7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Nuceba dijî êrîşên Tirkiyeyê bang li hêzên Iraqê kir

Rêveberê Ofîsa Nînowa yê Tevgera Nuceba diyarkir ku êrişên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê binpêkirine û got; “Divê hemû hêzên Iraqê parastina sînorên Iraqê bikin, pêwîste hikumet erkê xwe yê hemberî binpêkirinan pêkbîne.”

Êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber didomin. Rêveberê Ofîsa Tevgera Nuceba ya li Nînowayê Casim Musewî derbarê êrîşan de ji ajansa Rojnewsê re axivî. Casim Musewî got ku êrîşên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê binpêkirinine û bang li hemû hêzên Iraqê kir da ku sînorên Iraqê biparêzin.

Casim bi berdewamiya axaftina xwe de behsa êrîşên dewleta tirk ên ser Şengalê kir; “Ên ku Şengal û xelkê Şengalê dikin hedef, dijî Iraqê ne. Hedefgirtina pêkhateyan ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, destdirêjiyek zelal û aşkere ya ser serweriya Iraqê ye. Ji bo vê lazime hemû hêzên di nava Iraqê de hemberî êrîşên Tirkiyeyê rawestin, divê Hikumeta Iraqê jî erkê xwe yê hemberî binpêkirinan bicih bîne.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Casim dibêje; “Di serî de erkê Heşdî Şaabî, Hikumeta Iraq û hemû hêzên din yên Iraqê ye ku dijî hemû êrîşên ser welat parasina sînorên Iraqê bike.”

Hêjayî gotinê ye Tevgera Nuceba li Iraqê xwedî hêzek leşkerî ye û dem dem hişyariyan dide dewleta tirk ku hêzên xwe ji nav Iraqê derbixe û serweriya Iraqê binpê neke.