4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konsepteke hevbeş li dijî destkeftiyên kurdan heye

Di destpêka êrîşên dawî ên hikûmeta tirk a li dijî axa başûrê Kurdistanê de, serokomarê tirk li pêşberî medyayê got “Ji ber alîkariya hikûmeta Kazimî û ya rêveberiya başûrê Kurdistanê di vê operasyonê de, em spasiya wan dikin.”

Her çendî hikûmeta Iraqê bi çend daxuyanî û qaşo bi fediyok nerazîbûna xwe li dijî van êrîşên dawî anîn ziman jî, lê bi êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê, aşkera bû ku ew hersê alî di van êrîşan de hevkar û hevpar in. Bi derbasbûna demê re hin tişt zelaltir xuya kirin ku hin rayedarên Iraqê û başûrê Kurdistanê êdî bi zelalî piştgiriya xwe ya van êrîşan aşkere kir.

Daxuyaniya Hoşyar Zebarî jî yek ji wan e. Zebarî li ser hesabê xwe yê malpera dijîtal gotibû “Em bi xurtî piştgiriyê didin operasyona artêşa Iraqê ya ku li Şengalê li dijî komên ‘terorîst’ ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê pêk bîne.”

Dema mirov bala xwe bide van daxuyaniya û li ser erdê jî li helwesta wan aliyan binêre, aşkera xuya dike ku ev konsebteke giştî ye û planeke berfireh a bi tevlêbûna PDK û hikûmeta Kazimî ye.  Li vir hêjayî bibîrxistinê ye di 16 tebaxa 2021’ê de beriya ku serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî serdana Şengalê bike hikûmeta tirk bi balafirên bêmirov êrîşî sûka kevin a Şengalê kir û 2 sivîl kuştin. piştî wê Kazimî serdana Şengalê kir. Lê bi tu awayî behsa vê êrîşê nekir, wekî ku ew êrîş li welatekî din pêk hatibe. Ew jî nîşan dide ku êrîşên li dijî Şengalê pêk tên li gorî dilê wan e jî. An jî ji ber lewaziya wan e.

Yek ji sedemên bingehîn ên vê rewşa Iraqê ew e ku hikûmeteke bihêz û hevgirtî tune ye. Lewre jî her dem dewletên wekî Tirkiye, Îran û DYA’yê biryarên xwe li ser hikûmeta Iraqê ferz dikin. Her welatek ji van welatan li gorî berjewendî û daxwazên xwe Iraqê birêve dibe, an jî biryarên xwe li ser wê ferz dike.

Bi salane rewşa Iraqê wiha ye, di salên berê de jî me dît ku çawa hikûmeta Iraqê hêsîrê biryar û berjewendiyên Îranê bû. Her wiha me dît ku çawa gelê Iraqê bi serhildanên mezin nerazîbûna xwe li dijî vê hikûmeta ku piraniya wê alîgirên Îranê bûn, da. Gelê Iraqê di sala 2019’an de ew hikûmet rûxand û Iraqê neçar kir ku biçe hilbijartinên pêşwext û di cotmeha 2021’ê de hilbijartinên pêşwext hatin lidarxistin.

Niha jî ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî ên Iraqê de çend meh di ser hilbijartinên dawî re derbas bûn. Lê dîsa nikarin li ser avakirina hikûmetekê li hev bikin.  Lewre jî hikûmeteke wiha lewaz nikare li gorî berjewendiyên Iraqê tevbigere , ew hertim dimîne hêsîrê hêzên derve û li gorî zextên wan tevdigere.

Hewcedariya Iraqê bi hikûmeteke bihêz heye da ku bikaribe li dijî binpêkirina axa welatê xwe xwedî biryar û helwest be û bikaribe li gorî berjewendiyên gelê xwe tevbigere ne li gorî berjewendî û daxwazên welatên cîran.

Bi her halî dema mirov bala xwe dide van êrîşên dawî tê xuyakirin ku konsepteke giştî li dijî kurdên azadîxwaz heye.  Çi bi xweşî be, çi bi zext û bazaran be, wan aliyan li hev kiriye ku li dijî tevgera azadîxwaz a gelê kurd bi hevre tevbigerin. Armanca wan jî ne tenê Partiya Karkerên Kurdistanê ye, armanc hemû destkeftiyên kurdan e. Bi taybetî jî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ne.