spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan cenazeyên zarokên xwe piştî 143 roj şûnde defin kirin

Malbatan cenazeyê endamên YJA Starê Şekirnaz Kaplan û Emîne Kaplan ên ku li çoltara Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 143 rojan li bajarên wan di bin dorpêça leşker û polîsan de veşartin.

Di 4’e Tebaxê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di bombebarana pêk hatibû de endamên YJA-Starê Leyla Gulcu (Dîcle Eylem), Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên her sê endamên YJA-Starê, piştî 143 rojan dan malbatan.

Malbata Kaplanê, cenazeye keça xwe li gundê Tilmis ê navçeya Xîzan a Bedlisê veşartin. Malbat di rê de li gelek cihan bi astengiya leşker û polîsan re rû bi rû ma. Leşkeran bicihanîna wecîbeyên olî û şûştina cenaze asteng kir. Leşkeran bi sedan kesên ji bo definkirinê civîyan, asteng kirin. Leşkeran tenê hişk ku ferdên malbatê tev li merasîma cenaze bibin.

Malbata Emîne Kaplanê jî, cenazeye keça xwe li goristana taxa Petrol a Êlihê veşartin. Malbata Kaplanê di ketina goristanê de bi astengkirina polîsan re rû bi rû ma. Bi sedan kesên ji bo merasîma cenaze kom bûn hatin dorpêç kirin. Li ser israra girseyê hin kesan karîn tev li merasîmê bibin. Girseyeke qelebalix jî derveyî goristanê sekinî. Bi hinceta “ewlehiyê” destûr nehate dayîn ku rojnamevan merasîmê bişopînin. Cenazeyê Kaplan piştî astengiyan veşartin.