2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Erzinganê bi darê zorê girtiyan tazî dikin

Mehmet Şîrîn Acar ê di Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa T'yê de, bi rêya telefonê ragihand ku bi fermana rêveberiya girtîgehê bi zorê ew hatine tazî kirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê zext, gef û êrîşên li ser girtiyan berdewam dikin. Girtiyê ku di şert û mercên giran de têdikoşin, rastî pêkanînên herî nemirovane tên. Mehmet Şîrîn Acar ê di Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa T’yê de, bi rêya telefonê hevdîtin bi biraziyê xwe re kir. Acar ragihand ku rastî êrişan hatine.

‘Em bi darê zorê tazî kirin’

Biraziyê Acar Mensûr Acar bi lêv kir ku li girtîgehê binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor û wiha axivî: “Dema 2 meh berê em ji Girtîgeha Mêrdînê sirgunî girtîgeha Erzinganê di têketina girtîgehê de em bi darê zorê tazî kirin. Hemû hevalên me li ber xwe dan ku xwe tazî nekin, lê gardiyanan bi tundî êrîş anîn ser me û hevalên me tazî kirin. Me hinek bertek dan lê piştre xuya bû ku rêveberiya girtîgehê ferman daye wan. Niha jî di birin û anîna revîr, nexweşxane, hevdîtin û telefonê de dixwazin li ser bedena me lêgerînek bêrûmetî bikin. Zimanê wan her tim êrîşkar e, dem bi dem bi awayekî fizikî êrişan dikin. Dema ku me tînin hewadariyê an jî gava em dilîzin an jî pîrozbahiyekê dikin, der heqê me de lêpirsînê vedikin û cezayê telefon, name û hevdîtînê li me dibirin. Her wiha çûna cem kesên bêalî li me ferz dikin.”

Malbata Acar, ji bo bidawîbûna van pêkanînan bang li raya giştî kir ku di vî warî de hestiyar be.