spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse

Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê yên li kantona Şehbayê dimînin, bang li HSD û kurdan li cîhanê kir ku hesabê ji kujeran bipirsin û Efrînê ji dorpêçê bê rizgarkirin.

Şeva Newrozê hêzên paramîlîter Ehrar El Şerqiye yên girêdayî Tirkiyeyê û tê gotin rasterast li gorî fermana îstixbarata tirk kar dikin, komkujiyeke hovane li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê pêk anîn. Di encamê de 4 welatî ji heman malbatê hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn.

Xizmên cangoriyan ên li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dimînin ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re xivîn û bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û kurdên li cîhanê kir ku tola cangoriyan hilînin û kujer bên ceza kirin ku girêdayî Tirkiyeyê ne. Malbatan her wiha bang kir ku Efrîn ji dagirkeriyê û terorê were rizgarkirin.

 Bav, du ap û kurap  hatine qetilkirin

Kurê qurbanî Nezmî Osman, Ebdîn Osman wiha got: “Kurapê min li ser banê malê di qutiyeke biçûk de agirê pêxist. Piştre komeke çeteyan hat û bavê min tengav kir. Piştî xirecir di navbera wan de çêbû, çeteyan zêdetirî 10 gule li bavê min reşandin. Dûre du apê min hatin, ew jî kuştin û kurê apê min jî kuştin.”

Osman bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesabê dewleta tirk û çeteyên wê bipirsin, ji ber ku hedefgirtina malbatê hedefgirtina gelê kurd e ji ber ku dizanin Cejna Newrozê cejneke neteweyî ya kurdan e.

Osman di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Efrîna dagirkirî û kurdan kir ku piştgiriya serhildana Cindirêsê bikin û got: “Divê her kes asta serhildana xwe bilind bike û erka xwe li ber şehîdên Newroza 2023’yan bi cih bîne û rê li ber sûcên dewleta tirk bigire.”

 Banga tolhildanê

Xwişka qurbaniyan Tolîn Osman bang li HSD’ê kir ku tola şehîdan hilîne û dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ji Efrînê bên derxistin.

Tolîn Osman wiha axivî: “Ji ber ku ew malbeteke welatparêz e, ew kir hedef. Xwestin agirê Newrozê di laşê birayê min û kurê birayê min de vemirînin. Em dê rêya wan bişopînin û li hember zordestiyê û zulmê şer bikin. Em dixwazin hesab ji sûcdaran were pirsîn.”

Tolîn Osman bang li civata navneteweyî kir ku her kesê destê wan din komkujiyê de û komkujiyên li kantona dagirkirî ji 5 salan ve pêk tên heye, hesabê jê bipirsin.