27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovara amerîkî: Mala kartonî ya Herêma Kurdistanê dirûxe

Kovara amerîkî Foreign Policy di dosyayeke taybet de rexneyên tund li desthilata Herêma  Ferderal a Kurdistanê digire û sîstema ku avakiriye jî weke mala kartonî wesif dike û dibêje, “Mala kartonî ya herêma Kurdistanê dirûxe.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê der barê karneya mafê mirovan ya Herêma Kurdistanê de rapora xwe ya salane eşkerekiribû û têde rexne li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kiribû. Lê rexneyên Wezaretê ji aliyê rêveberiya herêmê ve rastî nerazîbûnekî tund hatibû. Piştî rapora wezaretê kovareke Amerîkî ya bi navê Foreign Policy jî têkildarî sîstema rêvebirinê û şêwazê rêvebirina Herêma Kurdistanê raporek rexnegir belav kir. Di raporê de sîstema herêma Kurdistanê weke mala kartonî tê wesifkirin û têgotin ev mala kartonî dirûxe.

Di raporê de bêhêvitiya desthilata Amerîkayê ya beramber bi sîstema li Başûrê Kurdistanê jî bi vana tespîtan tê îfadekirin: “Demek ev herêm weke cihekî geş û aram bû, lê niha tiştên tarî derdikevin holê.”

Ev kovar navçeya Çemçemal ya  ser bi Silêmaniyê ji ber xirabiya rêvebirinê weke nimûneya ne dadperweriyê nîşan dide û wiha tê gotin: “Çemçemal bajarekî hişk û pir duze, lê li kêla navenda gaza xwezayî ye! Piraniya wan mehane bi çend sed dolar dijîn û bêkarî jî zêde ye.”

Di dewama rapora kovarê de tê gotin, niha şefafiyet nîne û saziyên siyasî yên herêmê dabeşbûne li ser berprirsên partiyan û wiha berdewamî pê tê dayîn: “Bi berdewamî welatî ji ber nebûna azadiya fikir tên girtin, ne wekheviya aborî û nebûna derfetên jiyanê, timî pêşî li pêlên koçberiyê vedike ku li derveyî welat li pey jiyaneke baştir bigerin.”

Di kovarê de îşaret bi ne hevsengî û ne dadiya di navbera bajarên mezin û biçûk yên Herêma Kurdistanê jî têkirin û têgotin, ew jiyana li bajarên biçûk gelek dûre li jiyana siyasetmendarên ku li Hewlêr û Silêmaniyê dijîn.

Kovar di heman demê de rexne li dîplomatkar û siyasetmendarên Rojavayî jî digire û dibêje, ev cihêkariyên hene ji aliyê dîplomatkar û siyasetmedarên serdana herêmê dikin ve ji nedîtî ve tên û wiha tê gotin, dema ew serdana herêmê dikin tenê bi berpirsên hizbî, berpirsên bazirganan û xwendekarên li zankoyên taybet dixwînin re kom dibin.

Weke rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ev kovar jî dibêje, Herêma Kurdistanê rûberûyê qeyrana rewatiya demokrasiyê dibe.

Di dawiya raporê de jî berê rexneyan yekser dide PDK’ê û YNK’ê û van tespîtan dike: “Di rastî de desthilat di stûyê du partiyên desthilatdar yên herêmê de ye, ew jî PDK û YNK’ye. PDK kontrola parêzgehên Hewlêr û Dihokê kiriye, YNK jî kontrola Silêmaniyê kiriye. Li her herêmekê berpirsên hizbî siyaseta wê herêmê diyar dikin. Peywendiyên hizbî weke mifteya bidestanîna kar û destpêkirina kar û çareserkirina nakokiyan tê dîtin. Pêşmerge û hêzên ewlekariyê li her herêmekê ji van ser bi partiyekê ji wan herdu partiyane.”