spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li çar aliyê cîhanê gotin ‘jin jiyan azadî’

Bi deh hezaran jin li gelek navendên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bi pankart, al û posteran daketin qadan û bê navber dirûşma "Jin Jiyan Azadî" qerîyan. Jinan tundiya mêr şermezar kir û soza têkoşînê dan.

Bi boneya 25’ê Mijdarê bi deh hezaran jin li bajarên Hamburg, Parîs, Berlîn, Amed, Riha, Mêrdîn, Edene, Colemêrg, Semsûr, Sêrt, Çewlîk, Dîlok, Antalya, Hesekê, Qamîşlo, Kobanê, Silêmaniyê û gelek navendên din ên cîhanê daqetin qadan û bi hevre gotin “Jin Jiyan Azadî”.

Bi deh hezaran jin, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daketin qadan û bi hevre gotin “Jin Jiyan Azadî”. Jin li Qamîşlo, Hesekê, Kobanê, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Wan, Çewlîk, Semsûr, Riha, Dîlok, Edene, Mêrsîn, Antalya, Hambûrg, Parîs, Berlîn, bi pankartên “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Azadiyê ve”, “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve” meşiyan. Jinan alên TJA, Kongra Stra, YJA Star, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Rojbîn û Leyla Şaylemez li ser hebûn rakirin. Jinan piştî meşên dirêj kom bûn û daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de soza têkoşîna li dijî tundiyê û yekîtiyê dan. Jinan anîn ziman ku dê li dijî tundiya dewleta mêrane heta dawî têbikoşin.