9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî Korsîkayê Bretonya jî daxwaza xweseriyê kir

Piştî pêşniyara xweseriyê ya ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji Girava Korsîkayê re kir, Bretonyayê jî heman daxwaz ji bo herêma xwe kir

Di serdana Serokkomar Emmanuel Macron a 28’ê Îlonê ya Korsîkayê de, pêşniyara wî ya xweseriya giravê weke madeyek xweser di makeqanûnê de, ji aliyê serokên meclîsên bajaran ve hat silavkirin.

Bi taybetî Serokê Meclîsa Herêmî ya Bretonyayê Loîg Chesnaîs-Gîrard jî heman tişt daxwaz kir.

Chesnaîs-Gîrard di girtina Kongreya Herêmên Fransayê de civîna çapemeniyê lidar xist û got: “Min bihîst ku Serokkomar ji bo Korşîkayê derbarê azadî, xweserî, zimanan û mijarên din axivî ye. Em jî heman tiştê pirs dikin.”