9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Twîtterê îtîraza me bersivand û hesabê rojnameya me vekir

Li ser îtîraza ku me kiribû twîtterê hesabê rojnameya me @rojnamexwebun vekir.

Di 22’ê sibatê de bi hinceta ku me şertên twîtterê bin pê kiribû Twîtterê, hesabê rojnameya me @rojnamexwebun girtibû. Li dijî vê biryarê me îtîrazê kiribû û xwestibû ku careke din hesabê me bê vekirin û aktîfkirin. Twîtterê îtîraza me bersivand û bi daxuyaniyekê lêborîna xwe ji me xwest hesabê me @rojnamexwebun careke din vekir û aktîf kir.

Daxuyaniya Twîtterê ya der barê mijarê de wiha ye: “Piştî lêkolîna ku bihurgûlî hat kirin hat fêmkirin ku we şertê twîtterê bin pê nekiriye me dîsa hesabê we vekir. Êdî hesabê we ji bikaranînê re vekiriye. Ji ber sebra ku we di vê pêvajoyê de we nîşan da spasiya we dikin û lêborîna xwe dixwazin.”

Hêjayî bi bîr xistine ye ku di 22’ê sibatê de twîtterê navnîşana URL’ê ya 340 hesabên medya sanal asteng kiribû û hesabê rojnameya me jî di nav de gelek hesabên sazî û dezgehên kurdî jî dabû girtin.