28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konsera Koma Ma coş da guhdaran

Konsera Koma MA ya Ma Musicê, ku du roj in didome bi coşeke mezin bi dawî bû

Konsera Koma MA ku di bin banê Ma Musicê de xebatên muzîkê didomîne, li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyas a Amedê konser da. Bernameya konserê ya şefa duyemîn bi coşek mezin bi dawî bû. Endamên komê ku bi cil û bergên kurdî derketin ser dikê, guhdaran ew bi çepik û tilîliyan pêşwazî kirin. Hunermanedên ku derketin dikê stranên xwe bi kelecanî gotin.

Piştî her stranê guhdaran ji hunermendan re li çepikan dan û lîrandin. Koma Ma di şeva dawî ya konserê de bi stranên gelêrî yên mîna “Govendê, Dola Zêbarê, Şalûlvan, Nexşê Mîrzo, Fadîkê, Gijilokê, Seydiko” hwd. guhdaran mest kir.

Di dawiya konserê de Şêrko Kanîwar peyama  ku zarokên xwe bi dengbêjên kurd yê wekî Dengbêj Şakiro, Dengbêj Meryemxan, Dengbêj Şeroyê Biro mezin bikin da gel. Herî dawî  endamê komê yek bi yek da nasîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê