21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelasbûna ji qeyûman dest pê dike

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartin dê di dawiya meha adara 2024’an de pêk bên. Ji niha de partiyên siyasî dest bi amadekariyan kirine. Partî ji bo nazmetan û pîvanên namzetan ketine nava lêgerinê.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê wê di dawiya meha adara 2024’an de hilbijartinên herêmî pêk werin. Ji bo vê jî partiyên siyasî hêdî hêdî dest bi karên xwe yên hilbijartinê dikin û amadekariyên xwe yên vê der barê de temam dikin. Di encama van amadekariyan de li gorî salnameya ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji wan re diyar bike wê partî serî lê bidin û namzetên xwe yên bajarok, navçe, bajar û bajarên mezin diyar bikin.

Siyaseta kurd jî vê çarçoveyê de bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Li bendê ye ku piştî 20’ê mijdarê HEDEP dema serlêdana bernamzetan bide destpêkirin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin wê HEDEP ji bo diyarkirina namzetan li bajaran komîsyonan ava bike û serlêdanên ku bên kirin destpêkê wê li van komîsyonan bên nirxandin û li gorî şertên ku partî diyar bike ji serlêdanan hilbijartin pêk were.

Rizgarkirina ji qeyûman

Ji bo bernamzetên ku ji aliyê komîsyonan ve bên hilbijartin bajarên mezin jî di nav de wê li hemû û navçe û bajaran pêşhilbijartin pêk werin û namzetên partiyê bi van pêşhilbijartinan bên diyarkirin. Dûre jî bi van namzetan partî serî li YSK’ê bide û gava xwe ya yekemîn a ji bo têkbirina qeyûmên li ser şaredariyên Kurdistanê yên di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de bi dest xistibû biavêje. Partî armanc dike ku hemû şaredariyên bi qeyûman dagirkirî ne bi dest bixe.

Operasyona bertîlê

Her wiha qeyûm û kesên ku ji aliyê YSK’ê ve weke şaredar tayînî şaredariyan hatibûn kirin, ji ber ku bi aqûbeta ku bê serê wan dizanin, ji niha ve wan jî dest bi hin “xebatan” kirine. Belê qeyûm û kesên tayînkirî di bin navê xebatê de dest bi dizî û nelirêtiyan kirine. Beriya çend hefteyan derketibû holê ku Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK ew tayînî Şaredariya Rezan a Amedê kiribû bi alîkarê xwe Siddik Aycil pêngava bertîlê dabû destpêkirin. Li ser vê li dijî şaredariyê operasyona bertîlê hat kirin û Aycil û Midurê Îmarê yê Şaredariyê Firat Kiliç hatin girtin û ji bo Beyoglû jî biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.

Şaredariya malbatî!

Piştî teşhîrkirina vê dizî û nelirêtiyê kul i Şaredariya Rezan derketibû holê hefteya borî derket holê ku Salîh Akman ê AKP’î ku piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de tevî nehata hilbijartin jî YSK’ê ew weke şaredar tayînî Şaredariya Tûşbayê kiribû jî 22 xizmên xwe li şaredariyên navçeyên Tûşba û Artemêtan ên Wanê û Mûşê bi cih kiriye. Piraniya van kesan tevî ku naçin şaredariyê jî weke kadro bi rêk û pêk mûçe digirin.