4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê mezin dibe

Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê li dijî êrîş û tifaqên dijî Şengalê û ji bo ji nûve avakirina Şengalê ku îsal hatibû avakirin, her diçe mezin dibe. Hereke jî tevlî kordînasyonê bû.

Li dijî peyman û êrîşên li ser Şengalê û ji bo ji nûve avakirina Şengalê, di 25’ê Hezîrana 2023’yan de bi beşdariya çend partî û pêkhateyên Şengalê Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê hatibû ragihandin. Mijarên stratejîk û girîng yên der barê Şengalê de hevdîtinên li gel Iraqê bi navê kordînasyonê tên kirin û encamên erênî jî bixwere aniye.

Li navenda Şengalê li baregeha Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê, Tevgera Êzidiyan a ji bo Çareserî û Pêşketinê (Hereke), tevlî Kordînasyona (Tensîq) Hêz û Pêkhateyên Şengalê bû. Bi amadebûna PADÊ, YNK’ê, Partiya Teqedûm, kesayetên olî, eşayîrî û pêkhateyên din yên Şengalê civînek hate lidarxistin û paşê jî hate ragihandin ku Hereke tevlî kordînasyonê bûye. Hereke bi îmzekirina peymanê tevlîbûna xwe ya li nava kordînasyonê fermî kir û eşkere kir ku ew ancax bikarin, bi yekîtiyê daxwazên civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê li Iraqê biparêzin.

Armanca sereke ya Kordînasyonê vegera koçberên Şengalê, têkûzkirina ewlekarî û aramî li Şengalê, pêşxistina siyaset û dîplomasiyeke hevpar, pêşxistina îdareyeke di berjewendiya gelên Şengalê de û ji nûve avakirina Şengalê di warê binesazî û xizmetê de.

Mesihî, Sûne, Tirkmen, Şîe, PADÊ, Teqeddûm, YNK û herî dawî Hereke jî beşdarbû.

Hêjayî bibîrxistinêye di hilbijartinên parêzgehên Mûsilê de jî ev hêz li seranserê Neynowayê bi lîsteya bi navê, ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ beşdarê hilbijartinê dibin.