26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê bi yek dengî êrîşên husiyan şermezar kir

Dildarê Amedê

Li ser daxwaza Îmaratê, Konseya Ewlkariyê ya Navneteweyî duh civînek der barê êrîşên husiyan de lidarxistin. Konseyê bi daxuyaniyekê êrîşên husiyan yên li ser Îmaratên Erebî bi tundî şermezar kir û biryara şermezarkirinê bi yek dengî hate pejirandin.

Daxuyanî bi tevlêbûn û erêkirina 15 welatên endamên Konseya Ewlekariyê pêk hat û tê de behsa girîngiya ewlehiya Rojhilata Navîn hate kirin. Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî kelek û gemiyê bazirganiyê jî hatin şermezarkirin û bang li rêxistina husiyan hate kirin ku dest ji wan êrîşên xwe berdin.

Hêjayî gotinê ye ku di demên nêz de gelek civînên Konseya Ewlekariyê der barê Sûriye û Lîbayayê de hatin lidarxistin. Lê ev cara yekeme ku daxuyaniyek bi erêkirina hemû endaman tê belavkirin.

Lê wiha xuyaye ku ev sazî jî wekî gelek saziyên din ên navnetewî hemû biryarên xwe ne li gorî edalet û dadweriyê, lê li gorî bercewendiyên xwe digirin.

Bi salane bi hezarên caran binpêkirinên mafên mirovan li Sûriye û Lîbayayê tên kirin. Heta roja îro jî bi top û tang û balafiran agir bi ser serê gelê Sûriyeyê de dibarînin lê deng ji tu saziyên navnetewî nayê.

Bi gotineke din nêzîkatî û xwedîderketina li welatekî wekî Îmarata zengîn ne wekî nêzîkatiya li Sûriye û Lîbayayê ye. Ji xwe ku maxdûr gelekî wekî gelê kurd be wê gavê ji alî wan saziyan ve, bê xwedî û bê xwedan dimîne.

Êrîşên bênavber li ser gund û bajarên rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser gelê Şengalê û bê navber êrîşên li ser gelê kurd û komkujiyên ku tên kirin nabe mijara civîneke Konseya Ewlekariyê. Ne tenê Konseya Ewlekariyê hemû sazî û dezgehên navdewletî li hemberî wan komkujiyan ker û lal dibin.