spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojev azadiya Ocalan e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Deshilata ku bi siyaseta xwe ya şer û tecrîdê binê hemû civakê vala kiriye û dixwaze ser van sûcên xwe bigire. Lê civak rojeva xwe dizane û dikare ava bike. Li hemberî van pêşxistin û mezinkirina têkoşînê heye. Di vê çarçoveyê de xwedî derketina li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” gelekî nirxdar û watedar e  

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran karîbûn bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran a di 7’ê tebaxa 2019’an de hatibû kirin. Ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve jî bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Ev siyaseta tecrîd û înkarê ya deshilata AKP-MHP’ê ji gelek aliyan ve rastî nerazîbûnan tê. Dewleta tirk tevî hemû bangan jî bi tecrîda li Îmraliyê re zagonên navneteweyî binpê dike û di siyaseta tecrîdê de israr dike.

Bi armanca dawî anîna tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di  10’ê cotmehê de bi pêşengiya dostên gelê kurd zêdetirî li 74 navendên Ewropayê û cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” pêngavek hate ragihandin. Di danezana pêngavê de hat destnîşankirin ku ji bo çareseriye doza kurd û sekinandina şer divê Rêber Apo demildest azad bibe.

Di serî de sazî û rêxistinên kurd jî di nav de ji qada navneteweyî gelek sendîka, komele, partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, parêzvanên mafên mirovan û zanyar bi daxuyaniyan piştgirî dan pêngava azadiyê.

Li bajarê Tirkiyê Stenbolê jî di çarçoveya pêngava 10’ê Cotmehê bi pêşengiya 78 kesayetên naskirî li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bi danezana “Danezana Banga Aştiyê” aşkera kirin. Di danezana ku 28’ê cotmehê hat aşkerakirin de li ser sedsaliya komara dagirkeriya dewleta tirk, rewşa şer a li Rojhilata Navîn û girîngiya azadiya Rêber Apo rawestiyan. Beşdaran aşkera kirin ku şikandina tecrîdê wê deriyê demokrasiyê li Tirkiyeyê veke.

Bi heman armancê di 29’ê cotmehê de li Amedê jî bi dirûşma “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” ve bi beşdariya 172 partî, sazî û rêxsitinan deklarasyoneke hevpar weşandin. Di deklarasyonê de îşaret bi şer û aloziyên li Rojhilata Navîn kirin û hêza Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêkan de hat destnîşankirin.

Herî dawî parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) jî li meclîsa Tirkiyeyê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo daxuyaniyek dan.  Parlamenteran di daxuyaniyaniya xwe de ragihandin ku ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin wê serî li Wezareta Dadê bidin. Piştî daxuyaniyê tevî hevserokan, parlamentereên HEDEP’ê serlêdana hevdîtinê kirin.

Di daxuyaniyê dejî diyar dibe ku êdî azadiya Rêber Apo tenê ne meselaya gelê kurd e, bûye meseleyek gerdûnî. Di nava sê hefteyan de her roj çalakî çêbûn û bi tevlîbûnên nû ev pêngavê mezin dibe. Gelê kurd û dostên xwe xwedî li vê pêngavê derdikevin û ji bo mezinkirina wê roj bi roj têkoşîna xwe mezin dkin. Di vê çarçoveyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li çar aliyên cîhanê çalakî, semîner, konser, konferans û panel tên li darxistin. Di van xebatên cihêreng de li ser fikir û ramanên Rêber Apo nîqaş dikin. Bêguman li qada hiqûq û dîplomasiyê jî ev xebat bênavber tên meşandin. Xuyaye pêngava azadiyê ya ku hatiye despêkirin bi xebatên cuda wê belavî deverên din jî bibe.

Deshilata AKP-MHP’ê ji bo vê pêngavê vala derbixe mîna her carê dîsa serî li rêbazên dermirovî û sûcên şer da. Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya vê ya herî ber bi çav e. Li gel van êrîşan ji bo di qada navxweyî de jî hêzên muxalîf û demokratîk bê bandor bike çeteyên xwe xistine dewrê. Bi van mûameleyên wisa dijdemokratîk re hewl dide ji xwe re rojevek naxweyî çêbike û rojava gelan bide guhertin. Bi taybetî piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hamasê mirov dikare bibêje hemû rojeva xwe guhertine. Yên nizanibe wê bêje li vî welatî qet pirsgirêkên mafên mirovan, karkeran, aboriyê û hwd. nîne. Deshilata ku bi siyaseta xwe ya şer û tecrîdê êdî binê hemû civakê vala kiriye bi vê rojev guhertinê ve dixwaze ser van sûcên xwe bigire. Lê civak rojeva xwe dizane û dikare ava bike. Di rojeva gelan de tecrîd, xizanî, bêkarî, bêhiqûqî û binpêkirina mafan heye. Li hemberî van pêşxistin û mezinkirina têkoşînê heye. Di vê çarçoveyê de xwedî derketina li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” gelekî nirxdar û watedar e.

Jixwe danezanên li Amed û Stenbolê hatin parvekirin îşaret bi vê yekê dike. Daxuyaniya parlamenterên HEDEP’ê jî nîşanî me dide ku êdî gel dixwaza xeberekê ji Rêber Apo bigire û Rêber Apo bi awayekî azad di nava xwe de bibîne.