6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Ehmed 33 roj in agahî nayê wergirtin

Edîtorê Rojnewsê rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla Asayî Dihokê ya girêdayî PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 33 roj in tu agahî nayên girtin. Parêzer Nêrîman Ehmed têkildarî mijarê gotibû Dadgerî destûr da lê Asayîşa Giştî li vê biryarê guhdarî nekir û nehişt em hevdîtinê pêk bînin.

PDK jî wekî AKP-MHP’ê rojnamegerên ne ji wan e yan digire yan jî direvîne. Ji van yek jê rojnameger Silêman Ehmed e. Rojnameger Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Sêmalka re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 33 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikur hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji parêzerên Ehmed, Nêrîman Ehmed têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî bû û ev agahî dabûn: “Ji roja destpêkê ve me hewl da miwekîlê xwe bibînin û dosyaya wî bixwînin. Em çûn serdana Asayîşa Dihokê lê ji me re gotin li vir nîne. Piştre qebûl kirin ku li wir û gotin li jêr lêkolîna wî heye û destûra hevdîtinê nayê dayîn. Li ser vê yekê me serî li dadgerê Asayîşa Dihokê da. Me xwest bi Ehmed re hevdîtinê bikin û rêkarên yasayî bên cîbicîkirin. Dadgerî destûr da lê Asayîşa Giştî li vê biryarê guhdarî nekir û nehişt em hevdîtinê pêk bînin.”