7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê dîsa hate taloqkirin

Alp Altinors ku ji Doza Kobanê girtî ye, mazaret nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Tevî vê yekê jî hat xwestin ku parastina wê bê wergirtin. Parêzer Kenan Maçoglû bertek nîşan da û got: “Rojek navber bidinê. Gelo eceleya we çi ye?”

Rûniştina pêncemîn a danişîna 34’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.

Parêzera siyasetmedar Alp Altinors ê ji Doza Kobanê girtî tê darizandin, Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku îro miwekîlê wê çûye hevdîtina malbatê û dê der barê dozê de parastina xwe neke. Turhalli xwest ku danişîn taloqî 2’yê cotmehê bê kirin.

Dozger xwest mazareta Alp Altinors were redkirin. Şandeya dadgehê jî daxwaz ango mazareta Altinors red kir û biryar da ku li ser SEGBÎS’ê parastina wî bê wergirtin.

‘Gelo eceleya we çi ye?’

Li ser vê yekê parêzer Kenan Maçoglû nerazîbûn nîşanî biryara şandeya dadgehê da û got: “Divê daraz serbixwe û bêteref be. Lê di darizandinê de mekanîzmaya bêalîbûnê tune. Dosye diçe qonaxa biryarê. Di destpêka dozê heta îro de tu neheqî û bêhiqûqiyek nema ku li siyasetmedaran nehat sepandin. Hewldan û israra we ya ku hûn danişînê dixin roja înê çi wateya wê heye? Hûnê rojekê navber bidinê. Ji bo vê yekê çima hûn israr dikin, em fêm nakin. Gelo ecele we ji bo çi ye?”

Alp Altinors bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin. Parêzer Cemîle Turhalli diyar kir ku heke parastin roja duşemê bê kirin wê bêtir bi rêk û pêk bê kirin.

Altinors jî da zanîn ku di saetên nîvro de hevdîtina wî li gel malbata wî heye û ji bo parastinê jî amadekariyên wî bi dawî nebûne. Altinors xwest ew roja duşemê parastina xwe bike.

Piştî daxwazên parêzer û Altinors şandeya dadgehê biryara danişîna bê taloqî 2’yê cotmehê roja duşemê kir.