cureyên cur be cur dibin hedefa tundiya ku encama hişmendiya mêrperest e, tên. Tûndî ji mal, kolan, kargeh û heta nexweşxane û girtîgehan li ser jinan tê ferzkirin. Ev tundî her çiqas bi navên cudatir bên pênasekirin jî armanca hemû cureyên tundiyan yekparebûna fikr û hebûna jinan e.

  • Tundiya fizîkî: Di vê cureya tundiyê de kes bi awayekî fizîkî zirar dide ya/yê hemberî xwe. Yên di nav jiyanê de herî zêde rastê vê cureya tundiyê tên jin in. Hişmendiya mêrperest bi vê cureya tundiyê hewl dide bi darê zorê jinan bike bin serweriya xwe. Mînakên vê cureya tundiyê di nav jiyanê de hema bibêjin her roj dertên pêşiya me. Îşkenceya ku di pişt deriyan de di nav malan de li jinan tê kirin mînaka herî berbiçav a vê cureyê ye. Mêr di bin navê bav, bira û hevjin de bi rêya tundiya fizîkî serweriya xwe li ser jinan ava dikin.
  • Tundiya Hestiyarî: Di vê cureya tundiyê de zirarek fizîkî pêk nayê. Mêr bi awayeke hostetî hîs û fikrên jinan manîpule dikin û li gor xwe teşe didin wan. Ev tundî di jiyana jinan de pir zêde tê jiyîn lê vegotina wê pir zehmet e, bandoreke gelek neyînî li ser jiyana jinan dike. Dema jin di rojbera girtina biryareke de bin ev cureya tundiyê zêdetir li wan tê kirin. Bi taybet jî di pêvajoya domandin an jî qedandina zewacê, destpêkirina karekî nû, cih guhertina jiyanê de tundiya hestiyarî pêk tê. Ji ber vê tundiyê jin gelek caran neçarê qebûlkirina serweriya mêran bibin û ji biryarên ku girtine vedigerin.
  • Tundiya zayendî: Di vê cureya tundiyê de êrîş rast e rast li zayendê tê kirin. Ev tundiyeke wisa ye ku zirarê dide tevahiya bedena mirov. Taciz û tecawiz rêbazên pêkanîna vê cureya tundiyê ne. Di vê de biryara jinan a ‘na’ tune tê hesibandin. Di encama taciz û tecawizê de bi bedena jinan re derûniya jinan jî hedef tê girtin.

Ev cure bi taybetî di şerên ku bi hişmendiya mêrperst tên meşandin de xwe dide der. Mînakên vê yekê her roj ji aliyê çeteyên ku ji aliyê dewleta tirk ve li bajarên Kurdistanê yên wek Efrînê hatine bicihkirin li dijî jinên kurd tê meşandin. Bi sedan mînakên vê yekê di êrîşên DAIŞ’ê de li dijî jinên êzidî hatin pêkanîn. Jinên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî îşkenceyê hatin û li bazaran hatin firotin. Di vir de tu biryar an jî hebûna hestê jinan li ber çavan nehatin girtin. Ev hişmendî xwe di şerê di navbera Ukranya-Rûsyayê, Hamas-Îsraîlê de jî da der.

Pêkanînên Talîban û Rejîma Îranê yên ku îro ji ber zayenda jinan li ser wan ferz dikin jî cureyek ji cureya tundiya zayendî ye. Di bingeha cureya tundiya zayendî de armanc serweriya civakê bi xwe ye.

  • Tundiya Aborî: Jin ji ber ku di nav civakê de wek zayenda duyemîn tên dîtin di roja me de ji aboriyê dûr hatine xistin. Di rastiyê de dema em dinêrin avakarên aboriyê jin bixwe ne. Hişmendiya mêrperest ji ber ku îro naxwaze jin bikaribe li ser lingên xwe bisekine wan neçarê xwe dike. Jin ji bo tiştek herî biçûk jî neçar dimîne ku destê xwe li ber mêran vebike.

Jin ji ber vê hişmendiyê nikarin di nav civakê de bibin xwedî îrade. Ji ber ku pirê caran nikarin alternatîfên xwe biafirînên di kevin xefika mêran. Li cihê ku nikarên debara xwe bikin hem laşê wan hem jî fikrên wan dikeve bi serweriya mêran.

Bi rêbaza tundiya aboriyê jin hem ji aliyê fizîkî ve hem ji aliyê fikrî ve hem jî ji aliyê derûnî ve ji aliyê mêran ve tên îstîsmarkirin û ev rêbaz ji aliyê dewlet û kesan ve bi awayeke pergalî tê pêkanîn.

  • Tundiya Dîjîtal: Wek tê zanîn di roja me de amûrên dijîtal di nav civakê de pir belav bûne. Hişmendiya mêrperest ew serweriya ku di nav civakê de ava kiriye dixwaze li ser amûr û bernameyên dijîtal jî pêk bîne. Heta asteke cidî jî vê serweriyê kiriye meriyetê. Mixabin di nav tundiya dîjîtal de tundî û êrîş tenê li jinan na her wiha li zarokan jî tê kirin.

Mêrên xwedî hişmendiya genî bi rêbaza şopandina bi israr, peyamên ku diavêjin ji jin û zarokan re wan tacîz dikin. Her wiha bi rêbaza dijîtal bedena jinan di nav civakê de teşîr dikin.

  • Tundiya Flort: Di destpêkirina têkiliya di navbera jin û mêran de pêvajoya hev naskirinê tê destpêkirin. Di vê destpêkirinê de mêr wek ku bibêje ‘dar bi terîtî tê tewandin’ dest bi tundiya li ser jinan dike. Bi vê tundiyê mêr hewl dide serweriya xwe ya li ser jinan di serî de ava bike û di pêşerojê de vê serweriyê xurtir bike. Tundiya ku di destpêka flortê de heye bi demê re têkilî û zewaca ku tê pêk anîn ji bo jinan dike dojeh.
  • Şopandina bi israr: Mêr bi zanebûn, rê nade ku jin xwe di ewlehiyê de hîs bike, tirs û fikarên ku wê tundî lê bê kirin, ava dike. Şopandin, tirsandin û acizkirina bi rêya telefon an jî bi rêya amûrên teknolojik, belavkirina materyalên dîtbarî yan jî nivîskî yên aîdî jinan vê tundiyê pêk tîne. Jin di nav civakê de her roj rastî vê cureya tundiyê tên.
  • Tundiya Civakî: Tundiya civakî bi gelempêrî di nav tundiya hestiyarî de cihê xwe digire lê armanceke din a vê cureya tundiyê heye. Di vê cureya tundiyê de mêr dixwaze derdor, malbat û hevalên jinê kontrol bike. Di tundiya hestiyarî de mêr hewl dide jinan bêhêz bike da ku nikaribin dengê xwe derbixin. Lê di avakirina tundiya civakî de mêr dixwazin, tevahiya têkiliyên jinan bi rê ve bibin. Li wir jî armanca zilam ew e ku tu kes li derdora jinan nemîne û nikaribe jiyana xwe bêmêr berdewam bike.

Bingeha tundiyê

Ev tundiya ku em xal bi xal behs dikin bigeha xwe ji 5 hezar sal berê digire. Ev bingeh di nav jiyana niha de bi jidayikbûna zarokan dest pêdike û her dema ku diçe hem jiyana mêr hem jî ya jin ji rastiya wî dûr dixe. Dê û bav bi kodên ku ji civaka mêrperest girtine teşe didin zarokên xwe yên xort. Hişmendiya mêrperest a moderniteya kapîtalîst statuya ‘zilameke serkeftî’ bi xwedîbûna pera, milk, mal, jin û zarokan diyar dike. Tê xwestin ku mêr hêza xwe ya madî û bedenî bi jinan bidin qabûlkirin.

Herçiqas zilamtiya serdest beriya her tiştî jiyan û vîna jinan bike hedef jî, li gor daneyên lêkolînên li ser bûyer û şewazên xwekuştinê yên zilaman ji welat û çînên cuda destnîşan dikin ku heman feraset zilam jî dîl girtiye.

Hişmendiya heyî

Ev zihniyeta faşîst a ku Xwişkên Mîrabal kuşt, îro jî kuştina jinan didomîne û kesên tecawiz li jinan dikin, jinan dikujin û tundiyê li jinan dikin, dişopîne. Li gelek deverên cîhanê kuştina jinan bi awayekî herî hovane didome. Lê ya sereke ew e ku jin li dijî vê zîhniyeta faşîst û pergala zilamtiya serdest bi ruhekî hevpar, bi dengekî hevpar, bi fikir û têkoşîneke hevpar rawestin. Ya ku wê faşîzmê tune bike wê tenê jin bi hev re li dijî vê pergalê rawestin.

Di vê çarçoveyê de pêwîste ne tenê 25’ê Mijdarê, her roj bibe roja têkoşîna li dijî tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan. Têkoşîna ku ji aliyê jinan ve tê dayîn bê xurtkirin û her roj di reng û bedewiya jinan de derbas bibe. Divê jiyan li ser esasê felsefeya jinan bê avakirin. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê li hemû qadên jiyanê mezin bikin. Ji xwarin û vexwarinê zêdetir hewcedariya me bi azadiyê heye. Ji xwişkên Mîrabel heta Roza, Besê û Sarayan mîrateyek jinên kurd heye.