3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Hevalên me demildest serbest berdin!’

Polîsan nûçegîhanên JINWES û MA’ê yên li Şirnexê nûçe dişopandin binçav kirin. DFG’ê daxuyanî da û binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û xwest demildest serbest bên berdan.

Jinan xwest li Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî e meşekê li dar bixin. Lê polîsan êrişî meşvanan kir û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Omer Akin, nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û gelek jin binçavkirin. DFG’ê têkildarî binçavkirinê daxuyanî da û binçavkirin şermezar kir. Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:

“Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li dijî Tundiya li ser Jinan de, hemû jin li dijî tundiyê dadikevin qadan. Jin li dijî hemû cureyên tundiyê dengê xwe bilind dikin.  Lê mixabin îro li Tirkiye û Kurdistanê tundiya li dijî jinan nehat guhertin. Em carek din dibin şahide tundiyê. Li dijî hemû kesên ku ne AKP û MHP’î ne hemû cureyên tundî û zorê rewa tê dîtin. Îqtîdarê lig elek bajaran çalaki qedexe kirin. Bi vê biryarê hewl dide çalakî û têkoşîna jinan a mafdar asteng bike.

Mînaka yek ji vê hewldana îqtîdarê jî xwe li Şirnexê nîşan da. Jinên ku bi minasebeta 25’ê Mijdarê xwestin bimeşin. Lê polîsan di çalakiyê de endamên me Nûçegîhana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn, Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Zeynep Dûrgut û Omer Akin ên xwestin meşa jinan bişopînin, binçav kirin. Polîsan li dijî rojnamegeran tundî pêk anî. Îqtîdar vê rêbaza ku berê bikar dianî dîsa dubare dike. Lê berê jî me anîbû ziman em carek din jî bînin ziman. Em wekî rojnamegeran, çawa ku heta niha me rojnamegeriya gel kir, ji niha û şûnde jî em ê dîsa ji berê zêdetir bi dengekî bilinttir rojnamegeriya gel bikin û misyona xwe pêk bînin. Pir aşkere ye ku ji ber em propaganda îqtîdarê nakin me û karê me asteng dikin. Bi binçavkirin û girtinê dixwazin me asteng bikin. Lê em ê bêtir xwe bi rêxistin bikin û parastina pîşeyê rojnamegeriyê bêtir biparêzin.

Her wiha di rojek wekî îro ku  Roja Têkoşina li dijî Tundiya li Ser Jinan e, em tundiya li ser rojnamegeran şermezar dikin. Em binçavkirina sê endamên me yên rojnameger qebûl nakin. Em careke din dixwazin zext û tundiya li ser çapemeniyê bi dawî bikin. Em dixwazin azadiya çapemeniyê ku erkekî demokrasiyê ye, mîsoger bikin. Em careke din dibêjin demildest hevalên me serbest berdin”