3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kristof K(urd)olomboyek li Kubayê-IV

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Rêberê min Alfredoyê reşik, welatê xwe yê bêqisûr bi vegotineke şehane bi me dide naskirin. Erebeya me ya Chevrolet a modela xwe 1958 nola hêlekanê di bin me de hêl dibe. Pêla bayê bax û baxçeyên fêkî û mêweyên tropîkal, hilme-gulmeke şêrînşimamokî bi xwe re tîne û li hev digobilîne.

Li cîhekî nava bexçeyan em ji erebê peya dibin. Ez xwarve têm, kulmek ax ji erdê hiltînim û di kulma destê xwe de difiridînim. Bimbarekê ne ax e, tu dibê qey hineya hindê ye. Ev axa weke ardê hêrayî, nola per û pîşo wanî hesteke nermehênik li can û cesedê meriv belav dike. Çêja xwe tirş e, tahl e, tûj e û şîrîn e. Rengê xwe kesk e, sor e, zer e û rengîn e. Axxxx ax, dayika ax! Tu hem can î, hem reng î, hem jî hemû çêj î.
Ananasên gihaştî, nola teyrikên xerîb li ser tûmikê gihayê lûsiyabin, wanî li ser tûmikê xwe veniştibûn. Guliyên darên Mangoyê, di bin Mangoyên her yek bi qasî zirşimamokekê mezin de hatibûn xwarê. Ji Avaqado bigire, heta gûza hindê û fikiya bi navê durian bigire heta yên wekî din, hezar û yek cure mêweyên tropîkal ên egzotîk li girava Kubayê çêdibin û dikemilin. Hinek jê bi bêhna xwe, hinek bi rengê xwe û hinek jî bi dirûvê xwe dişibiyan berhemên bîstanekî li ber devê şetê Dîcleyê. Hinek, şimamok û zirşimamokên zer û sor in, hinek şelengo yên bi pirçik in, hinek qitiyên kokel in, hinek gindorên gurî wanê hingivî ne û hinek zebeş ên belek û dendik biyazî ne.
Alfredo her yek ji wan mêwe û fêkiyan yek bi yek dide naskirin. Heçî ez im, ez jî nola mêşhingivekê wan ê miqîm ji tam û bêhna wan a bihiştiyane hildimêjim.
Çaxa em zarok bûn, mezinan tepika xwe li serê me zarokan dixist û destê xwe bêhn dikir. Heke zarok ê malbateke xizan bûya, digot bêhna şorbê û pîvazê tê ji serê te û te ew xwariye. Heke zarok ê malbateke dewlemend bûya, digot bêhna goştê sêlê ji serê te tê û her wekî din. Vêca mesela min û rêber Alfredo ye. Ez dibêjim bêyî hinek tepa xwe li serê min bide, heta hetayê ew ê her bêhna van mêweyên tropîkal ji serê min ê xwediyê devekî çilek e, bên.
Ne tenê fêkî û mêwe, baxû bexçe û xwezaya Kubayê, herwiha kêzik, mêş û mozên wê jî xwedî rengên metelmayî ne ku edetî devê meriv li ber wan rengan tê girêdan. Lebatên laşên meriv ên pêhesînê (duyu organi) bi hev re dikevin nava qerezkêşiyeke çavnebarî; çav, dibêje xwezî ez ziman bûma û min ji wan çêjan bitahmijanda; ziman dibêje, xwezî ez çav bûma û min têra dile xwe li van rengên ji xweşikbûnê jî xweşiktir bineriya. Pelandina dest, xweziya xwe bi guh tîne; guh jî, xweziya xwe bi ya pelandina dest tîne. Û dil, bi cezba ji ser hişê xwe çûyî, hildigupe û ji dêlva hemû lebatên pêhesînê, hildigupe. Nola dewkileke Qerejdaxî, sehera serê sibê gulgupîniyê ji meşka dew bîne û lepek rûnê malê wanî spî, nola berfa zozên li ser dêw bixîne. Hiiiilp û hey gulp!
Hey xwedê! Tu çiqas nîgarkêşekî bêhempa yî. Devê meriv li ber nîgarkêşiya reng, deng û nîmetên te tê girêdan. Heke ez careke din bi xwe nequrincim û xwe ji vê xewna sêhrawî şiyar nekim, ez ê xwe di gerîneke xweşikahiya vê xwezayê de xwe ji bîr bikim. Hingê ez xwe ji çûyina ber tirba bîrdariyê ya Che Guevera mehrûm bihêlim.

Bajarê Santa Clara

Bajarê Santa Clara di navbera paytext Havana û çiyayê navdar Sierra Maestra de ye. Hêzên şoreşger ên Kubayê yên di bin fermandariya fermandarê efsanewî Ernesto Che Guevera de, li vî bajarî derba kujende li hêza dîktator Batista didin û piştê lê dişkînin. Loma jî, ji bo şanû şerefa Che Guevera, tirba wî ya bîrdariyê li têketina bajarê Santa Clara, li ser girikekî çêkirine.
Beriya ez bihatama Kubayê bi çend salan, min kir û bira xwe kiribû. Lê hingê ji min re neserifîbû. Çaxa min digot ez ê biçim Kubayê û tirba Che jî ziyaret bikim, hingê dostê min Mihemed digot “rehme li dê û bavê te. Wexta tu çû Kubayê, ji dêlva min ve jî li ber tirba wî xalê min Çegowera/Che Guevera fatîheyekê jî bixwîne”
Min jî ji wî re digot, niç! Ez ê li ber serê tirba wî, strana “îro çerxa şoreşê bere digerîne…” biqîrim.
Mihemed dikeniya, dikeniya, dikeniya û hêstir ji çavan diherikî. (Dostê min Mihemed, ji lephilanîna xwe re, mêrekî çê bû. Ji sivikahiya xwe re, nola tîremarekî bû. Awirê wî, nola awirê marê teyar/qobra bû. Beriya ez biçim Kubayê, Mehemdê delal di şerê li Kobênê de di bereya herî pêş de, nola şêrekî şer kir û nola şêrekî li wan hespên delal siwar bû çû gihişt wan mirovên delal ên pakrewan)
Ernesto Che Guevera

Dijwar e ku meriv gotineke heta niha der barê Che Guevera de nehtibe gotin bibîne û wê bîne ziman. Heta niha bi dehan pirtûk li ser jiyana vî dêwê ezamet a şoreşê hatine nivîsandin, bi dehan jî dokûmenter û fîlmên wî hatine çêkirin. Di torbendên medya dijîtal de jî, der barê wî de bi lodan agahî hene. Loma jî, ez ê hema qutebir çend hevokan der barê Che de li hev bigobelînim.
Werin em hema ji nav û bernavê Ernesto “Che” Guevara dest pê bikin. Ernesto Guevara, nav û paşnavê wî ye. Baş e êdî ev “Che” ji ku hat? Che, li gorî hişmendiya kurdî, tê wateya “heval” Çawa di nava keç û xortên me kurdan de, bangkirina “heval” bi awayekî berbelav tê bikaranîn, di qinyata min de navê “Che” jî tê heman wateyê. Loma jî, pirtir wekî Che Guevera tê naskirin. Heke Che Guevara heta niha bijiya, wê teqez niha di nava refên qîz û xortên me de bûya. Gava van qîz û xortên me, bangî wî bikirna, wê bigotina, Hevalê Ernesto. Baş e. Çima ne Heval Gîvara, çima Heval Ernesto? Ji ber ku em ne bi paşnav, em bi navê kesan ên zikmakî bangî wan dikin loma. Ji ber vê yekê, li Kubayê Che Guevera ye, li ba me kurdan jî, Heval Ernesto ye. Ew qas.
Belê. Heval Ernesto, ango Che Guevera, gava xwendekarekî zanîngehê yê beşa bijîşkiyê bû, li motorsiklêta xwe siwar dibe û nola hespekî serberdayî xwe li beyariyên nediyariyê diqewimîne. Li parzemîna Amerikana Latîn, li komikên merivên jar û belengaz rast tê. Bêdadî û stemkariyê bi çavê serê xwe dibîne. Qonax bi qonax tê heta Meksîkayê. Li wir, birayên Raûl û Fîdel Castro nas dike. Ev her du bira, xwîniyên dîktator Batista ne û li Meksikayê amadekariya despêka serhildaneke li hember dîktatoriya Batista dikirin. Che Guevera jî tev li amadekariya wan a serhildanê dibe. Hingê nîqaşên wan ên bi tîn(ateşli)li ser xizanî û bêdadiyê bûn. Nedigotin “zimanê me, çanda me qedexe ye” Digotin, “her diçe xizanî û bêdadî pirtir dibe.” Her wiha mirina zarokên liberşîr jî zêde dibin.
Gava meriv rewşa kurdan a hingê dide li ber a xelkê Kubayê, meriv dibêje bavo wele şoreşa Kubayê, şoreçeke gelekî luks e; hema bibêje wan ji bitirî dest bi şoreşê kirine(!)
Ji ber ku hingê li kolanên bajarên kurdan axaftina kurdî qedexe bû. Zabit û guhbelên dewletê, li kuçeyên bajêr li dû gundiyên kurd ên penêrfiroş digeriyan. Gava bidîtina yek bi kurdî diaxivin, dest datanînîn li ser penêrên wan, hêk û mirîşkên wan ên ji bo firotinê anîbûn bajêr û ji wan distendin. Wan gundiyên kurd ên jar û belengaz jî, bêyî şekirekî ji zarokên xwe re bikirin, ew wanî polîpoşman bi çavên şil û bi devê kelogirî bi ser zarû zêçên wan de dişandin. Heta di wan deman de, rewşenbîr û feylozofê serdema me, Apê Mûsa Anter, ji ber bi kurdî fîkandibû, hatibû zîndankirin.
Lema, gava ez wekî lêkolînerekî kurd, şoreşa Kubayê dinirxînim, li gorî civaka ez endamê wê me, ji min re pir luks tê.
(Xwînerên ezîz, ez kesereke kûûûr li vê derê rahildimijim)
Ma min ji we re qala çi dikir lo?! Hih! Hat bîra min. Erê lo, min ji we re qala hevnasandina Che û Fidel dikir. (Ez serê we neêşînim. Heke êşiya jî, şaşikekê lêbigerîne.) Che Guevera, li gel Fidel Castro û heyştê û du hogirên xwe yên din biryarê li vegera Kubayê didin. Ji Meksîkayê, li kelekeke piçûk siwar dibin û di bin destê tariya şeveke bi bahoz, xwe li pêlê deryayê diqewimîne. Navê keleka wan Granma ye, Granama, tê wateya “pîrê”. Pîrê, ango keleka wan, nola kovika berûyekê li ser pêl û li bin pêlên hov ên deryayê dikeve. Ev koma şoreşgerên şeyda (çilgin) firtê firtê xwe digihînin peravê Kubayê. Gava derdikevin reşaya Kubayê, vêca hêzên Batîsta bi wan dihesin û li wan direşînin. Zêdeyî şêst kes ji yekîneya Che û Fîdel tên kuştin. Yên mayî jî birîndar dibin. Bi vî awayî, bi baperka xwe digihînin Çiyayê Siera Maestrayê.

Çiyayê Sierra Maestra
Çiyayê Siera Maestra, çiyayê herî asê û bilinde. Bilindahiya xwe ya ji deryayê du hezar metre ye. Şoreşgerên Kubayî li çiyayê Sierra Maestra, gotina pêşengê bêtirs û xof, Josê Martî yê efsanewî bi bîr dixin. Josê Martî gotibû “Çiyayê Siera Maestra di destê kê de be, ew serdestê Kubayê ye.”
Ji bo me kurdan çiyayê Zagrosan çibe, ji bo kubayiyan jî Siera Maestra heman tişt e. Gava hêzên Fîdel û Che xwe li çiyayê Sierra Maestra bi rêxistinî dikin, hema tavilkê radyoya bi navê Radyo Rebel ava dikin û dest bi weşana wê dikin. Radyo Rebel, tê wateya “radiyo raperîn” Fîdel û Che yên nola du pizotên êr, bi wê gotinbêjiya xwe ya bi tîn, bi riya Radyo Rebel bang li gelê Kubayê dikin. Bi vî awayî gelê Kubayê, pêl bi pêl kaşî nava hêzên şoreşê dikin. (Gava ez van hevokan dinivîsim, ji serê çiyayê Zagrosê pêlên dengê radyoya Dengê Şoreşê li ber guhên min dikeve û nemir Şêrko Bêkes, bi wê sewta xwe ya biezamet diqîre: “lêre radyoya dengî şoreş e”. Paşê jî nalînek ji kûr de tê û li ber guhê min dikeve. Hebe tune be, ev nalîna Şivan Perwer e. Ma li ser rûkalê vê dinyalikê, kîjan hozan dikare nola Şivan, wanî ji kûrahiya navdilê xwe ev çend ji dil wanî binale!: “Serê çiyaaaaa bi dûmaneeee berxêêê minooo/Birîn kûreeee bê dermaneeee bavêêê minooo!…” (Dê bidome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê