28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCD: Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan li dijî hemû mirovahiyê ye

MED TUHAD-FED, KDC, DBP, TJA, têkildarî tecrîda girankirî û salvegera 9’ê cotmehê ya Komloya Navneteweyî de daxuyanî dan. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû mirovahiyê ye

Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED-TUHAD FED), têkildarî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya MED-TUHAD-FED’ê daxuyanî dan. Parlementerên Partiye Çepên Kesk, Hevserokên DBP’ê yên Giştî Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Nûnerê OHD, MED-DER, MEBYA-DER, Komeleya 78’an û TÛAY-DER û gelek endamên saziyan beşdar bûn. Nûnerên saziyan li salonê pankarta “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” daliqandin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li ser navê saziyan daxuyanî da.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku tecrîda giran a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê li dijî hemû mirovahiyê pêk tê û wiha got: “Birêz Ocalan bi Komploya Navnetewî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyê kirin. 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî bêhiquqî û xweser tenê li dijî wî pêk tê. Ev komplo, bi aramanca têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyê hatiye plankirin. Plana ku bi komploya navnetewî ket meriyetê îro jî bi berfirehî didome. Yek ji sûcên herî girîng 31 meh in bi qutkirina tevî rêyên hevdîtinê ve li dijî Birêz Ocalan dimeşe. Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev rewşa dermirovî ya tecrîdê, di serî de gelê kurd ji bo tevî gelên Rojhilata Navîn rê li ber fikarin vedike. Tecrîda derhiqûqî bandora wê li dijberî peymanên navnetewî û dijberî nirxên hiqûqa gerdûnî û makezagonê ye.”
Polîtîkayên şer û xizantiyê
Ozturk bi lêv kir ku pergala tecrîdê wek ewrên reş bandor li tevahiya Tirkiyeyê dike û ev tişt anî ziman: “Faşîzma ku çavkaniya xwe ji vê tecrîdê digire çar perçeyên welêt dorpêç kiriye. Ji ber vê yekê nirxên civakê hemû hatine asta fetisandinê. hêviya jiyanê ya gelan jî tê xespkirin. Kesên ku tecrîdê dimeşînin îro di bin siya qeyrana aborî de nanê li ser sifreya me jî didizin. Kesên ku xizantiyê ji gel re rewa dibînin, bi armanca kûrkirina tecrîdê sermîyanê gel pêşkeşî polîtîkayên şer dikin. Bi pergala tecrîdê, polîtîkayên şer û xizantiya ku civak tê de dijî kûr dikin. Divê baş bê zanîn tecrîda Îmraliyê, ji bêhiqûqiyan re, ji pêkanînên antîdemokratîk re, ji bêedaletîyê re û ji binpêkirinên mafan re bingeh ava dike. Di şexsê Birêz Ocalan de, ji gelên Rojhilata Navîn re jiyanake bi tecrîd tê avakirin. Ev yek jî di her beşên civakê de rê li ber cihêkarî û nijadperesiyê vedike.”
Girîngiya parastina aştiyê
Ozturk, bal kişand ser sazkirina edalet û hiqûqê û got aştiyeke mayînde bi Birêz Ocalan pêkan e û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî, bidawîkirina tecrîda ku îro li cîhanê tu mînakê wê nîne. Ocalan, di rêwitiya demokratîkbûn û sazkirina hiqûqê de xwedî roleke mezine. Li Tirkiyê û Rohilata Navîn ger ku sîyaseta jiyane bikeve meriyetê, bidawîkirina tecrîdê wê bibe gava herî mezin. Gava herî girîng a parastina aştiyê û niqaşên demokratîk, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkan e. Di niqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd de navnîşana ku wê bibe mifteya pêvajoyê bi tenê Birêz Ocalan e. Armanca me ya bingehîn ew e ku; bi şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Derfetên xebat û jiyanake azad û bê sazkirina û wekheviyeke mayînde bimîne.”
Banga li saziyan
Di berdewamiya axaftina xwe de Ozturk got heta ku tecrîda li Îmralayê bi dawî nebe wê ji bo tu kesî aramî pêk neyê û got: “Dê pêşeroja me jî her tim bi taritî û qeyranan re rû bi rû bimîne. Bi armanca şikandina tecrîda ku îro li dijî Birêz Ocalan tê kirin em dibêjin ‘êdî dem dema liv û tevgerê ye’. Bi vê armancê, heya ku tecrîd bi dawî nebe em ê nesekinin. Em ê bi tevî hêza xwe têkoşîna şikandina tecrîdê mezin bikin. Em dixazin binê xalê xêz bikin ku; tu hêz nikare di vê rêyê de me asteng bike. Di vê çarçoveyê de, em bang li kesên xwedî wijdan, partî û saziyên siyasî, rêxistinên girseyên demokratîk, komele û sendiqayan, yekiniyên pîşeyî, saziyên hiqûqê, jin û ciwanan, dikin ku li dijî vê tecrîda heyî bibin deng. Em bang li welatî û kesên ku dibêjin ‘Rikberî na hezkirin, dijminatî na jiyanake bi hev re û ne xizantî jiyanake bi aramî’ dikin.”
Parçekirina terîtiyê
Di dawiya axaftina xwe Ozturk ev bang kir û got em dixwazin di 9’ê cotmehê de her kes li Amedê bicive û ev tişt got:“Heya ku tecrîda li dijî Birêz Ocalan dimeşe neşkê, wê her tim berê me ber bi Îmraliyê be. Bi vê armancê em bang li hemû welatiyên xwe yên xwe dikin di 9’ê Cotmehê de li Amedê bicivin. Em ê tu caran destûr nedin ku hêviya jiyaneke azad û bi hev re ya gelan bê desteserkirin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya me hemûyan e. Perçekirina taritiyê li ser pêşeroja gelan e. Di serî de gelê Kurd em ji tevî raya giştî ya demokratîk re radigihînin heta azadiya Birêz Ocalan pêk bê em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”