5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir

HADÎ Ewropa armanc dike ku nêzî 3 milyon hilbijêrên dê li Ewropayê dengê xwe bidin bibe ser sindoqan û dengên Partiya Çep a Kesk zêde bike.

Tirkiye ber bi hilbijartineke ku di dîroka wê de ya herî krîteke ve diçe. Dilxwazên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk ên li derveyî welat dijîn, ji bo di xebatên hilbijartinê de piştgiriyê bidin Tora Ragihandinê ya Demokratîk a Gelan (HADÎ) a Ewropayê ava kirin. HADÎ Ewropa armanc dike ku nêzî 3 milyon hilbijêrên dê li Ewropayê dengê xwe bidin bibe ser sindoqan û dengên Partiya Çep a Kesk zêde bike. HADÎ Ewropa damezrandina xwe ragihand ji bo xebatan kete nava liv û tevgerê. HADÎ Ewropa ya li ser platforma medyaya dîjîtal kesên dixwaz digere û teşwîq dike ku hilbijêr dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk, ji niha ve gelek dilxwaz tev li xebatan kirin.

Yek ji dilxwazên ku di xebatan de cih digire jî Yrd. Doç. Dr. Çetîn Gurer ê piştî danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî” îmze kir hate îxrackirine. Em bi Gurer e têkildarî tora ku avakirine û armancên wan axivîn.

Gurer diyar kir ku ew ji bo rêgeza demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê li welêt vegerînin bi dil û can di HADÎ Ewropayê de cih digirin û diyar kir ku ew dibînin hilbijartin wê weke “guhertina rejîmê” pêk were û ji bo vê guhertinê pêk bînin li Ewropayê seferberî hatiye îlankirin.

Armanc Tifaqa Ked û Azadiyê zêdetir were dîtin

Gurer, bal kişand ku beşên cuda jî piştgiriya Tora HADÎ Ewropayê dikin û têkildarî armancên torê de ev tişt gotin: “Dema li Tirkiyeyê biryara hilbijartinê hat dayîn, me însiyatîfeke ku sendîkavan, akademîsyen, xwendekar û siyasetmedar jî di nav de ava kir. Armanca sereke ya vê însîyatîfê ew e ku destekê bidin xebatên Partiya Çep a Kesk ên li Ewropayê û daxwazên her kesê ku wekhevî, dadmendî û aştiyê dixwazin di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de zêdetir were dîtin û bihîstin.”

Gurer, ê da zanîn ku yek ji armanca wan jî ew e ku 3 milyon hilbijêran motive bikin, bi lêv kir ku ji bo vê yekê hemû hesabên medyaya dîjîtal bi awayekî çalak bikartînin û wiha berdewam kir: “Bi rêya hesabên weke Facebook, Twîtter û Youtubeyê hewl didin xwe bigihînin mirovan. Rojên derbasbûyî me li ser hesabên medyaya dîjîtal weşana zindî kir. Ji gelek welatên Ewropayê beşdarvan tev li bûn û temaşe kirin. Me eleqeyeke zêde dît. Welatiyan pirsa ‘em dikarin çawa piştgiriya xebatan bikin?’ kirin. Ez dikarim bêjim motivasyon gelek e bilind bû. Bi motîvasyona ku derbikeve holê em xebatên Partiya Çep a Kesk û partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin berbiçavtir bikin.”

Gurer, anî ziman ku armanca HADÎ Ewropayê ya herî mezin desthilata AKP’ê û MHP’ê ya yekperest û otorîter bi rêya sindogan bişînin e. Gurer, da zanîn ku armanceke wan a din jî zêdekirina tevlibûna hilbijartinê ye û got: “Em ê xebatên xwe bidomînin.”