5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin

Walîtiya Hatayê mexdûrên erdhejê vexwend torena danîna hîman ku dê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tev lê bibe

Walîtiya Hatayê di erdhejê de dereng dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kiribû û rastî bertekên tund hatibû. Bi ser erdhejê re 46 roj derbas bûn lê walîtî heta niha jî ji bo mexdûrên erdhejê çareseriyeke pêş nexistiye. Heman walîtiyê, ji mexdûrên erdhejê re peyam şand û jê xwest ku tev li torena danîna hîman bibin ku dê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tev lê bibe. Walîtiyê bang li mexdûrên erdhejê kir ku tev li torena danîna hîmên xaniyan bibin ku dê îro li Îskenderûn, Kirikhan, Hassa, Arsuz, Xaniyên Karesatan ên Altinozuyê û nexweşxaneyên Antakya, Defne û Îskdenderûnê bên danîn.