3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê xwîna sed salî bê paqijkirin

Komara Tirkiyeyê ku di 4 salên ewil de xweserî erê kir, 96 sal in bi hişmendiya faşîzma dewşîrme hebûna xwe berdewam dike. Ev jî cureyekî tirsê ye

Komara Tirkiyê sedsaliya avakirina dewletê, bi debdebeyek ku Erdoganê epîlepsîk li pêş bû pîroz kir. Sed salên bi xwîn hene. Komara Tirkiyê, ji bilî 4 salan di wateya komarê de, tevnegeriya ye. Ji bilî 4 salên despêkê, (1921-1924) Lingê komarê 96 sal in li hewayê ne. 4 sal!… Ji ber ku desturnameya 1921ê, xweseriyê erê dike; ji 23 xalên vê desturnamê, 14 xal rêveberiyên xweser dipejirînin. Di metna amadekariyê de jî, gotin “tam muhtariyet” hatiye bikaranîn. Lê mebûsên Îttîhat û Terakî, hemû doktrînên siyasî û civakî têkbirin, komar ji wateya wê derxistin, sîstema “faşîzm dewşîrme” avakirin. Siyaseta sala 1925an, îro jî di pratîkê de ye. Yanî “faşîzma dewşîrme” 96 sal in bûye sedsala egoîzmê. Egoîzm jî tê wateya fetisandina di tirsa ku sedema wê nayê zanîn e; ji ademiyetê dûr e, nexweşiya cûreyên “zerikê” ye.

Nexweşiya “zerik”ê ji tirsê çêdibe û bi tirsê diçe!..

Îttîhat û Terakî bavê faşîzma sedsalê ye. Nasyonalîzma Elmanya û Italya; yanî faşîzma Hitler û Mussolînî zarokên Îttîhat û Terakî ne. Bi kurtî; her hişmendî berhemê erdnîgariyekê ye. Hişmendiya Îttîhat û Terakî li ser bingeha tu erdnîgariyan ne hatiye avakirin. Lingekî wan li Balkanan bû, lingek li Anatolya ye, (ne li Kurdistanê), lingek jî li Turan bû. Lewma lingê dîroka komara Tirkiyê li hewayê ne.

Di têkçûna Balkanan de, zabitên sundxwarî yên Îttîhat û Terakî derketin serê çiyan, çetetî kirin. Piştre li kolanên Stembolê kuştinên siyasî kirin. Darbeya Bab-i Alî, (31 Mart Vakasi), jî encama çetetiya paşayên Îttîhadî ye. Sal 1909!.. Ev sala Kongreya Îttîhat û Terakî ya li Selanîkê ye û biryara”faşîzma devşirmetî” ye.

Sahîh e ku îro, Komara Tirkiyê, dinava SOS’ê de ye. Ji ber ku desthilatdariya AKP/MHP’ê, ne muqedesatan diparêze, ne hiquq û ne gelan diparêze. Nijadperesti, di faşîzmêde, wek olê derxistine pêş. Bi gotina Ibn-î Haldun, desthilatdariyek ateş-î suzan e.

Zihniyeta desthilatdariya îro, dewşirmetî û oryantalîst e. Bi taybetî di qirkirina Dêrsimê de, gotinên “îzale-î wahşet, tashih-î îtîkad û tesfiye-î eyhan” bikartînin. Ev gotin, sernavê pirtûka Cîhangîr Gundogdu û Vural Genc’e. Erdogan û Bahçelî jî, di êrîşên li dijî 8 bajarên Kurdan û di dagirkirina Efrînê de digotin: “Kevir li ser kevir, serî li ser bedenê ne hêlin,” û “Ev kizil elme-sêva sor e.” Sêva sor, diruşmeya çeteyên “akinci” yên li ser sînorên welatên Balkanan bû. Yanî biçe, bikuje, bêzar û wêran bike… Piştre artêş diçû û herêm dagir dikir.

Pirs; Gelo li hemberî vê zihniyeta kufîkî bêalîtî çêdibe? Divê întelîjansiya Kurd vê pirsê ji xwe bike.

Du cure bêalîtî hene; yek bêalîtiya alîmên olî ye, ya din jî bêalîtiya dadgeran e; li Tirkiyê her du jî hatine tunekirin. Dive dîroka alternatif, zimanê diyalektîkê zemt bike û hesab bipirse.

Em parantêzekê vekin; Piştî Balkan ji destên paşayên Osmanî hate standin, hêzên Ewropa Trakya, Stembol dagir kirin, gelên Ereb jî rabûne ser piyan; hem Mustafa Kemal, hem Xanedaniya Osmanî, pişta xwe dane Kurdan. Artêşa Osmanî jî hatibû bê çek kirin. Îtîthat û Terakî, bi pêşengiya mareşal-muşîr Fevzî Çakmak, desthilatdar bûn. Fevzî Çakmak, serfermandarê artêşa Osmanî bû.

Em hinekî vekin: Desthilatdariya Osmanî Mustafa Kamal, ji bo berxwedana Rumên Derya Reş û cezakirina eşqiya Topal Osman, weke mûfettîşê artêşê şiyande Samsunê. Mustafa Kemal, li Samsunê eşqiya Topal Osman ceza nekir, wajî wê, ew kire hevalê xwe û pê re peyman îmze kir û ew bi qirkirina gelê Rum erkdar kir.

Desthilatdariya Osmanî fermana kuştina Mustafa Kemal da.

Serfermandarê Artêşa Tirk Fewzî Çakmak jî, bi telgrafekê ji fermandarê orduya 15mîn ya Erzirumê Kazim Karabekîr xwest ku Mustafa Kemal bigire, zincîr û lele bike û bişîne Stembolê, yan jî bikuje.

Kazim Karabekir, Mustafa Kemal girt, 24 saetan dibin çavan de hişt. Lê Kurd, bi taybetî Haci Musa Beg, lê xwedî derketin, ew dane berdan û parastin. Mustafa Kemal weke delegeyê Kurdan tevlî Kongreya Erzirumê bû. Kazim Karabekir, di bîranînê xwe de, Mustafa Kemal weke pêşengê “şerê neteweyî” nabîne, dibêje “gava pêşî min avêt.” Heta Mustafa Kemal sax bu, Kazim Karabekîr nebû yek ji desthilatdariya komarê. Piştî mirine wî, Karabekîr bû serokê parlamentoyê.

Xanedaniya Osmanî, ferman da waliyê Meletye û Xarpêtê ku Mustafa Kemal, bikujin. Her du walî ji bo arîkariyê çûne mala Bedîr axa, lê Bedîr axa got, ez tevlî kuştina Mustafa Kemal nabim. Xanedaniya Osmanî, bi taybetî Alî Galîp bijart, di dewsa waliyê Xarpêtê Alî Seydî de kire wali û şiyande Xarpêtê. Di karên Alî Galîp hebûn; Yek kuştina Mustafa Kemal, du, astengkirina Kongreya Erziromê.

Walî Alî Galîp, xwest ku Bedir axa, Kamuran Bedirxan, Celadet, Cemîl û Binbaşi Nowel ku li mala Bedîr Axa kom bûbûn jî bigire. Lê Waliyê Meletiye Halîl Hamî Berdirhan ew parastin û hewldanên Walî Alî Galîp vala derxist.

Balkêş e ku walî Alî Galîp jî, bi sucdariya Kurdîtiyê, di dîwana Osman Paşa de hate darizandin.

Xaleke din, sala 1918an, Kurdan ‘Komisyona Erzirumê’ ava kirin, armanc jî rizgarkirina wilayetên Kurdistanê bû. Mustafa Kemal jî, hevkariya bi Kurdan re bi wê komîsyonê da dest pê kirin û gava duyemîn bi dexaleta Bedîr axa nêzîkî Kurdan bû.

Komîsyona Erzirumê bû bingeha Kongreya Erzirumê.

Piştre bêbextî kirin, hin şex û axayên Kurd girtin û kuştin. Kesên weke Şêx Eşref dest bi berxwedanê kirin. Wek her demê, paşayên dewşirme, bi kategoriya nîq û teşqeleyan, Şêx Eşref jî weke “meczub-dîn’û parêzerê şerîatê, nîşan dan û propaganda kirin.

Tu şaşîtî ji ber xwe ji hole ranabin.

Kesî rojekê dîtiya ku Erdogan, yan jî Bahçelî û zewatên li dora wan behsa zanist û huner kirine? Zanist û huner jiyan e. Di kîsîkê wan de tenê terorîzekirina Kurdan heye û tenê behsa şer dikin, şer jî tunekirina jiyanê ye.

Komara Tirkiyê, bi qanunên bacê, yên weke ŞANA ISMET (Înonu), Raporên Şerq Islahatê û darbeyên eskerî hatiye rêvebirin. Ev rapor, hîna di salên 1884an de bi Kurt Îsmaîl Hakki paşa dest pê dike. Di serdema Komarê de, jî ev rapor bi Avnî Dogan dest pê dike, bi Îsmet Înonu ku heta bi Midyadê çûye û bi Burhan Ulutan dewam dike. Serfermandarê artêşa Komara Tirk Fevzî Çakmak jî, li dijî fabrikayên ku li wilayetên şerqê-Bakurê Kurdistanê bên çêkirin derket.

Ji ber vê jî; weke F. Sema Barutçu di pêşgotina pitûka Alî Şîr Newayî- “Muhakematu’i-Lugateyn” de dibêje; Zimanê Tirkî, netewiya Tirk, tûrkolojî di nava “azc-î îkdam” de maye. Yanî dikin û nakin, serî li kîjan riyê didin, kîjan kultur, ferheng, tore û dîrokê didizin, talan dikin jî, nikarin pîşta xwe rast bikin. Ne reference, talanê esas digirin.

Em dewam dikin; Mîrekîtiyên Kurd, her dem xwedî rêbaz û sîstemên dewletî bûn. Hîna êlên Tirkan, yan jî turkmenen ji çend çadiran pêkdihatin, Kurdan dinava eşaîran de konfederasyon avakiribûn. Konfederasyon li gorî wê serdemê teşkîlat û sîstema herî pêşketî ya dewletbûnê bû.

Bêguman ez behsa karaterîstîka îro ku Tevgera Azadiya Kurd netew-dewletê weke bingeha hemû pirsgirêkan dîbîne nakim. Ji ber ku paradîgmeya Ocalan ya gelên demokratîk, siyaseta demokratîk, desturname û dewleta demokratîk, tezeke, zêde kîtabî û îlmî ye, zanistên cîhanê jî li ser radiwestin. Bêguman, em behsa wekheviya aqil û wekheviya mirovan û civakan dikin.

Me zêde dirêj kir, em ê di rojên pêş de dewam bikin.