3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

85 hezar qerebaxî koç kirin

Hikumeta Ermenistanê diyar kir ku piştî êrişa Azerbaycanê ya li dijî Qerebaxê dest pê kir û heta niha zêdetirî 85 hezar welatiyên Qerebaxê koçberî Ermenistanê kirine

Li gorî tora Rûsya El Yewm, hikumeta Ermenistanê ragihand ku zêdetirî 85 hezar welatiyên Qerebaxê ji ber êrîşên Azerbeycanê ji  Qerebaxê koçberî Ermenistanê kirine. Serokê Qerebaxê Samvel Şahramanyan ragihandibû ku bi destpêka sala bê re tevahî saziyên hikumetê tên hilweşandin û rakirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Ermenistanê ku agahiyên xwe dispêre serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan, ji ber siyaseta qirkirina etnîk ku Azerbaycan pêk tîne, koçberiya ji Qerebaxê ber bi Ermenistanê ve dewam dike.