17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sed sal û komkujî

Ji komkujiyan,  ji 4'an yek hatiye eşkere kirin, 3 pare di belge û kanunên veşartî de winda ne. Di rûpelekî lênûsa biçûk a serpêhatiyên li Zindana Xarpêtê de, wiha hatiye nivîsandin; “Eger mirov  li axa vî welatî guhdarî bike, wê rastiya sedsalî ji mirov re vebêje.”

Ev sernavê dîroka Komara Tirkiyeyê ye.  Ji komkujiyan,  ji 4an yek hatiye eşkere kirin, 3 pare di belge û kanunên veşartî de winda ne. Di rûpelekî lênûsa biçûk a serpêhatiyên li Zindana Xarpêtê de, wiha hatiye nivîsandin; “Eger mirov  li axa vî welatî guhdarî bike, wê rastiya sedsalî ji mirov re vebêje.” Vegotina axa vî welatî jî, dîroka alternatîf e!..

Dîroka alternatîf,  li gorî belgeyên teşqeleciyên Îttîhadî nayê nivîsandin.

Dîrok, zanist e; têgihiştin, fêrkirin, hemşêwra civakî ye. Rêber Abdullah Ocalan, dirokê weke “zanistê” digire dest,  weke hemû lîderên şoreşan,  li ser dîrokê gelekî rawestiyaye û kiriye referansa  têkoşîn û jiyana xwe.  Dibêje, “dîrok bîr e…”  Eger bîra mirov nebe, atlasê mêjiyê mirov beyar e, zad nade.

Îttîhadiyan, dîrok jî talan kirine. Li cihên talankirî wêranî heye, kavil, toz û duman û windahî hene.  Mîratzadeyê Îttîhadiyan Erdoganê epîlepsîk jî, di neynika parçekirî de li cîhanê dinêre û tempoya kuştina gelê Kurd xurt dike. Ji bo vê jî, di yekemîn sedsala Komara Tirkiyê de, herî kem sed komkujî hatine kirin, parlamentoya Tirkiyê jî weke “diwan-î askerî” kar kiriye. Dixazin, di duyemîn sedsalê de jî, heman siyasetê bimeşînin.

Nabe û nikarin!…

Axa Kurdistanê, bi devik bûye, li hemberî lalîtî û kerîtiya cîhanê rastiyan diqîre…

Komara Tirkiyê, ji sala 1923an û heta îro, weke welatekî wêranzar e. Dî defterên zanistên Tirkiyeyê de, ji bilî hejmara “PΔ û  pîvanên “sêgoşe”yan,  tiştekî ku mirov pê bawer bike nehiştine. Bîrdoza “îzafiyet”ê ya Abert Enştaîn, kuantum,  guherîna mirov  jî di nav de, her cure zanist wajî kirine.  Bi taybetî mirovên xwedî tîtra prof.  “tevhîdê” derdixine pêş û çêbûna cîhanê, gerdunê, xwezayê, mirovaniyê, alema heywanan, ji nû de, di rengê “xulqet”ê de dinirxînin. Di vê demê de,  bîrdoza Turk-î Turan, ber bi Turk-î Îslam ve dibin.

Teşqeleyanên Îttîhadiyan ji destpêkê ve “ola îslamê” bikartînin.

Lêgerîn, nirxandin û şîrovekirin baş e, riyên zanistî vedike, lê ne bi teşqele û efsûnbaziyan!…

Ev zewat, baskên Cebraîl bi hejmar dibêjin; testa DNA, embîryoma di malzaroka dayikê de  çawa parçe dibe; bedena zarokê çawa bi ahengî pêşdikevê, bi ayetan dinirxînin. Lê ya balkêş ew e ku, dema kehaneta ayetan, vedibêjin jî biwêj û gotinên latînî bikartînin.

Lê mijara me ev e; sed sal û sed komkujî ye. Yanî dîrok e!…

Dîrok neynik e, ev rast e; lê pirs ev e; Kurd çiqasî dikarin belgeyên dewleta tirk bikin referans?   Di  dîroka Turk-î Turan de neynik jî nine!..

Em hinekî vekim; Li gel gotina  Ocalan, ku dîrokê weke “koma hemû zanistan” e, dîrokzanê Frensî Fernand Braudel jî,  dîrokê  weke “beşekî hunerê” dinirîne.  Hem Ocalan, hem jî Barudel,  dîrokê weke neynika hemû deman  dinirxînin. Wek bêjin, dîrok, hemû zanistan û hemu rengên demjiyanan digire nava xwe. Ev rast e û ji bo  ku mirov siberoja xwe bibîne,  dive li neynika dîrokê binêrê.

Xala nirengî: Li Tirkiyê nivîsandina dîroka neteweyî, ji bo meşrûkirina Turk-î Turan, bi ferman, qewêtî, dîrektîf û empozekirinê hatiye nivandin. Armanc jî, meşrûkirina qewm-î Tûrk e. Prof. Dr. Ahmet Atêş jî, li ser vê mijarê bîrdozek nivîsandiye û dibêje; “armanca vê gava dîrokî ew bû ku  komara nû bidin qebûl kirin.” Ji bo vê jî, li kultur û dîroka qedîm ya Mezopotamya, Anatolya û Ege xwedî derketin û xwestin bidin îspatkirin ku gelê tirk heye û di avakirina cîhanê de, bi taybetî di hebûna Ewropa da xwedî pareke mezin e. (Ahmed Ateş jî, di teza xwe ya znaistî de, navê Kurdistanê bikar neaniye.)

Belkêşe ku, di dîroka nû yaTirkiyê de, dîroka Împaratoriya Osmaniyan jî,  wek mîras û referans nayê qebûl kirin.

Lê Erdogan, ev mîrate kiriye bingeha seltaneta xwe. Lê ya herî balkêş ew e ku Erdoganê epîlepsîk, ji padîşahên Osmanî teva paşverûtîtir e, bi hesten şîzofrenîk yên sedsalî, hem Kurdistanê înkar dike, hem xwe weke “xelîfe” dibîne.

Diruşmeya hemû komarên cîhanê; “komara civakî” ye, ya Tirkîyê, tîrantî ye, piştî sedsalî jî  behsa sîstema  “apart-heîd”  tê kirin. Di sîstemên tîrantî û apart-heîd de, ewlekariya mirovan, ya çînan, ya gelan, ya huner û arşîvan  nine. Lê ez gotina “apart-heîd” jî, jib o faşzîam dewşrimeyan,  têr nabînim. Sîstema apart-heîd, nîjadperest e,  lê ne faşîzma bi îşkên înkarê hişkbadayî ye.

Faşîzma dewîşrmeyên Îttîhadî, menendê wê li cîhanê nine û hîna nav lê ne hatiye kirin. Sedema ku nav lê hatiye kirin Ewropa ye û vê  faşîzmê baş bikar tine.

Mînakek din; Di dadgehan de, dema girtî bi zimanê Kurdî diaxivin, di qeydan de, “zimanekî nayê zanîn” didine nivîsandin. Navê zimanê Kurdî lê nakin.  Di parlamentoyê de jî, bi taybetî di van rojê dawî de ku paralamenterên HEDEPê behsa Kurdistanê dikin û çend hevokên bi Kurdî rêz dikin, di zebtên parlamentoyê de jî cih nadin gotina Kurdistan û zimanê Kurdî.

Di sîstema qirêj ya apart-heîd de, ev şerm nine. Hîtler jî gelê Cihu, zimanê Cihuwan înkar nekiriye.

Di salên 1914 û pê de,  gelek rewşenbîr, paşa, axa û pêşengên Kurdan  hatin girtin û di zindana Xarpêtê de hatin bi cih kirin.  Pirraniya wan kesan, bi behaneya ku dosyayê wan winda bûne, bi dehan sal bêyî werin dadgehkirin girtî hiştin. Lîstîkek balkeş e û li cem dewşirmeyên Îttîhadî lîstik, deq û dolab zêde hene; îro jî ev lîstîk, deq û dolab dewam dikin. Kumpasa Doza Kobanê,  tecrîda li Imraliyê  û  Kanuna Înfazê mînak in. Belgeyên girtiyên di Zindana Xarpêtê de winda ne.

Dr. Nurettîn Dêrsimî di bîranînên xwe de dibêje, “ez di zindanê de zincîr kirim.” Ne tenê ew, gelek girtî, li Xarpêtê  kirin jêrzemîna 187 pêpelûk dibinê erdê de; gelek ji wan jî zincîr kirin, hinek kes jî mirin.

Di parlamentoya weke “diwan-î harb”de, her dem  kanunên veşartî hatine amade kirin. Rojnamevan Nevzat Onaran jî, dinivîseke xwe de  vê pirsê dike: “Me zanîbû ku biryarnameyên veşartî hene, lê me nizanibû kanunên weşertî hene?”  Em bi  gotinên J. Paul Sartre bersivê bidin pirsê; “Li welatekî ku her kes kujer be, gelo çî vekirî heye?” Dîroka Komara Tirkiyê kompleksa ketiyan e, pirsgirêka komarê jî psîkolojîk e. Lewma Tirkiyê girtîgehe servekiriye û wêran e;  di vê girtîgehê de hiquq, kultur, dîrok, gel, huner, ziman, erdnîgarî û arşîv hatine tunekirin.

Dîrokzanên tirk, yan jî “prof,” Tirk, îddîa dikin; gelê Suryanî, (1915) li dijî dewletê rabûye, dîse jî li Turabdîn çûkek jî ne hatiye kuştin. Ev ne rast e û wek ku di “Lavej” te gotin; “weylik li me be, ev çi derew in, çi şiltaqî, nîq û bêbextî ne?”

Mînak; Di  21ê Temmuza 1915an de, li Midyadê, 110 Suryanî û Ermenî derxistin riya çûn û nehatine û kuştin, Wê rojê, eskeran xwestin, ji lîderê Suryaniyan  Isa Zettê Çelma jî bigirin, bibin bikujin, Îsa û pismamên xwe êrîşî eskeran kirin, qonaxa dewletê zemt kirin. Qeymeqam, zabit, esker û memur teva reviyan. Îsa Zette Çelma, wê rojê deriyê zindana Midyadê şikand, zêdetir ji sed Suryanî, Ermenî û Kurdên li ber kuştinê rizgar kirin.

Îro jî,  cihê berên li dîwarên avaniya li devê berma Midyadê,  wek nexşeya komkujiya gelê Suryanî xuya dikin. Berxwedana gelê Suryanî jî, li 8 navendan, meh û nîvekî dewam kir.

Belgeyên van bûyeran nînin.

Em dewam dikin… Gelo di kîjan belgeyê de heye ku fermandarê 15mîn Kolorduya Erziromê  Kazim Karabekîr, ji bo qirkirina gelê Ermenî, “çeteyên gîzîr” ava kirine,  cil û bergên eskeran  li wan kirine, li gund û bajarên Serhedê komkujî kirine?

Pişî şikestina berxwedana Şêx Seîd, di riya navbera Mêrdîn  û Amedê de, ji Axreşkê heta bi binya Siltan Şêxmus, bi hezaran kes li Newala Kûr hatin komkirin û kuştin. Laşê wan di wê riyê de hatin binaxkirin û ser wan hatiye zift kirin.

Lê belgeyên wan nînin.

Di sala 1927an de, li Eleqemşê (gundê Nisêbînê), li gorî Cegerxwîn 2.500, li gorî sofiyê ji Qesirbelekê û Hecî Nicuda ku bûne şahidê wê komkujiyê,  biqasî 4 hezar-5 hezar mirov hatine kuştin.

Min ve gund, hewşa mizgeftê ku bi hezaran mirov têde hatine kuştin dîtin. Gotin, “xwîna mirovan, di qulên dîwarê hewşa mizgeftê re herikî, axa pûçelaxî,  ji bêaviyê qelîştî têr av kir û heta bi bestika 200 gavî li jêra mizgeftê herîkî û çû.

Lê belgeyên vê komkujiyê nînin.

Yanî, tu sîstem, bi guhertina şaşik û şifqê, bi guhertina kiras û pantaloon û guhertina tîpên alfabeyê demokratîk nebe. Despotîzm, faşîzm, kîjan navî, kîjan kirasî li xwe bike jî naguhere!..

Li Tirkiyê pêşî meclîs hate avakirin; piştre komar hate ragihandin û bi zora Îttîhatdiyan navê “Tirkiyê” li komarê hate kirin. Hingî jî Îttîhadî serdest bûn, îro jî zihniyeta Îttîhadî desthilatdar e…

Erdoganê epîlepsîk, di sala 2011an de got, “Ez ji Dêrsimiyan lêbûrînê dixwazim.” U her dem dibêje, “birayên min î Kurd.”  Lê gora Seyîd Riza û hevalên wî, gora Şêx Seîd û hevalên wî  hûna winda ne.

Çavdêrên Newala Qesaba jî hîna sax in û belgeyên derew û teşqeleyan jî çênabin.

Ev jî tê wateya ku, Îtîthadî û  mîratzadeyên wan, eşkere û veşartî, bibelge û bêbelge, bikanun û bêkanun, bidaraz û bêdaraz, di nava sed salî  de, ez bêjiim sed, hun bêjin bêhtir komkujî kirine.

Siyaseta Îttîhadiyan, her dem armanc kiriye ku, gelê Kurd bê semyan, bê serok, bê lîder bihêlin. Dîroka alternatif jî vê rastiyê eşkere dike û em dibînin ku  îro jî, ev siyaset tê meşandin.

El encam; Ev mînak teva didine xuya kirin ku, dive Kurd pêşî li saxên xwe xwedî derkevin. Kesên li saxên xwe xwedî dernekevin, nikarin  li miriyên xwe jî xwedî derkevin. Tecrîd, tê wateya  tunekirina lîdertiya Tevgera Azadiya Kurd. Lîderên tevgerên azadiyê, rûmeta gelê xwe ne.  Divê gel, rûmeta xwe biparêze û desturê nede ku faşîzma dewşîrme, di sedsala duyemîn de jî komkujiyan bike.