27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li Rojava li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran jin bi dirûşma “Li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî” li qadan bûn. Ji qadan pêyamên bilindkirina têkoşîn û berxwedanê bilind bû.

Di 13’ê Mijdarê de ji aliyê Platforma Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jin a ji hemû sazî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava pêk tê, bernameya çalakiyên xwe yê ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê aşkere kiribûn. Di çarçoveya pengava ku bi çalakiyên cûr be cûr ên mîna komxebat, perwerde, civîn û çalakiyên hûnerî berdewam kir de îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava jin bi dirûşma “Li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî” li qadan bûn. Ji qadan pêyamên têkoşîna li dijî tundiyê û êrişên dagirkeriyê yê li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind bû.

Qamişlo

Meş ji çarxerêya Osman Sebrî ya Qamişlo dest pê kir û li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed bi boneya vê rojê got: “Roja tundiya li ser jinê em bi têkoşîneke mezin bi bîr tînin. Li hember her cûreyên tundî û dagirkeriyê careke din dibêjin jin jiyan azadî, ji ber tundî bi hemû cureyên xwe li ser jinan tê meşandin li gelek malbatan, di nav civakê de li qadên siyasî ku jinên pêşeng tên hedef girtin, rêxistina jin tê hedef girtin. Rêxistina jin ku pêşengtiya şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryeyê kirine, jina ku li ser felsefeya jin jiyan azadî berxwedaneke bê hempa dide meşandin, felsefeya ku Rêberê mirovahiyê Rêber Apo ji me re daniye, bi navê hemû jinan ji vir hetanî Îmralî silav ji têkoşîna berxwedana Rêber Apo re dişînin.”

Remziye Mihemed anî ziman ku ew îro li vê qadê ne û wiha berdewam kir: “Lê her roj, rojê me yên têkoşînê ne. Heta ku em xwe bigêjin azadiyê, ji bo ku em karibin weke jin rêxistinê xurt bikin bi tevahî pêkhateyê xwe, xwedî îrade û rêxistin bin. Herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Bi felsefeya jin jiyan azadî, bi îlhama şoreşa Rojava serhildana Rojhilatê Kurdistanê beriya du salan serhildana jin jiyan azadî pê ket ku niha li tevahî cîhanê belav bûye. Dîsa bi destê jina dest pê kiriye û bi destê jinan de ev şoreş bi ser bikeve. Gerek em wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em têkoşîna xwe hîn bêhtir xurt bikin ta ku em bighêjin azadiya Rêber Apo û bi azadiya wî re hemû civak û jinan azad bikin.” Meş bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Kobanê

Rêxistina Kongra Star bi wesîleya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan ji 14’ê Mijdarê ve dest bi rêzeçalakiyên li ser asta herêma Firatê kirin ku bi meşeke girseyî bidawî kirin. Meşa ku di bin diruşmeya “Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê jin, jiyan, azadî” hatibû birêxistinkirin, di nav de bi sedan jin, Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, ciwan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amede bûn. Meş bi berzkirina siloganên “Jin, jiyan, azadî” û “Na ji tundiyê re” ji qada şehîd Egîd destpê kir û li qada Jina Azad rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, endama kordînesyona Kongreya Star Macîde Hesûn axivî.

‘Heta rêxstin û têkoşîna jin hebe wê tundî pêk neyê’

Macîde Hesûn jî bi heman armancê bang kir û got: “Ez ji bo hemû jinên xebatê dikin û ji bo azadî û mafê jinan bang  dikim. Em bi hev re bi bîrdoziya Rêber Apo têbikoşin. Divê em weke jin bi felsefeya jin, jiyan, azadî deng û rengê xwe bidin şoreşa jin û em bi hev re mayîde bikin. Peyama me ji bo kesên tundiyê li ser jin dimeşînin ango jinan di komkujî û qirkirinan re derbas dikin heye, heta ku rêxistin û têkoşîna jin hebe hûnê nikarbin tundiyê bimeşînin û ziyanan bighînin jin. Emê her tim li ser piyan bin û li qadên têkoşînê bin, her wisa dê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bibe parçeyek sereke ji têkoşîna me ku em hemû jî dizanin azadî û rizgariya jin bi Serok re pêkane.”

Herî dawî Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek li ser tundiyê û bandora wê li ser civakê pêşkêş kir. Jinên beşdarî meşê bûbûn, helwest û peyama xwe parve kirin.

 ‘Têkoşîna me bê navber dewam dike’

Rêveberiya Qada Civakî ya Kongreya Star Hêvîn Miho wiha got: “Me ji bo vê rojê çalakiyên cur be cur birêxisitn kir ku roja dawî meşa giştî ye. Bê guman ev nayê wateya rawestandina têkoşîna li dijî tundî û êrîşên li ser jinan. Heta ku jinek rû bi rû yê tundiyê were dê têkoşîna me berdewam bike. Ji xwe armanc û peyama me ya ji vê meşê jî ewe ku emê weke jin her roj li ser piyan bin û kesên dagirker ceza  bikin. Êdî ev hêza me ya têkoşînê heye ku me weke jin bi şoreşa re têkoşîna bê dawî da destpêkir. Em weke Kongreya Star jî parçeyek ji vê şoreşê ne ku emê xwedî li hemû jinan derkevin. Her wisa emê li hember êrîş û hedefgirtina dewleta tirk ji pêşengên jin re, bibin bersiv. Sekna me ya di meşê de jî di heman demê li hember dagirkeriya dewleta tirk ku em diyar bikin têkoşîna jin berdewam e.”

 ‘Rêgezên îslamî binpê dikin’

Endama boruya jin a saziya Ol û Bawerî Zergê Mislim bal kişand ser rewşa jin a di nava ola Îslamî de û wiha got: “Mixabin civaka me jinan weke amûreke zayendî, zarokanîn, ya xizmetê, mêjî kêm û mulk digirin dest. Xwedayê yezdan dibêje ku me hemû mirov hebûneke wekhev afirandiye. Ev gotin jî tê wateya ku cudabûna di navber jin û mêr de tune ye ku zilam mafê xwe dibînin tundiyê li jinan bikin. Di pirtûka pîroz de û ji aliyê hezretî Mihemed jî hatiye gotin ku divê mafê jinan rast were dayîn û nirxê wê were parastin. Heta di pirtûka pîroz de gelek suretên jinan hene ku weke ya Meryem û ya jin, lê me tu suretên bi navê zilaman nedîtin û tune ne. Heger mirov li gor rêgezên ola îslamî biçin, ez bawer dikim ku dê tundî li hember jinan neyê kirin. Raste hîn mijar li jinan hatine ferzkirin, lê dîsa jî hilbijartin ya jin e ku bike yan na.”

Şehba

Bi diruşmeya “Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî” Kongra Star a Efrîn-Şehbayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê meşiyan. Meş bi beşdariya koçberên Efrîn û miletê Şehbayê ji destpêka navçeya Ehdas heya dibistana navçeyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên têkoşer ên jiyana xwe ji dest dane, her wiha pankertên bi nivîsên “Bi jin jiyan azadî re, ber bi şoreşa jinê ve”, “Tundiya dijî jin suc e”, “Na ji qetilkirina jinan re” hatin hildan.

 ‘Ev berxwedanî û îsrar ji bo hêzên desthiladar bersiva herî xurt e’

Meşa ku bi beşdariya hezaran jinan vegeriya mitîngê. Piştre Endama Meclîsa  Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Efrîn-Şehba Sureya Mustafa axivî û got: “Îro gelê Efrîn û Şehbayê bi coşek mezin berê xwe dane kolanan û li dijî tundiya ser jinê serî hildidin. Ev berxwedanî û îsrara ku tê meşandin bersiva herî xort ji hêzên desthiladar ên ku tundiyê ser jin û civakê bi giştî dimeşînin re ye. Heya ku vê sîstemê hildiweşînin li dijî her cureyên tundiyê û êşkenceyê em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Heya vê kêliyê em li ser berhemên ku jinan di cavaka xwezayî de daye destpêkirin, em dijîn. Ji bo ku ev berhem binpê bikin sîstemên desthilatdar hezaran salan ve tundiyê li ser civakê didin meşandin. Em dibînin tundiya herî giran li se Rêber Apo di zîndanên Îmraliyê de tê meşandin. Lê bi îrade û berxwedana gelan wê ev tundî ji holê bê rakirin û emê Rêber Apo fîzîkî azad bikin.”

Meş bi diruşmeya “Jin, Jiyan,Azadî” dawî bû.

Hesekê

Bi hezaran jinên Kantona Hesekê Til Temir, Dirbêsiyê, Kampa Serêkaniyê, Waşokanî, Şedadê, Erîşa û Hol bi heman armancê daketin qadan û banga azadiya jinan kirin. Meşvan alên Kongra Star, Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên jinên Têkoşer û pankartên bi nivîsên” Jin, Jiyan Azadî “, Na ji Tundiyê re”, Mafê xwe bixwaze” hilgirtin.

Meş li çarxereya Şehîd Arîn Mîrkan a taxa Mişêrfê des pê kir û li ber rêka Sûka Hal veguherî mitîngê.

‘lL dijî felsefeya Jin Jiyan Azadî şerekî dijwar tê meşanidn’

Paşî Endama Kordînasyona Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo da zanîn ku li dijî felsefeya Jin Jiyan Azadî şerekî dijwar tê meşandin û wiha anî ziman:”Ji dîrokrê ve heya roja me ya îro de li dijî hebûn, felsefe û zanista jinan şerekî dijwar tê meşandin. Îro jî di şexsê jinên pêşeng ên şoreşa Rojava şerekî dijwar li ser felsefeya “Jin Jiyan Azadî” felsefeya ku hemû jin xwe di bin sîwanê wê de azad, bêrxistin û perwerde kir û dike. Ji bo wê li dijî jinan her cûreyên tundiyê tê meşandin. Îro em hemleya xwe ya di bin dirûşmeya “li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, jin Jiyan azadî” bi meşekî bi dawî dikin lê emê rojane li qadan û di nava civakê de bin heya ku em jinan û civakê ji zihniyeta baviksalarî xelas bikin. Emê civakek bi exlaq û polîtîk li ser bingeha hevjiyana azad ava bikin û bi rêxistin bikin.”

‘Jin bingeha avakirinê ye’

Hevseroka Meclisa Rêvber a herêma Cizîrê Viyan Beho Osî jî teqez kir ku bi yekîtî û rêxistinbûyîna jinan rê li ber hemû cureyên tundiyê were girtin û wiha got:” Îro hêzên deshilatdar li dijî jinan siyasetek dide meşandin ew siyaset bingeha wê tundiye. Dixwazin bi riya kolekirina jinê civak kole bikin. Ji ber ku jin di civakê de bingeha avakirinê ye. Îro di şoreşa rojava jin di her qadî de cih girt û li dijî cureyên tundiyê şer dike. Em weke hemû rêxistin, sazî û dezgehên jinan bi rihê felsefeya “Jin Jiyan Azadî” emê xwedî li dîroka xwedawendan derkevin û civaka xwe ji hişmendiya qirêj a ku tê xapandin xelas bikin.”

Meş bi pêşkêşkirina şano li ser tundiya li ser jinê bi dawî bû.