3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd ber bi ROJ’a xwe ve dimeşin

Gelê kurd her sal berê xwe dide Amarayê û 4’ê Nîsanê pîroz dikin. Îsal dê hefteyekê Rojbûna Roja xwe bi çalakî û bernameyên cuda pîroz bikin. Dê hefteyekê daran biçînin û bi şahiyan rojbûna ROJ’a xwe pîroz bikin.

Gelê kurd dê îsal jî berê xwe bide gundê Amarayê û hefteyekê Rojbûna Roja xwe bi çalakî û bernameyên cuda pîroz bike. Dê di Rêwîtiya Rojê ya hefteyekê de daran biçînin û bi şahiyan wê rojbûna ROJ’a xwe pîroz bikin.

Gelê kurd ji 4’ê Nîsana 2004’an heta niha her sal 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meş, şahî û çandina daran pîroz dike. Gelê kurd, 20 sal in beriya 4’ê Nîsanê dikevin rêyan û berê xwe dide gundê Amarayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye. Kurdan ku berê tenê rojekê 4’ê Nîsanê pîroz dikir, îsal xwe amade dike ku hefteyekî bi şahî û çalakiyên cuda 4’ê Nîsanê pîroz bikin û daristanên ekolojiyê ava bikin.

Gelê kurd ji sala 2004’an heta 2017’an 14 salan, ji bo 4’ê Nîsanê pîroz bikin bi dirûşma “Azadiya Rojê” berê xwe dan gundê Amara û dest bi “Rêwîtiya Rojê” kirin. Piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an û şûnde îktîdara AKP/MHP’ê OHAL hincet nîşan da û ji 2017’an û vir ve 7 sal in astengiyan derdixin û ketina gund qedexe dikin. Lê her çend ketin û derketinê qedexe bikin û Herêma Qedexe îlan bikin jî dîsa kurd xwe digihînin Amarayê û li Amara Rojbûna Ocalan pîroz dikin. Her çend leşkeran bi fermana Waliyê Rihayê astengî derxistin jî dîsa gel astengî nas nekirin û xwe gihandin Amarayê. Bi milyonan kurdên ku bi coşek mezin tev li Newrozan bûn û bi ruhekî xurt Newroz pîroz kirin, ji niha de xwe amade dikin ku biçin Amara û dest bi RÊWÎTIYA ROJÊ bikin. Bi taybetî piştî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li sedan welatan dest pê kir û piştî wê jî li Ewropa û Bakurê Kurdistanê “Meşa Azadiyê” pêk hatin, kelecana gel zêdetir bûye. Gel îsal bi ruhê pêngavê û pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê bêsebr li benda 4’ê Nîsanê ne.

Malbata Ocalan wekî her sal îsal jî deriyê mala xwe ji mêvanan re vekiriye û li benda mêvanên xwe ne. Em sal bi sal li “Rêwîtiya Rojê” ya Amarayê dinerin ew israr, biryar û berxwedana gel bibînin.

Di 4’ê Nîsana 2004’an de yekemîn “Rêwîtiya Rojê” di pêşengiya TUHAD-FED’ê de pêk hat. Bi hezaran kurd ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiye li Bêrecûkê kom bûn û berê xwe dan Xalfetiyê. Di 4’ê Nîsana 2005’an de dîsa meşiyan Amarayê. Lê leşkeran meş asteng kir û destûr neda meşê.

Di salên 2006’an de gel dîsa li heman nokteyê rastî astengiyan hatin û vê carê qaranfîl avêtin Çemê Firatê û 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Di salên 2007, 2008’an de dîsa bi pêşengiya TUHAD-FED’ê ji gelek bajaran zêdetirî 10 hezar kesî li bajaroka Alîgorê li hev civiyan. Girseya li meydana Alîgorê civiyan û rojbûna Ocalan bi şahiyekê pîroz kirin. Leşkeran dîsa 20 kîlometre nêzîkî navçeya Xelfetiyê girse rawestand û dîsa pevçûn derket.

Di sala 2009’an de dîsa li heman nokteyê bi deh hezaran welatî kom bûn û dîsa polîsan bi guleyan mudaxale kir. Di êrîşa polîs û leşkeran de Mustafa Dag û Mahsûm Karaoglu jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 60 kes jî birîndar bûn.

Di sala 2010’an de TUHAD-FED’ê bi dirûşma “Rojbûyan te rojbûyîna me ye, Azadiya te Azadiya me ye” meşa “Rêwîtiya  Rojê li dar xist. Zêdeyî 10 hezar kes tev li meşê bûn. Gel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên Mahsûm Karaoglan, Mûstafa Dag û alên konfederalîzmê, posterên Mazlum Dogan û Orhan Dogan hilgirtin. Gelek hunermendên NÇN’ê derketin ser dikê û stran gotin. Li ser navê girsê 900 kes çûn gundê Amarayê.

Di 2011’an de 50 hezar kes ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketin rêya gundê Amarayê. Girse piştî gihişt Xalfetiyê ciwanan bi alên PKK’ê û posterên Ocalan û dirûşmeya “Bijî serok Apo” meşiyan gundê Amarayê. Girseya mezin li gund fîşekên hewayî teqandin û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Li mizgefta gund posterê Ocalan daliqandin.

Di salên 2012, 2013, 2014, 2015 û 2016’an bi deh hezaran welatiyên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê li Elîgor û Xalfetiyê kom dibûn şahiyên wekî mihrîcanan li dar xistin û bi konserên mezin û fîşekên hewayî 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Di van şahiyan de dîsa posterên Abdullah Ocalan, alên KCK’ê rakirin û bênavber dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dar çandin û govend gerandin. Di serdana gundê Amara de odeya ku Ocalan lê ji dayik bûye jî bi wêneyên Ocalan xemilandin.

Piştî OHAL’ê gund dorpêç kirin

Îktîdara AKP/MHP’ê piştî OHAL îlan kir û şûnde di salên 2017, 2018’an de li ser navê OHAL’ê ketina gund qedexe kirin û tenê temsîlî heyet çûn Amara.

Di salên 2019,2020, 2021, 2022’an de jî Walîtiya Rihayê di navbra 1-6’ê Nîsanê de li Rihayê hemû çalakî û şahî qedexe kirin. Li ser fermana walî, esker û polîsan destûr nedan ku parlamenter ji biçin Amarayê.

Her çend di salên dawî de walîtî destûr neda meşan jî sazî û rêxistinên kurdan bi qasî temenê Ocalan dar çandin û baxçeyên ekolojîk ji bo Abdullah Ocalan ava kirin. Îsal jî dê hefteyekê daran biçînin û şahiyan li dar bixin.