3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongreya YNK’ê didome: Wê rêveberiya nû hilbijêrin

Kongreya Pêncemîn a YNK’ê di roja sêyemîn de didome. Tê payîn îro rêzikname were pejirandin û rêveberiya YNK’ê ya nû bê hilbijartin

Di 27’ê Îlonê de Kongreya Pêncemîn a YNK’ê bi tevlîbûna 600 delegeyan destpêkir. Di beşa duyem a kongreyê de Bafil Celal Talebanî bi piraniya dengan wek serokê YNK’ê hat hilbijartin. Kongre di roja xwe ya sêyem de dewam dike.

Berdevka kongreyê Telar Letîf ji medya nêzî YNK’ê re axivî û da zanîn ku kongre dewam dike, heya niha lijneya rêziknameyê karên xwe temam nekiriye û çi dema temam bû, ewê rêziknameyê belav bikin. Li gorî agahiyan îro wê rapora lijneya bernameya YNK’ê ya ji bo çend salên dema bê amadekirî jî were pejirandin. Dê YNK îro di kongreyê de rêveberiya xwe ya nû jî hilbijêre.