17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşniyara Nacî Gorur

Dizgûnê Dewrêsh

Piştî erdhêja li bakûrê Kurdistanê çêbû û zedetirî pêncî hezar kesan jiyana xwe ji dest da, analîzên li ser siyaset û bûrokrasiyê weke ava boş di ser raya giştî de tên berdan. “Dîtin” ji hemû vegotin û pexşanên nivîskî bihêztir e. Pêşketina teknolojiya di bin kontrol kesekî de; weke medya sanal derfetên manîpulekirina dewlet û bûrokrasiyê, bi tevahî nebe jî bi giranî ji hole rakiriye.

Her kesî, her tişt li ber çavê xwe dît. “Çi bûye û çi dibe!”

Derkete holê ku bi çerxa burokrasiya bertilxwar, siyaseta talanê ya Enqereyê xwedî dike û ew kiriye cinawirê mirov. Her kes ji avahiyên biqisûr gazindar e ku kîjan mutehîdî ew ava kiriye. Eva, tenê ji bo paqişkirina siyaseta diz a Enqerê û burokrasiya bertilxwar û xwefiroş e. Ji ber ku tê zanîn wê mitehîd di riya ceza de dîsa were ber destê wan û bi bertileke nû ew ê rihet were hiştin.

Pirsgirek ne mutehîd in. Pirsgireka esasî plana dewletê ya ji bo tîpolojiya mirovê li wî welatî dijîn e. Dewlet ji xwe re mirovekî bêmêjî armanc dike. Lewre çawa dixwaze jê re îteat bike. Jixwe profîleke dîrokî ya takekes a tirk heye lê ji ber li vê erdnîgariyê kêm e ji helandina gelên din tîpolojiyeke nû hatiye afirandin û li kêleka yê berê daniye yan jî lê zêde kiriye.

Li gorî vê tîpolojiyê “Dewlet çi dibêje rast e, wezîfedar dewlet e îtîraz xiyanet e” vê destûrê karê dewletê û şêlankaran hêsantir kiriye.

Kurdistan cihê herî zêde ku di bin vê destûrê de tê perçiqandin e. Lewre ev der, bi siyseta metîngerî tê birêvebirin. Loma ew qas xisara mezin li vê herêmê diqewime. Yekem sebeb ew e ku xirabkirina aboriya Kurdistanê siyaseta sereke ya dewleta tirk e kû “Plana islahetê ya Şerqê” qasî mûyekî jî cihê xwe û ji armanca xwe şaş nekiriye, dikude.

Gotina “Şerq”ê jî ji bo xapandina kurdan e. Li kîjan bajarê Kurdistanê siyaseta xwe bi ser dixin wî bajarî ji vê planê tîne der. Yan kontrola koçê bi ser van bajaran de dişîne yan jî koçkirina ji wê derê dide rawestandin. Lê li bajarên dora van “giravan” dide koçkirin; yanê valakirin. Herêmên ku koç didin nûvekirina avahiyan re şewq û arezû nahêle. Ev jî rê dide ku ew xanî û mal, bêyî jinûvekirinê “heta çû ku derê” bên bikaranîn.

Yan jî ji ber xirabiya aborî nikarin ji nû ve çêbikin; loma mal û warê xwe berdin û diçin bajaran li cihên herî erzan, yanî cihên herî xirab bi cih dibin. Bi dehan însan neçar dimîinin ku di xaniyekî de bimînin. Lewre debar ji ber vê rewşa xirab de tenê nayê  kirin. A dawî jî stratejiyeke mekanizmayeke ku “mirovên çê” esas digire û ji bo vê têdikoşe tûne. Ev dewlet bixwe ye. Dewletê weke mekanîzma amadekarê vê tabloyê ya esasî ye.

Kesê ku xanî çêdike jê  fêm nake. Berpirsiyarê esasî û mesûlê yekem ku avahîsaz yanê mîmar e di prosedûra avahîsaziyê de bê fonksiyon hatiye hiştin. Endezyar (muhendîs) kirine erkdarê vî postî! Lê di dinyayê de sîstem bi vî awayî naxebite. Belê endazyar di vê zincîrê de duyemîn xelek e lê nikare bibe biryardarê erka xeleka yekem a avahîsaziyê. Lewra perwerdeya wan ji hev cihê ye.

Di ser de jî asta qaliteya perwerdeya endazyariya Tirkiyeyê ji bilî hin zanîngehan di asta herî jêr de ye. Vana encamên karesatan îsbat dikin jixwe. Di sîstema avasaziyê de mekanizmaya çavdêriyê (kontrol) bi bertîlê tê çareserkirin û kontrola dewletê jî bi heman rêbazê tê helkirin.

Profesor Nacî Gorur tam li ser vê xetê neştergerî pêwîst dibîne û ji bo mudaxaleyê zemîna vê xirabiyê kontrolê pêşniyar dike. Dibêje mutehîd, muhendîs û mîmar; dev ji vana berdin. Hesabê xwe ji dewletê bipirsin ku kî ji van karan mijûle bi pêsîra wî/wê bigirin. Ji bilî dewletê kes tûne. Wê çaxê dewletê bidê mehkemê. Pir hêsan e, gava dewlet xwe li ser gel ferz dike divê ji hemû jiyanê jî ew berpirsiyar be.

Dayîna dest dadgehê belkî ji ber bêqalîtetiya perwerde û sîstema dadmendî ku girêdayî wezareta dadê ye jî di eslê xwe de burokrat tê darizandin. Loma jî dewlet ji bo burokrat û burokrat jî ji bo dewletê diçe ber dadgehê. Cezayê ku bigire ji burokrat were tanzîmkirin wê demê burokrak wê vegere ser yasayê. Ku derket holê yasa rê digire vê carê xwediyê yasa çêkirinê parlamento ye. Di dengdanê de kê îtîraza wê pêşnûme-yasayê nekiriye weke şexs divê ew jî bibe şîrikê wî cezayî. Weke partî jî di ser de. Şexs ji bêrîka xwe partî jî ji alikariya butçeya dewletê bî qasî pênc salan bê mehrûm û mahsûbkirin.

Parlamentoya Tirkîyeyê ji ber ku tu carî ji ber yasayên li dijî mirovahiyê desrxistiye berpirsyar nehatiye dîtin û berdêl nedaye, tenê çûna îktidarê ne adîl e. Keyf û berdêl divê herî kêm weke hev bin. Divê burokratên ku bi biryarnameyên sê îmze tên destnîşankirin û di yasayên ne li rê yan jî bêsûd de şêwirmend û burokrasiya serokkomariyê jî were cezakirin. Yanî ji ber niqandin û tayînkirina kesên nebikêr (ne kêr hatî) divê cezayê biryar û kiryarên xwe bikişînin. Serokkomar ku bêyî lêkolîn û encamên dest ên şêwirmend û mesûlên yasayê bisepîne ango îmze bike divê ew jî berdêla vê bide.

Bi vî awayî û ji bilî encamên referandûmên gel her kesê erkdar, ji biryar û fermanên xwe berpirsyar e û divê ji sûd û xisara wê re amade be. Sûd mayîna li ser kar û yan jî li gorî teqdîra saziya xwe bê xelatkirin. Lê cezaya xetayê tenê ya karmend ango mesûl e ku vê xisarê yan jî sûcî yan ji bêrîka xwe bide, yan jî ji vî karî were dûrxistin û darizandin û cezakirin. Ev ceza divê ji dûrketina erka xwe heya berdêlê zindanê be.

Wê çaxê mirov dikare behsa sererastkirineke hîmî bike. Pêşniyara Nacî Gorur di vê maneyê de firsendek e. Erdhej û hejmara sedhezaran qûrbaniyan vê ferz dike.

John Maynard Keynes, avasazî weke dînemoya start ango bazarê ya aboriyê bi nav dikir; nexasim piştî şeran. Motora ku bi vê rast bizivire ji jêrzemînê derxîne eger ku çep zivîrî jî tersê wê bibe. Avasazî ew qas girîng e ku ji texmîna Keynes jî  mezintir e. Ji wir dest pê bikin.