17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna jinan li dijî tundiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina jinan ji zîhniyeta baviksalar dixebitin. Berpirsên rêxistinên jinan xebatên ku rêxistinan îsal kirine ji ajansa ANHA’yê re anînin ziman

Rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî tundiya zîhniyeta baviksalar a li dijî jinan û civakê li dar dixin, komxebatan pêk tînin da ku rewşa jinan biguherin ku bikarin di tevahî qadan de cihê xwe bigirin. Xebatên ku rêxistinên jinan îsal li herêmê kirine wiha ne:

Kongra Star dewreyên perwerdeyê yên ji bo jin û mêran zêde kirine, rola jinan di komînan de xurt kirin, akademiyeke ji bo perwerdekirina mêran vekir. Her wiha li herêmên Cizîrê, Firat, Şehba û Helebê semînerên li ser rêbazên bidawîkirina zîhniyeta baviksalar a serwer danîn.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ji ajansa me re diyar kir ku li herêmên navborî 2 hezar û 957 semîner hatine danîn.

Kongra Star li kantona Qamişloyê 20 dewreyên perwerdeyê bi tevlêbûna 829 mêran vekirin. Li kantona Hesekê jî 12 dewreyên perwerdeyê ji bo mêran vekirin, li Şehbayê jî li kampên koçberan 2 dewreyên perwerdeyê bi tevlêbûna 60 jinan vekirin. Her wiha li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 55 dewreyên perwerdeyê yên vekirî ji bo jin û mêran organîze kirin.

Li herêmên Cizîr, Firat, Şehba û Helebê 263 meş hatin lidarxistin. Kongra Star 168 hezar û 33 serdan pêk anîn, hezar û 151 civîn li dar xistin.

Rîhan Loqo anî ziman ku pirsgirêka jinan pirsgirêkeke cîhanê ye û got: “Ji me tê xwestin em xwe bigihînin tevahî jinên cîhanê da ku bi yek ramanî û yek armancî li hemberî tevahî cureyên tundiya li ser jinan têbikoşin û bi hev re li hemberî dagirkeriyê rabin.”

Rîhan Loqo destnîşan kir ku Kongra Star li hemberî pergala baviksalar û netewedewletê tê dikoşin û wiha dom da axaftina xwe: “Zîhniyeta baviksalar û netewedewletê sedemên sereke yên tundiya li ser jinan in. Kongra Star bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemberî van zîhniyetan tê dikoşe. Ev felsefe bi pêşketina jinan bi pêş ket û armanca wan avakirina civakeke azad, jiyana hevbeş û hevjiyana azad e.”

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan jî li hemberî sûcên qetilkirina jinan û tundiya li ser wan jî heman têkoşînê dimeşîne.

Têkildarî xebatên îsal ên Rêxistina Sara, rêvebera rêxistinê Arzû Temo diyar kir ku Rêxistina Star di nava salekê de hezar û 894 mal ziyaret kirine, da ku rêxistinê bi wan bide nasîn û pirsgirêkên wan çareser bikin. Her wiha destnîşan kir ku rêxistinê serdana jinên mexdûrên tundiyê kiriye da ku pirsgirêkên wan bi dawî bikin. Arzû da zanîn ku di encama van serdanan de 183 jin tev li Rêxistina Sara bûne û bi dilxwazî kar dikin.

Rêxistina Sara civîn li ser qanûnên navneteweyî û mirovî li dar xistin, li ser bandorên erdhejê panelek li dar xist, atolyeyeke ji bo 2 rojan li ser têgeha aştiyê li dar xist, dîsa jî 36 semîner dan. Di çarçoveya çalakiyên 8′ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, gelek semîner bi mijdarên cuda bi dirûşma “Jin henaseya jiyanê ye” ji xwendekaran re organîze kirin.

Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinan pêngaveke li ser asta Sûriyeyê ragihand. Di çaçroveya pêngavê de hezar û 300 belavokên hişyarkirinê yên li dijî tundiyê belav kirin, 650 nivîsên “Na ji tundiyê re” û 5 feleks li deriyên ketina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daliqandin, panelek li dar xist, 336 semîner li ser cureyên tundiya li ser jinan, qanûna malbatê, şerê taybet, zewicandina zarokan, rola jinan di malbatê de dan.

Atolye û semîner

Rêvebera Meclisa Jinan a Sûriyeyê şaxê Reqayê Suhêr Senûh çalakî û xebatên ku îsal kirine, aşkera kirin.

Li gorî Suhêrê meclisê gelek atolye li ser tundiya navneteweyî û siyasî, têkoşîna li dijî tundiya li ser zarokan, dagirkerî û bandora wê li ser jinan û êrişên li ser jinan li dar xistin. Her wiha şevbuhêrkên hunerî li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li dar xistin û semîner li ser cureyên tundiyê û sedemên wan dan.

Pêngav û civîn

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Riwêda Hinêzil, der barê xebatên îsal ên meclisên kombûnê yên li Minbic, Reqa, Dêrazor û Tebqayê de axivî.

Riwêdayê diyar kir ku meclisa kombûnê ya Minbicê 27 civîn li dar xistin û di 1′ê Tebaxê de pêngaveke hişyarkirinê ji madeyên hişbirê da destpêkirin ku 2 mehan dewam kir.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê 43 civîn bi beşdarbûna 2 hezar û 463 jin û mêran li ser xetereyên madeyên hişbirê li dar xistin.

Li gundewarên rojava yên Dêrazorê jî kombûnê 113 civîn li ser pirsgirêkên jinan û civakê li dar xistin. Her wiha ji 1′yê Tebaxê heta 1′ê Cotmehê pêngaveke ji bo hişyarkirina ji xetereyên zewicandina zarokan û qetilkirina jinan li dar xist. Di çarçoveya pêngavê de civîn û semîner hatin lidarxistin.