28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya hezar salan

Di meha tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinan em wê îdia ya xwe bilindtir û geştir dikin ku; jiyaneke têkoşerî û parastinê ava bikin.

Weke ku em dizanin di navbera mehên tebax û nîsanê de çawişek pispor ê bi navê Eyub, di wext û cîwarên cuda de xwe weke endezyar daye nasîn û  4 zarok bi xapandina tarîfa navnîşanê tacîz kiriye, di medyaya civakî de belav bû. Paşî jî ev kes hate girtin. Bûyer ew e ku ev tacîzkar di danişîna duyemîn ya 31 ê cotmehê de hate berdan. Di dojehgeha vê iktîdara mêrperest de ev çiqasî ji rêzê be jî, em weke kesên xwedî wijdan û însan her û her va yekan ne bi dil, ne bi mêjiyê xwe qebûl dikin û hezm nakin. Parastina parezerê wî hişmendiya hezar salên zihniyeta mêran û ya 23 saliya desthilata AKP’ê derdixîne holê. Di parastina xwe de dibêje muvekîlê min bi zarokan re nehatiye rû bi rû, yanî hîn jî ji bo tacîzkar paqij bike dixwaze wê derûniya ku zarok tarûmar kiriye dîsa bi wan bide jiyandin. Paşî dibêje; ‘em dibêjin zarok hema ewqasî jî nebiçûk in 17 salî ne û bi aqil in, telefonên wan ên biaqil hene dikarîbûn ev bûyer kişandibana kamerayê’, di dawiyê de jî behsa hezkirina hevalên wî yê kar dike û ji ber ku leşkerekî vê dewletê ye prestîja wî diparêze û berdana wî daxwaz dike. Dadgehê jî  dîsa û dîsa weke ku li ser her tacîzkarî bi vî rengî derbas dibe, dibêje; ‘bûyer di demek kurt de bû ye ji ber vê jî ev ne tacîz, tenê destavêtine.’  Tu dibêje qey weke tiştekî ji hev cuda ne nîşan dide.

Em dizanin weke vê bûyera Nisêbînê li tevahiya Kurdistanê bi sedan bûyerên bi vî rengî bi destê unîformayiyan pêk hatine. Tecawiza bi destê cerdevanên li hemberî jinên kurd dîsa yek ji van e. Cerdevan di parastina xwe de gotiye; ‘heke min ev yek nekiriba wê biçûya çiyê’. Mirov nikare vê xerabiyê bi tu awayî bîne hişê xwe. Hema yên ku vê rê yê li van tecawizkaran vedike jî ev pergal e, ev dewlet e.  Ev yek bi awayek pergalî li ser  jinên kurd tê meşandin. Her dem jî piştî van qirêjiyan, xwe dispêrin  al, netew û dewleta xwe. Dewleta wan jî wan bi tenê nahêle helbet. Ji 100 salên komara tirk û pêre Lozana tekperest de rêbazên vê pergalê cûr bi cûr hate meşandin li ser jinan. Me ev ji tecawizên li ser jinên kurd de li Komkujiya Dêrsimê dît, me ev di bişaftinên wan dema li ser jinên kurd re dît, me ev di dibistanên YÎBO’yan de di tacîz û tecawizên zarokan de dît, me ev di nav şer de piştî kuştinê teşhîrkirina bedenên jinan de dît. Ji ber ku zihniyeta wan qirêj e dixwazin neteweyan bi bedena jinê bêrûmet bikin. Belê bedena jinan ji tu kesî re nabe war, hebe hebe ji welat û başiya mirovahiye re encax bibe xebat. Wekîdin em van jî bi van rengan; ji kişandina Peymana Stenbolê, di zêdebûna bi destê dewletê ve cafeyên ku têde fihûş û bikaranîna tiryakê zêde dibe, me van di bin navê xapandina evînê de di jinên weke Gulistan Dokû û Îpek Er de dît.

Em weke jinên TJA’yî bi kampanyaya ‘’Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê ve’’ hem di asta teşhîrkirina vê zihniyeta qirêj hem jî li hemberî vê zihniyeta qirêj berxwedaneke domdar dikin û li her qadê xebatê dimeşînin. Weke ku em dizanin, mixabin  bi taybetî li bajarên ku xweserî lê hatibûn jiyandin ev qirêjî hîn bêhtir dibin, weke mînaka ku li Nisêbînê qewimiye  û  me li jor jî behs kir. Lê belê di vê bûyerê de mirov divê balê bikşîne ser vê yekê jî ku çawişê pispor lazim dîtiye ku xwe ne bi nasnameya xwe ya rast(leşkerî) bi nasnameyek din daye nasîn ji bo ew zarok bikevine wesayîta wî. Ji ber ku guman kiriye ku xwe bi nasnameya xwe ya rast bide nasîn ew zarok nekevine wesayîta wî.  Ev yek jî bi saya kampanya û hişyariyên weke mîna ku TJA/jin dimeşînine ye.  Şikl û şemalê tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinên kurd pê re neteweya kurd her dem hate guhertin , hema me weke jinan jî her dem rê û rêbazên nû yên berxwedana xwe jî afirand. Di meha tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinan em wê îdia ya xwe bilindtir û geştir dikin ku; jiyaneke têkoşerî û parastinê ava bikin.