27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kristof K(urd)olomboyek li Kubayê-III

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Li derdora Trinidadê, heta çav çavan dibire, zeviyên qamîşên şekir tên dîtin. Li derdora wan zeviyan dar û deviyên daristanên kulx hene. Daristan ew çend kulx in, mar bi martiya xwe nikare xwe di nav re biçe.

Bajarokekî Kubayê bi navê Trinidad heye. Bi her awayê xwe qulçikekî ji bihiştê ye. Nola dibêje dîtin û gotin nabin yek. Meriv dibêje qey hemû meselok, çîrçîrrok û çîvanok ji vî bajarokê şîrînok belav bûne. Her avahiyeke xwe bi rengekî cuda ye. Erebeyên Kubayê yên entîke jî, wanî rengo mengo ne; nola şekirnokên Mêrdînê li wan kuçeyên kevirî rijiyabin, wiha şêrînşekirokî dixuyan.

Gava meriv li nava kuçeyên malên Trinidadê digere, nola hinek ji meriv re tirnînayê bilorîne, dilê meriv wiha ji xweberkê radibe reqsê. Ma Trinîdad, bêyî tirnînayê dibe? Na b’xwedê.

Belê. Hinek ji avahiyan yek qatî ne, hinek jî du qatî ne. Gelek ji wan, di sedsala 16’emin de hatinin avakirin. Piştî mêtîngeriya Spanyyê baş li giravê bi cih dibe, bere bere avahiyên niwaze jî ava dikin. Ev rewşa hanê, heta sedsala 19’emin wiha didome. Ev avahiyên niwaze tevdek yên bazirganên şekir in. Dar û berên pê hatine lêkirin jî, tevdek yên giranbiha ne û yekûna wan haylo ji parzemîna Ewrûpayê anîne. Çi mîmariya avahiyan û çi jî malzemê hatine bikaranîn, meriv fedî dike ji xwe re li wan binere. Her yek ji wan serwetek e. Derî, pace, mase, dolab û tevahiya raxistinên axşab ên nava malan, ji dara gûzê û yên wekî din ên nîrxdar hatine qewartin. Gava meriv ji xwe re li qewartina li ser wan berhemên darên gûzê dinêre, devê meriv li ber ezameta wan ji hev diçe. Tu dibêjî qey tevdek bi destê qîzikên xama yên li ber zewacê, ji bo cihêzên xwe wilo dantêl dantêl honane. Meriv metelmayî dimîne, çawa piştî ew qas sal qet xumûm nehatine li ser wan; ev avahiyên niwaze, edetî ji demê re qaqibixo xwendine û heta roja me ya îro hatine.

Piştî şoreşa 1959ê, rayedarên Kubayê, biaqilane tevgeriyane û ev avahî pirr xweş parastine. Her yek ji wan avahiyan, nola bîrdariya zilmê tê dîtin û gelek ji wan jî wekî muzexane hatinin parastin. Her avahiyeke Trinidadê, bi rengekî cûda hatiye boyaxkirin. Biryardayina boyaxa wan malên otantîk, ji hêla lîjneyeke pîspor ve tên dayin. Gava min li avahiyên rengo mengo yê vî bajarokî dinerî, gangilokên bihara virnî yên welêt dihatin bîra min. Tedît ew gangilokên helesor, kewik, sorîkurr, zer, zerê zerdolekî, şîrkî, şîrkî yê tarî û hinek rengên din ku hîna bi peyvê nav ji wan re nehatine dîtin.

Li Trinidadê rojavabûn

Çaxa dibe êvar û  roj pencê xwe di okyanûsê de berdide xwar, kuçeyên Trinidadê ji mirovan xalî dibin. Hingê, yekûna serlêderên bajarok derdikevin li ser ban û şaneşînên avahiyên Trinidadê. Mexlûqat tevdek radibin li ser hêlan û piyan. Destê xwe li ser birûyên xwe dikin sî-per û li ezameta rengê roja zêrîn, temaşe dikin. Di destê hinekan de piyana Mohîtoyê, di nava tilîyên hinekan de jî, qutudarê pûroya Hawanayê.

Ezman şikîşîn, okyanûs şikîşînê hur ê şînbirik. Roj, nola gogeke zêrînî digindire û diçe di xêzika her du rengên cêwî, cihê lacîwerdê tarî ku okyanûs û ezmên digihîne hev. Ji bo kurtewextekê, roj rengê xwe li ser okyanûsê radixîne. Paşê jî, tavilkê daw û devderlingê xwe yê ji qumaşê zêrrîn, ji ser ava okyanûsê berhev dike û di asoya kewik de diçe xwar. Piştre, reşên siluwetên mirovan li ser ban û şaneşînan, radibin reqseke xeyalî. Cot qumriyên evîndar, mirçînên şêrîn ên bêhna vexwarina Mohîto jê dihat, ji ser lêvên hev du radikirin.

Dara marabû

Dotira rojê, ez hemû bîranînên xwe yên romantîk, ên nola destmaleke hevîrşim li dû xwe dihêlim û ji Trinidadê derdikevim. Li gel rêberekî qemer, berê me li nava zevîyên qamîşê şekir e. Ew zeviyên ku bêhna xwîn û xwêdana koleyan jê dihat. Zeviyên kuriwekên herî şêrîn, bi zordariya herî tahl dihat çandin û dihatin çinîn.

Li derdora Trinidadê, heta çav çavan dibire, zeviyên qamîşên şekir tên dîtin. Li derdora wan zeviyan dar û deviyên daristanên kulx hene. Daristan ew çend kulx in, mar bi martiya xwe nikare xwe di nav re bike. Daristaneke welê ye, ji genim jî sixtir e. Jê re dibêjin daristana dara marabû. Sîxên vê darê, nola şûjina ne û gava guliyên wê di nava hev re derbas dibe, beraz jî nikare xwe lê bixîne. Dareke pir bêar e. Rehber dibêje, “ev dar pir bêar e. Di zemanê berê de, axayên zeviyên qamîşên şekir, tovê vê mîratmayê haylo ji Spanyayê anîne û li sînorên zeviyan reşandine. Daku kole nikaribin xwe lê bixin û birevin.”

Tovên dara Marabû, ji nokê piçûktir, ji nîskê girtir e. Tovên wê yên pir û nola şujikên arbeşk hişk, li ku derê birijin, li wir şîn tên û pir zû jî geş dibin. Heta me li hin deran didît ku riya asfalt jî qulkiribû û tê re derktibû wanî şîn hatibû. Niha ev dara bêar, nola xezeba xwedê li erda Kubayê belav bûye; edetî xaka welêt dagirkiriye. Bêxwedîmayê! Ew jî nola mêtîngerên xwe, wanî serhişk û gumre ye. Ji bo dewleta Kubayê serî bi vê darê re derxîne, bi dozeran axê diqelêşe û daristana marabû, tevî rehûrincan hildike.

Geliyên Aşên Şekir

Ji bo em rewşa zeviyên qamîşê şekir û koleyên paletiya wan zeviyan dikirin baş raçavîne, em berê xwe didin Gelîyê Aşên Şekir, ango Valey de los Ingenios. Ev herêm, derdora 20 km dûrî bajarokê Trinidadê ye û ev herêm bi hilberandina şekir navdar e. Herêm, ji sê geliyên fireh ku xwediyê zeviyên ne serî heye, ne jî binî. Li jêra Geliyê Aşan, heta çav çavan dibire, zeviyên qamîş û daristana darûdeviyên marabû, bi keskahiyeke kevzînî dibiriqe û wanî bi ezamet pêl vedide. Her bazirganekî spanyolî, bi hezaran hektarên zeviyên qamîşê şekir, li vê herêmê li ser kîsê xwe çandine û her wiha dîsa herî kêm her yek ji wan bazirganan pênç hezar kole di wan zeviyan de dane xebitandin.

Ji bo kole nerevin, li dora wan zeviyan, tovên dara bi dirîk a marabû, reşandine. Ji bo tu kes xwe veneawiqînin, çawîşên bêwîjdan ên bi qamçî danîne li ser serê wan. Kê ji wan xwe li paletiyê sist bikira, ji nişkê ve şîrqîniya qamçî ji nava pişta wan a tazî hildibû. Bi şîrqîniya qamçî re, masûrê nola qamçî li pişta wan bel dibû. Ne tenê lêdana qamçiyên bişewat, rêbazên din ên xofdartir jî hebû. Wekî çawa? Ji kerema xwe xwendina xwe bikudînin.

Lûleya îznaga ya kuştinê

Rêberê min Alfredo, dimeşe. Nola benê li dû şûjinê, ew bi ku de, ez jî wanî li dû wî. Çend avahiyên kevnare derdikevin pêşberî me. Diyar e ku di zemanê berê de hatine avakirin. Avahî, dişibiyan malên çewlikan. Jixwe wiha bûn jî. Niha dewleta Kubayê, her yek ji wan avahîyên kevnare ew veguherandine galeriya wêneyên dema kole di zeviyên qamîşê şekir de danin xebitandin. Her nîgarkêşekî, bi hêmayên serkeftî ew rewşa dilguvêşa koleyan xêzandine û bi dîwarên wan avahiyan ve hilawistine.

Rêber Alfredo bi sedan car wanî geştiyar li wir gerandine. Loma jî di karê xwe de pir profesyonel e. Nola tembûrjenekî şarsza çawa tembûra xwe kok/aqort dike, ew jî wiha gava bixwaze bi vegotineke bêqisûr hestên geştiyarên xwe tevradike. Alfredo li ber tabloyeke koleyên palê qamîşê şekir sêwirandibû disekine. Alfredo li ber tabloyê wiha bêdeng disekine. Ez jî li kêleka wî bê pêjin disekinim. Nîgarkêşê tabloyê, zagoneke xwezayî afirandiye; kesê li tabloya wî binere, divê bêdeng lê temaşe bike. Ez jî, rêber Alfredo jî em wê zagonê binpê nakin. Ne ew nîrxandinekê dike, ne jî ez pirsan ji wî dipirsim. Lê hêmayên tabloyê, min li dexlikên bîrdaka min vedigerîne;  nizanim çi têkiliya xwe bi hev re heye lê axir meriv ji hinek bîranînan re nikare bibe asteng: qamçiyê di destê çawîş de, wî kerafîşê marê Qerejdaxê di bîra min de zindî dike. Marekî zincîreş ê pêxîl-sor bû. Hîna nû kefen ji xwe avêtibû. Çermê wî nola qondereya ji ber firçeya boyaxkarekî kurd nû filitîbe, wanî sîqalkirî dibiriqand. Gava ez tifalê xwedê ketibûm navbera wî û qula wî, aha nola vî qmçîyê di destê çêwîş de, rabû li ser teriya xwe, li min fîzand û lefekê xwe li nav pişta min xistibû. Çawîşê li ser koleyên paleyên qamîşê şekir jî, qamçiyê xwe yê zincîreş bilind kiribû û ji çelpîna vedawşînê re amade kiribû. Koleyekî nîvtazî jî, wanî tengala xwe ji lêdana qamçî re vala kiribû. Ji masûrkên li ser pişta wî belbûyî, xwîna sorîkur diherikî li ser bedena wî ya zincîreş. Xwîn, ew çend sor bû, hindik mabû veguheziya li ser rengê reş. Bedena wî ya nola marê reş ku nû kefen ji xwe avêtibe jî, ew çend reş bû, hema tu nemabû veguheziya li ser rengê sor ê kur.

Alfredo derdikeve derve. Ez jî li dû wî me. Ji me û çend gavan wirdetir, lûleyeke dîrokî heye. Ew jî nola Minara Çarnig çikîtenê li wê rastê ye. Alfredo ji min re dibêje, “were em derkevin li ser qotê vê lûlê, ez ê li wir ji te re qala serpêhatiya wê bikim.”

Qatek, dudu, sisê tam heft qat bilind e. Em derdikevin qata herî rajor. Geliyê Aşên Şekir, li jorê nola kefa dest tê dîtin.

Alfredo dest pê dike: “navê vê lûleyê Iznaga ye. Li derdora 200 sal berê hatiye avakirin. Ev zeviyên li derdorê, tevdek yên qamîşê şekir bûn. Di van zeviyan de bi hezaran kole dixebitandin. Nola çawîşên dest bi qamçî li ser serê wan ne bes be, li ser vê lûleya Iznaga jî, sekvanên raçavandinê hebûn. Gava koleyekî xwe ji wan çawîşan vediziya û ji paletiya qamîş bireviyan, sekvanên li ser vê lûlê, bi tivinga xwe ya dûravêj berdidayê û ew dikuştin.”

Alfredoyê reşik, disekine. Bi urteurt, girêka li gewriyê ketî dadiqurtîne. Alfredo ziq li çavên min dinere. Ez jî ziq li çavên wî dinerim. Em bi hevre, bîstikekê kûr hildiçinin. Di wê kêlikê de, bendek ji nameya Cegerxwîn a ji şaîrekî reşikên Amerîkanê re şandibû, tê           bîra min:

…Ey heval Robson!/ Ne tenê reşik ketin bin destan/Em jî sipî ne mane perîşan/ Reben, belengaz, bindest, çarereş/ Birçî û tazî, tev jar û nexweş/Gunehê me çi ye, ne sûc ne sebeb/Ketin bin destan ev kurd û ereb

Zencî û Hindî em hemî insan/ Kê em hiştine wisa perîşan/ Nîzam, nîzam…/Nîzama hovan, ev nîzama xwar/ Nîzama faşîst em xistin bin dar/ Xwedî sermiyan, dezge koledar/ Em kirin bêçar, em kirin bin bar/ Kirin tar û mar…

(Dê bidome)